7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nanê şivanan

Ji hinga ku min çavên xwe vekiriye her sal em diçin zozanan, ew zozan di jiyana me de cîhekî pir mezin e. Ji ber germa havînê û li deştê çêre pir tunebû, hemû xwedî heywan ewlê biharê berê xwe didin zozana. Ev jî parçeyek jiyana me ye. Em hemû tivdarekên xwe li gorî heywanan û zozanan dikin. Biçûktiya min û heta ku ez mezin bûm, min fêm nedikir em çima diçin zozana? Dê û bavê me çima her sal tivdarekên zozana dikin? Min qet ne dixwest ez herim wan deran. Min fêm nedikir ku ew jiyana me ye.

Sala îsal jî dîsa me û heywanên me xwe dane ser rê. Dema nû diçim zozana pir kêfa min tê, lê piştî demekê ez li wan deran aciz dibim, zû bi zû xwe nexweş dikim ku herim deştê. Qet, tu carê neçûm, dermanê diya min ji yê pîra Perê zêdetir hebûn, wana her dem hin pincar dikelandin û berî qirika min didan û digotin ev der warê me ye, heta dema payiza dereng em naçin deştê.

Roj wisa derbas dibûn û diçûn. Rojekê ez û hevalên xwe bi qesta nanê şivanan bibin, em ji êla me qetiyan û dûr ketin, me nanê şivanan da wan û em vegeriyan ku herin êlê, lê me xwe avêt nava çiya û baniyan, virde û wê de, dem derbas bû, tarî ket ser erdê, em li wan deran man.

Di nava tariyê de me riya êlê ne dît, me xwe avêt ber zinarekî mezin, pişta xwe da hevdu, bi tirsli der û dora xwe dinerin, em ne dikarin hewar hewar kin (ji tirsa ku hirç û gur dengê me ne bihîsin) ne jî dikarin ji cihê xwe derkevin. Carana ji dûr ve dengê hinek heywana tê guhê me, em zêdetir ditirsin û di hundirê xwe de digirîn.

Gelo em ê çawa herin malê?

Gelo em ê li vir bimirim? Her yek ji me di nava xeyalên giran de wisa bi tirsana di dilê xwe de disekine. Di navberê de çiqas derbas bû nizanim, me dît ji dûr ve ronahiyek xuya bû, hêdî hêdî çend heb qeratî jî xuya bûn, me hew dizanî ew qeretatî gur in an hirç in? Dema ew nêzîkî me dibûn tirsa me jî zêdetir dibû. Ji wê demê şûn de tiştek nayê bîra min, bîra me. Min çavên xwe vekir, hemû êl û eşîra me li ber serê me civiyane. Wana dît ku em bi ser xwe de hatin, yeko yeko giliyên nemayî ji me re gotin. Çi ji we ketiye hûn nanê şivana dibin? Hûn  çima bi tena serê xwe çûn? Dema hûn çûn dibe ku zu vegeriyana? An jî bila yek ji wan şivana bi were bihatana, gotin û gotin.

Di nav wan de tenê pîra Perê hêrsa xwe anî û got; Bes e êdî, ew hemû jî ciwan in, aqilê wan ewqasî dibire, waye me ew bi saxî dîtin, hûn şukir bikin ku em beriya hirç û guran gihîştin wan, ew jî dizanin ku careke din vê yekê nakin, rehet bihêlin wan, hûn nabînin ji xwe ziravê wan qetiya ye, ew jî dizanin careke din vê şaşitiyê nakin.

Pîra Perê çiqas aqilbend bû, wê em parastin, me jî dizanî ku ji ber bêaqiliya xwe me rêya êlê nedît. Niha sê rojan carekê şivan bi xwe tên nanê xwe hildidin û diçin, Ya me! Me şerm nekir, her carê em dîsa bi hevalên xwe re diketin nava çiya û baniyan, lê pîra Perê her tim li cem me bû. Ew nanê şivana û xeyalên me yên ciwantiyê hindik mabû nîvco bimîne. Lê niha her tim zêdetir bêriya zozanan û warê bav û kalan dikim.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê