7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ziman guhartin

Samî Tan
Samî Tan
Ziman û Raman

Ev dem û hemû demên we xweş û geş bin gelî xwînerên Xwebûnê.  Hefteya çûyî piştî destpêkeke kurt me hinekî qala mijara helwesta zimanî kiribû.  Me dabû zanîn ku piştî vekolan û lêhûrbûnên dûvedirêj, zimannas û zanyar gihaştine wê bawerîyê ku helwesta zimanî ya axêverên zimanekî çarenûsa wî zimanî dîyar dike.

Dema ku me helwest got, ne tenê tiştên dike, her wiha tiştên ku nake, tiştên ku hîn bûye, lê rûniştine jî pir girîng in. Divê em ji bîr nekin ku carinan bêhelwestî jî helwestek e. Piştî ku jehra polîtîkayên pişaftinê di dil û mêjîyê de me rehên xwe berdan û şax vedan, êdî pêwîst nake kes tiştekî bike. Bo nimûne kes ji me ra nabêje, di mala xwe da bi zarokên xwe ra bi tirkî bipeyivin.

Hin caran mercên aborî me ber bi tirkîfîkasyonê ve dehf didin, em wisa bawer dikin ku em bi zarokên xwe ra bi tirkî bipeyivin ew ê di demên pêş da zarok karibin xwe bi hêsanîtir bigihînin derfetên aborî; karibin ji xwe ra karekî baş peyda bikin û jîyaneke dewlemend û bextewar derbas bikin.

Hin caran kurdîya me ya toreyî û gelêrî têrî derbirîna hest û ramanên di jiyana bajarî da nake, lewma jî em ji mecbûrî peyv, biwêj û qalibên tirkî dixin nava zimanê xwe. Bi domana demê ra zimanekî dureh derdikeve holê; êdî wisa lê tê, em nizanin ka em li ku bi tirkî, li ku bi kurdî dipeyivin, bi awayekî jixweber em ji zimanekî derbasî zimanekî din dibin.  Di lîteratûra zimannasîyê da ji vê yekê ra kodguhartin tê gotin. Ev rewş qonaxa pêşîn a zimanguhatinê ye.  Zimanguhartin heke em bi awayekî din bibêjin, helwesteke berevajî helwesta Ehmedê Xanî ye, lewra ew dibêje:

Safî şemirand vexwarî durdî

Manendê durrê lîsanê kurdî

Em jî di vê rewşê da dev ji durra xwe berdidin, bi pey zêr û zîvên xelkê dikevin, lê pirî caran em hem her duyan jî bi dest naxin û dest vala dimînin. Her wekî pêşiyên me gotî: “Destê vala li ser zikê birçî” dimîne, em dibin mirovên nîv-duzimanî. Zarokên me ji çand û zimanê xwe dûr dikevin, êdî ew dibin tirkên nûhatî, belkî bi bîr û bawerî heşta kurd bin, lê êdî bi dil û mêjî dûrî kurdinîyê ne.

Her wekî me hefteya çûyî dabû xuyakirin, mijara parastin û geşkirina zimanan, bi taybetî  di dawîya sedsala bîstan da ketiye rojeva mirovan, bi domana demê ra piştgirîyeke berbiçav ji sazîyên navneteweyî jî wergirtiye. Li gel vê yekê ev mijara wekî şaxeke zimannasîya pêkarî bûye warê vekolan û lêkolînan.

Helbet çend sedemên vê yekê hene; sedema pêşîn ev e ku  li hemberî polîtîkayên pişaftinê yên netewe-dewletan, helwesta parastina ekolojîya zimanî , li dijî gerdûnîbûna ku yekrengîyê li ser mirovan ferz dike jî ramana pirzimanî û pirçandî bi pêş ketiye.

Belê pirzimanî, lê pirzimanîyeke çawa? Helbet pirzimanîyeke li ser bingeha yeksanîya zimanan. Îro her wekî mirovan di nav zimanan da jî hîyerarşîyek heye. Vê hîyerarşîyê hinek ziman kirine bikujên zimanên din. Heta ku ev rewş neguhere, dê pirzimanî jî bi têkçûn û windabûna zimanên bindestan bi dawî bibe. Lewma jî serê pêşîn divê piştgirî û piştevanîya zimanên bindest were kirin.

Li gorî lêkolînan li ser rûyê cîhanê xwar û jor 7000 ziman hene, bi pêşbînîyeke çakbîn ji sedî 50ê wan dê heta sala 2100î ji holê rabin.  Hinek zanyarên bedbîn dibêjin dê ji sedî 90ê van zimanan sedala bê nebînin. Kurd jî divê li gorî vê rewşê helwesta xwe helwesta xwe dîyar bikin û vê helwestê nîşanî her kesî bidin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê