8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zeyneb Muradî: Pêwistiya me bi yekrêziyê heye

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi armanca ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê, dagirkirina axa Başûr û ji bo avakirina yekitiya neteweyî ev demeke dirêj e li başûrê Kurdistanê hevdîtinan pêk tîne. Giringiya rola KNK’ê di van rojên dawîn de her diçe zêdetir dibe. Ji bo ku gel, sazî û rêxistinên li başûrê Kurdistanê êdî dengê nerazîbûnên xwe bilindtir dikin û KNK jî ji bo vê yekê dibe deriyê yekitiya neteweyî. Têkildarî hevdîtinên KNK’ê yên ku li Başûr hatine kirin, em bi hevseroka KNK’ê Zeyneb Muradî re axivîn.

Ji roja ku operasyonên Tirkiyeyê dest pê kirine vir ve, hûn wek hevserok û şandeya KNK’ê, xebatên xwe yên ji bo yekitiyê dimeşînin. Niha hevdîtinên we di çi astê de ne?

Rast e ji roja 24’ê nisanê ve li hember operasyon û êrîşên dewleta Tirkiyeyê em wek şandeya KNK’ê, bi awayekî fiîlî ketine nav xebatan û me maseyeke krîzê ava kir. Ji wê rojê heta roja îro xebateke berfireh tê meşandin. Çimkî îro her kes dizane ku îro dewleta tirk bi planek berfireh dixwaze axa Kurdistanê dagir bike, gelê me tune bike. Ev niyeta Tirkiyeyê xuya û aşkere ye. Destpêkirina roja operasyonê ku 24’ê nîsanê roja qirkirina ermeniyan bû, em bi xwe vê rojê wek mesajekê dibînin. Tirkiye mesaja qirkirina gelê kurd û ya hemû gelên qedîm dide. Niha KNK di asteke herî jor de û bi şiklekî cidî nêzî vê rewşê dibe û me dest bi kar û xebatan kiriye. Bi taybetî ser asta başûrê Kurdistanê û paralel ligel vê xebatê xebatên navneteweyî di asta dîplomasiyê de jî hatin meşandin.

Niyet û armanca dewleta tirk kifş e. Di roja îro de li ser sê parçeyên Kurdistanê êrîşên xwe didomîne. Em dibînin li ser bakurê Kurdistanê ku çawa hemleyên siyasî, civakî û yên qirkirinê dimeşîne û ji bo vê yekê jî hemû rê û rêbazan bi kar tîne ji bo tunekirina gelê me yê li bakurê Kurdistanê deskeftiyan tune dike. Di heman demê de me dît çawa li rojavayê Kurdistanê jî operasyonên leşkerî ên dewleta tirk roj bi roj xwe berfireh dike. Hem di dagirkeriya Efrînê de hem jî berî wê di şerê azadiya Kobanê de ku çawa piştgirî didan çeteyên DAIŞ’ê. Piştî wê jî dagirkeriya Serê Kaniyê û deverên din û di heman demê de me dît ku di 24’ê nîsanê de li ser başûrê Kurdistanê operasyon da destpêkirin.

Ev êrîş hemû dikin ku bi gelê kurd re jî helwesteke neteweyî bi pêş bikeve ku em bikaribin li dijî van êrîşan bisekinin. Heta demeke dirêj jî di asta metirsiya van êrîşan de helwestek yekgirtî, nebû. Ne di asta navxweyî ne jî di ya navneteweyî de nebû. Loma KNK takesaziyek bû, wek saziyek navneteweyî kete nav liv û tevgerê. Ji bo rêkxistina yekxistina van deng û helwestan ku em bikaribin bi helwesteke neteweyî li hemberî dagirkeriyê bisekinin hatine gel hev. Her wiha ji bo KNK bikaribe dagirkeriyê bisekinîne û di heman demê de bi helwesteke neteweyî em xwedî li wê berxwedana ku li hember dagirkeriya Kurdistanê disekine, derkevin.

Gel, sazî, partî, siyasetmedar û rewşenbîrên hûn bi wan re hevdîtinan dikin ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser axa Başûr çi dibêjin, vê yekê çawa pênase dikin?

Rast e di 22’yê meha gulanê de me dest bi kar û xebatên li başûrê Kurdistanê kir. Bi hevdîtinên li gel partî û saziyên başûrê Kurdistanê me bi dehan sazî û rêxistin û rewşenbîr û akademîsyen, rêxistinên jinan, ciwanan û hwd. re hevdîtin pêk anîn. Di nav van hevdîtinan de di demeke nêzîk de me ev metirsî anîn ziman. Ji metirsiya vê rojê agahdar in. Bi hesasiyetekê nêzîk dibin. Jixwe nerazîbûnên wan li hemberî êrîşên dewleta tirk hebûn ne ku bi hevdîtina me dest pê kir. Lê mixabin van derdoran heta niha nikaribûn helwesteke fermî aşkera bikin. Wek nirxandinekê ez dikarim bibêjim ku hevdîtinên me baş derbas dibin lê têrê nakin.

Ez dixwazim bibêjim di van hevdîtinan de ku me bi kes û rêxistinên re, bi  pêkhateyên wek aşûrî, kildanî, suryaniyan re jî hevdîtin kiriye, wan jî bi heman rengî helwesta xwe ya ji bo êrîşan anîn ziman. Bi taybetî em îro mêze dikin ku bi dehan gundên aşûriyan ên nêzîkê sînoran, ên herêma Behdînanê tên valakirin. Li gundiyan îşkence tê kirin. Di heman demê de xweza û sirûşta Kurdistanê tê talankirin. Lê her kes jî vê talankariya Tirkiyeyê dibîne. Mixabin heta roja îro ne di aliyê resmiyetê de wek hikûmeta herêma Kurdistanê, di asta hikûmeta herêma Kurdistanê de helwesteke resmî der barê dagirkeriya Tirkiyeyê derketiye holê. Heman demê helwestek ji hikûmeta navendî ya Iraqê jî derneketiye. Her kes jî dizane ku êrîşên dewleta tirk sînoran nas nake. Niha îro êrîşên xwe ne tenê li ser çiyayên Kurdistanê, dixwaze li tevahiya Kurdistanê belav bike. Ji ber ku dixwaze xeyalên xwe yên dewleta Osmanî bi cih bîne, dixwaze wilayeta Mûsilê carek din ava bike. Wek tê zanîn di 2023’an de  salvegera hevpeymana Lozanê ye. Ji ber vê yekê jî dê operasyonên Tirkiyeyê nesekinin heta ku hemû başûrê Kurdistanê têxê bin dagirkeriya xwe. Dixwaze Misaqê Milî nû bike. Vê yekê jî li ser kurdan û pêkhateyên li ser vê axa qedîm, dixwaze têxe meriyetê. Loma jî em wek Kongreya Netewî ya Kurdistanê dibêjin ku bersiva herî guncav avakirina yekrêziyeke neteweyî ya Kurdistanê ye. Ev bêdengiya PDK’ê û ya hikûmeta navendî her diçe cesareteke gelek mezin dide Tirkiyeyê. Loma em wek KNK’ê di xebatên xwe de bi israr in. Heta roja me ya îro jî hevdîtinên me berdewam in.  Em dixwazin bi helwesteke biryardarî li hemberî van êrîşan û li hemberî vê bêdengiyê bisekinin. Ji bo ku em jî bersiveke şênber bidin êrîşên dewleta tirk û deskeftiyên xwe biparêzin.

Ez dikarim bibêjim ku helwesteke van sazî, rêxistin, siyasetmedar, rojnameger, parlamenter, akademîsyen û ya hemû pêkhateyan wek me gotî heye. Çi ji aliyê gel ve çi jî ji aliyê sazî û rêxistinan ve helwestek heye. Roj bi roj tevlêbûn zêdetir dibin, zêdetir dengê xwe bilind dikin. Meş hene xwepêşandan hene, nerazîbûnên li hember dagirkeriyê hene. Helwestên wan erênî ne lê bes ev tenê têrê nake. Pêwistiya me bi xebatên hevbeş heye, pêwistiya me bi rêxistinkirina yekgirtinê heye. KNK pêngava destpêkê bû. Bi kurtasî helwestên wan bi awayekî erênî bûn lê têrê nake û hewce ye di pratîkê de hê zêdetir em têkevin nav liv û tevgerê.

Ji aliyê PDK’ê ve heta niha we bi hin kes an derdoran re hevdîtin kirine an na? Ger we kiribin an nekiribin jî helwesteke çawa nîşan didin li hember şandeya KNK’ê? Ev helwesta wan tê çi wateyê?

Bi awayekî fermî heta niha jî me tu hevdîtin li gel PDK’ê pêk neaniye. Em li bendê ne û me di gelek kanalan de daxwaz kiriye. Em mîna pêwistiyê dizanin ku ew ê têkevin nav van xebatên me yên ji bo yekitiyê. Ji bo parastina deskeftiyên gelê me, ji bo parastina statûya herêma Kurdistanê ji ber ku ev deskeftiyên gelê me ne. Xeteriya dewleta tirk ne tenê li ser aliyekî Kurdistanê ye, li ser çar parçeyan e, li ser tevahiya gelê kurd û deskeftiyan e. Ji ber vê yekê jî ev peywira me teva ye û hewce ye li hemberî êrîşên Tirkiyeyê em destkeftiyên xwe biparêzin û yekitiya xwe ava bikin. Yanî hewce ye em her kes helwestekê li dijî dagirkeriyê nîşan bidin.

Di çarçoveya serdanê me de em tenê di asta Silêmanî û Hewlêrê de nemane. Em çûn me serdana deverên cuda jî kir. Wek mînak em çûn serdana deverên sînorên herêma Başûr ên wek bajarê Xaneqînê. Me li wir li gel gelek kesên wek rewşenbîr, siyasetmedar û bi gel re hevdîtin çêkirin, me bi gel re civînên berfireh pêk anîn. Di heman demê de li bajarê Kerkûkê li gel kesayetên siyasetmedar û akademîsyen û eşîran re me civîn pêk anîn. Ew jî vê metirsiya dagirkeriya tirk ya li ser axa başûr dibînin. Bi vê mijarê re jî eleqedar bûn û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Di heman demê de li Ranya û Hewremanê, li kampa Mexmûrê jî me hevdîtin pêk anîn. Bi gelê kakaî re û gelek derdorên din re jî me hevdîtin pêk anîn. Hevdîtinên me tev jî xwedî bandoreke êrênî bûn.

Herî dawiyê we serdana Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) kir û di vê hevdîtinê de qala  lidarxistina kongreyeke jinan a li ser asta her çar parçeyê Kurdistanê hat kirin. Tu dikarî ji me re qala çarçoveya ve kongreya jinan bike?

Diyar e wek kongreya neteweyî ya Kurdistanê, wekî komîsyona jinan a KNK’ê li gel endamên me ya li asta başûrê Kurdistanê, asta ofisê me yên li başûrê Kurdistanê hevditînên berfireh li Hewlêrê, Silêmaniyê û hemû deverên din me ew ziyaret kirin û bi taybetî me civînên jinan jî çêkirin. Çimkî em di wê baweriyê de ne ku îro jinên kurd pêşengtiyê ji bo xebatên netewî bikin û dikarin pêşentiya xebatên ji bo yekitiya Kurdistanê di asta herî jor de bikin. Hevdîtinên me yên li gel jinan û rêxistinên jinan bi awayekî êrênî bû. Her çiqas ku di gelek mijaran de cudahiyek hebe jî di navbera rêxistin û saziyên jinan de xaleke hevpar hebû ku ew jî xala yekitiya Kurdistanê bû û êrîşên Tirkiyeyê bû.

Dê cara yekem kongreyeke neteweyî ya jinan bê lidarxistin. Gelo ev dê bandoreke erênî li yekitiyê bike ango dê rê li ber diyaloga kurdî-kurdî veke?

Heta niha kongreyeke jinan a ji bo yekitiya neteweyî nehatiye lidarxistin lê em difikirin û pêwistî jî pê heye ku tenê em li başûrê Kurdistanê kongreyeke jinan a ku em tê de êrîşên li ser xaka başûr bi awayekî berfireh nîqaş bikin. Amadekariyên wê heta niha jî ne pir zelal e. Lê em dikarin bêjin ku pêwistiyeke mezin bi kongreyeke jinan a ku hemû rêxistinên jinan li bakur bên gel hev, heye.