24 Haziran, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zimanê azad jiyana azad e

Komara tirk bi erêkirina peymana Lozanê re, destpêke zimanê kurdî înkar kir. Nasnameya kurd û navê Kurdistanê xedexe kir. Belge û arşîvên heyî ji holê rakir. Navê gund û bajarên Kurdistanê, kirin tirkî.

Hefteya borî bi minasebeta pêşwazîkirina 15’ê Gulanê ango cejna zimanê kurdî, dîmenên cihê yên pîrozbahiyê bi boneya vê rojê, di pêşengiya pêkhateyên bajêr, jin, sazî û parêzvanên ziman de li bakurê Kurdistanê, bi aşkerekirina rêzikbernameyan li gelek navendan meş û mitîng çêbûn. Her wisa di derheqê girîngî û rewşa zimanê kurdî de bernameyên gotûbêj, panêl û şahî jî pêk hatin. Cejna zimanê kurdî, li kuçe û kolanên bajarê mîna Amed, Wan, Mêrdîn û herêma Botan û hwd. bi coşa raperîna zimanê kurdî li hember siyaseta înkar, pişavtin û asîmilasyonê, çalakiyên gelek xweş hatin lidarxistin.

Dîmenên xweş derketin pêş. Mirov dixwaze hê jî lê temaşe bike. Dîmenek bi kurdî ye. Ev ji bo têkoşîna zimên konaxeke û nîşan dide ku xwedî derketina li zimên peywîrek e. Raperîna ziman di têkoşîna tevgera şoreşa azadiyê de, çîrokek ji çîrokên dîrokê ye. Pêşwaziya li 15’ê Gulanê li gorî salên berê, îca bi rêk û pêktir çêbû. Li hemû bajaran coş û şahiya cejna zimên hebû. Ziman lêhûrbûna felsefeya jiyanê ye. Em ji bo ziman û çanda xwe çend kedê bidin jî, ne bes e, têrê nake ku ev xopan ev tora asîmilasyone bertaraf bibe. Ji bo wê mezinkirina rêbazên têkoşînê û pêşxistina zimên pêywîrek e.

Di cîhanê de ev pêvajo hatiye dîtin û jiyîn. Heke ku zarokên gelekî bi zimanê dayikê neaxivîn û zimanê dayika xwe ji bîr bikin, wê dahatûya wan zarokan û wî gelî winda bibe û li holê nemine! Zimanê mirov qerektera bingehîne ku hişmendiya mirovahiyê bi wê ava bûye. Ji lewma her gel-neteweyekê bi zamanê xwe, bi çanda xwe heye.

Komara tirk bi erêkirina peymana Lozanê re, destpêke zimanê kurdî înkar kir. Nasnameya kurd û navê Kurdistanê xedexe kir. Her çi belge û arşîvên heyî ji holê rakir. Navê gund û bajarên Kurdistanê, veguherand bi tirkî. Her wisa li dijî vê siyaseta qirkirinê ya sedsala 20’emîn a ku li hember gelê kurd meşandî, ji bo parastina çand û zimanê xwe gelê kurd di vê oxirê de bedêlên mezin dane. Kurdan, ji bo qebûlkirina nasnameya xwe, bi dehên caran serhî hildan, raperîn pêş xistin.

Raperîna nasnameyê ya parastinê ya zimanê kurdî heta îro jî dewam dike. Helbet di vê babetê de dîroka komara tirk, bi tevahî dîroka neqebûlkirin û înkara hebûna gelê kurd e. Ji rûpelek qirkirina fizîkî, heta wêdetir e. Ji zarokên kurdan pirsbikin, bila qala şopên lêdana darê asîmilasyone yên mamostayên “tirk” bikin…

Îca em bên ser babeta zimanê dayikê ku ji bo me kurdan çi mana xwe heye? Zêdetirî xwe jiyan li ser wateya bêjeyê ye ku çavakaniya hemû fêmkirine ya miravahiyê ye. Ziman pira çandê ya rihê jiyanê ye ku bi qasî pir dewlemendiya xwe zaravayên wê hene. Zaravayên kurdî, cudahiyên hevgirtinê ne. Balkêşe ku ziman ji hemû rehendê xwerêveberiyê têkiliya mirovan a jiyanê ye. Ango pêkanîna pratîkê ya gotûbêjê ye. Bingihê fikrandinê ye. Ziman, pêkanîna mirov a fêrkirinê ye.

Eger kes ji vê rehendê li ser mijarê hûr bi hizir e, ew ê bibîne ku beriya sedsal û zemanan wêjeya kurdî ya klasîk, dengbêjî, gotin, stran û çîrokên pîşiyên me ku nebane dê zimanê kurdî jî heya îroj ne ba. Çîrokê, bandorake çawa li pênûsa rûpelên lênûska rewşenbîriya kurd kir gelo. Berhemên wêjeya ji kevintirîn a cîhanê yên kurdî, heya niha jî ji bo rewşenbîrên kurd gevneşopiya îlhamêye. Pîvana raste rast a şêwirmendiyê ya nivîsandine ye.

Dubendiya heyî ku di navbera çand û zimên de mijara ramyarî, ji têgiha hizrandine yê; ji wê re gengaz e, li gel rengên xwe mijara şîroveyê ya wêjeyê ye. Li hevnehatina bêje û wêjeyê dualîzma wan a baş bi nivîse, xweşik bi bêje û rast fêmbike û di pratîkê de wan li hev bîn e. Cudahî, pêkanîn kirina emelê gotinê ye. Ziman pêwendiya rih, a perwerdehî û politîkirina hestên mirovahiyê ye.

Di vê serdemê de sistema fînans kapîtal a emperyal ji gotine re qîmet nehiştiye, nirxa gotinê li erdê xistiye. Çand û ziman, ji hev parçe parçe kiriye…

Di vê wateyê de têkoşîna jinên kurd di heman demê de têkoşîna nasnameya jina azad e; girîng dayîna pêşxistina zimanê dayikê ye.  Belê jin mamostaya zimên a ewil a zarokê ye. Em ji dayika xwe fêrî zimanê xwe bûn e. zimanê me dayika me ye, şîrê pêsîrê ye. Ziman, zayîne, malzaroke,  dayîn û hebûn e. Day-î-k û dayîn e. Têkoşîna jinê di heman demê de, têkoşîna zimên û ya zadiya zarokêye. Mixanbin li welêt di warê ziman de xemsariyek heye, ji ber vê bêxemiyê ye ku dikare bibe sedema karesatên mezin a wendakirina xisleta zarokê. Ji bo zimên hevgirtin/konsesusek di navbera kurdan de tuneye.

Di babeta pêşdebirina zimanê dayikê de, saziyên zimên hev nagirin, belawelen e. Wey li wî ku yê dine biçûk bike. Ku di nav pêkhateyên ziman de hevgirtin tine be, ziman bi pêş nakeve. Ji lewma nêzîkatiyên takekesî, hene. Ax ji derdê ziman-nasên me! Mêjî têkilhev kirin e!… Ji bo ku ziman bi pêşbikeve, pêdivî bi xebatên kolektîf ê vekirina dibistanên kurdî heye. Dema ku her kesek û saziyên heyî ji xebatên xwe qayîl be, ew ê dibistan û saziyên zimên jî wiha bimînin. Ji bo ku ev ked û ev çend xebat û destkeftiyên heyî mayînde bibe pêdivî bi vekirina dibistanê zimanê kurdî heye…

Em bi hişmendiya zimanê kurdî bijîn û li her devera jiyanê daxwazên xwe bi kurdî bêjin. Zimanê me nirxberzî û heyîna me ya jiyanêye. Ziman pêwendiya hemû tiştên jiyanê ye. Jiyan bi kurdî xweş e. Ku ziman azad be, jiyan jî, kes jî azad dibe; mirovahî azad dibe. Em ji bîra nekin navê fîkî û meyweyên bexçêyên xwe bi kurdî bêjin! Bexçeyê gulan ziman e, weke mista destan e. Cejna Zimanê Kurdî, pîroz be…