3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zimanzan Zana Farqînî: Nîşana sereke ya geşbûna ziman zarok in

Îro 21’ê Sibatê ye. Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ye. Zimanzan ziman ji bo gelekî weki nasname, azadiya ramanê, hebûn û bedenê pênase dikin. Zimanzan Zana Farqînî têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî diyar kir ku nişana sereke ya geşbûna ziman zarok û ciwan in û wiha got: “Eger axaftina zimaneki tenê bi dayik, kal û pîran bi sînor bimîne ew di xetereyê de ye. Ji bo ziman winda nebe, divê endamê civakê, bi hêsanî zimanê xwe veguhezînin zarokên xwe.

Zimanzan Farqînî berî her tiştî ev rojê li hemû gelan û hemû kesên zimanê wan di bin talukeyê de û li kesên ku ji mafê perwerdihya ziman bêpar in pîroz kir û wiha got: “Ev roj ji sala 1999’an ve ji aliye UNESCO ve wekî Roja Zimanê Zikmaki yê cîhanê hatiye îlankirin. Girîng e ku saziyek navneteweyî balê dikişîne ser ziman. Dîsa bala dewletên serdest dikişîne ser netew û miletên bindest û dixwaze zimanê bindestan bê parastin. Dixwazin rê li pêş zimanan vekin. Dixwazin van zimanên ji perwerdehiyê bêpar in rê li pêş wan bê vekirin. Ev helwest girîng e. Lê têr nake. Di sedsala 21’ê de zimanê ku bi hezaran salan li ber xwe dane, ji bo jiyana xwe berdewam bikin, hewceye zimanê wan jî wekî zimanê serdestan xwedî heman maf e û karibin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Divê perwerde jî û weşan jî bi vî zimanî bê kirin. Divê zimanê di talûkeyê de di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn, da ku karibe xwe geş bike. Ji bo karibe zimanê xwe veguheze nifşê dahatuyê. Lê em dizanin mixabin rewş ne wisa ye. Dema em di çarçoveya zimanê kurdî de li vêmeseyê binerin, em dibînin ku ji ber polîtikayên asîmîlasyonist ên hezar salan, ji serdema osmanî ve dest pê dike û tê. Ev ziman ji gelek mafan bêpar hatiye hiştin. Her tim li ser qedexe heye.”

‘Ziman ber bi tunebûnê ve diçe’  

Zimanzan Zana Farxînî li ser xebatên ji bo ziman û hewldanên ji bo ziman jî rawestiya û wiha got: “Piştî van polîtîkayên bişaftinê ziman ber bi tunebûnê ve diçe. Bi taybetî ciwan û zarok ji ber bi zimanê dayikê mezin nabin, xetereyek li pêş ziman heye. Lê mixabin, siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, pêşeng û kesên hişyar ên civakê, bi qasî tê hevîkirin li meseleya zimên nabin xwedî. Helbet gav tên avêtin çalakî hene. Lê ev têr nake. Em nikarin gilî û gazinan bikin û nikarin bêjin pergalê li me wiha kiriye û ji ber vê yekê rewşa ziman wisa ye. Ji dema tespîta wêdetir hewce ye li ser çareseriyê em serê xwe biêşînin. Em dikarin bêjin ji salên 2000’î  şûndatir di nava kurdan û tevgera kurdan de û hemû pêkhateyên kurdan de hişmendiyek çêdibe. Sal bi salê baştir dibe. Em nikarin bêjin sal bi sal xwedî bi par. Lê ne bi qasî tê xwestin e. Divê kurd bi 2 şeklan ji bo mafê ziman û çandê têkoşînê pêş bixe. Yek ji bo ku pergal gavan paşve bavêje, ji bo qanûnên qedexekar bên rastkirin, divê xebatên siyasete, dîplomasiyê û xebatên lobiyan gav bên avêtin. Lê ya esas û diyarker xwediyê wî zimanî çiqas bi hişmendiyek şiyar li ziman xwedî derdikevin. Ya girîng di her qadê jiyanê de çiqas girîngiyê didin zimanê xwe. Çiqas bi vî zimanî têdikoşin û berheman hildiberinin.”

‘Divê mirov li nifşê zarokan binere’

Zimanzan Farqînî, li ser talûkeyên li pêş ziman jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Ya herî girîng ji bo mirov qala dahatuya zimanekî bike, divê mirov li nifşê zarokan binere. Nişana sereke ya geşbûna ziman zarok û ciwan in. Hejmara kesên bi vî zimanî diaxivin di nava zarok û ciwanan de çiye. Eger axaftina zimaneki tenê bi dayik, kal û pîran bi sînor bimîne ew di xetereyê de ye. Ji ber ku di navbera nifşan de windabûna axaftinaziman pêk tê. Ji bo ziman winda nebe, divê endamê civakê, bi hêsanî zimanê xwe veguhezînin zarokên xwe. Ji ber ku zarok mayindeya zimanî ne. Dahatuya ziman û gel in.”

‘Yên xwenda bêtir asîmîle dibin’

Farqînî bal kişand ser bandora kesên xwende ya li ser ziman û wiha pêde çû: “Mixabin kesên xwende betir asîmîle dibin û ziman  dewrî zarokên xwenakin. Li bakur ziman bêtir li ser mile kesên nexwenda û li ser mile kal û pîran e. Ev şîrketên lêkolînê û xebatên ziman vêyekê nîşan didin. Li ser rewşa ziman van daneyan dide destê me. Em ji ber xwe de nabêjin.

Zana Farqînî li ser nakokî û bandora bişaftina kurdi rawestiya û wiha berhdewam kir: “Bi taybetî li Bakur pişti salên 1980’yî û şûnde, zêdebûna derfetên zimanê tirkî, bi reya medyayê û bi taybetî televizyonê bandor li ser kurdî kir. Malek bê televizyon nema. Xeteyên li ser zimanê kurdî û dibistanan bandor li ser kurdî kir. Hejmara dibistanan zêde bû. Berê li her gundî û mezrayê dibistan tune bû. Niha gundeki bê dibistana tirkî û gundekî bê televizyon tune ye. Ya din jî kesên pêşeng, ji kurdî zêdetir bi gel re bi tirkî dide û distîne. Mirov  dikare hinekî qala otoasîmîlasyonêbike.”

‘Bi tirkî karê hişyariyê dike ev neyînî ye’

Farqînî li ser nakokiyên pêşengan jî rawestiya û got: “Bi tirkî kar û barê hişyarkirinê dike. Ev tesîrek neyînî li ser rewşê dike. Min 20 sal berê got. Di nava kurdan de her diçe xwendin û nivîsandin zêde dibe. Lê axaftina bi kurdî kêm dibe. Ev nakokiyek e.  Ya diyarker ev ziman derbasî nifşê nûhatî debe ya nabe. Bê guman zimanê di talukeyê deû li ber mirinê ye, ji bo wî hilberîna berhemên bi qalîte jî girîng e. Lê ya herî girîngtir berdewayima axaftina bi vî zimanî ye. Eger ew berdewamî nebe û qut bibe, Eger negêje zarokan û zarok bi zimaneki din mezin bibin, her çend berhem zêde bin, her çend nivîskar û rewşenbir zêdebin jî, çîroknivîs zêde bibin jî zêde qîmeta ziman namîne. Ji ber kesên bi vî zimanî biaxivin tüneye. Ji berk u di navbera nifşan de windabûna ziman pêş dikeve.”

Divê her kes ji xwe de dest bi kurdî bike

Farqîn li ser çareseriyê jî rawestiya û wiha got “Hin kurd qala gavên radîqal dikin. Di warê demokrasi û azadiyê de. Divê em di aliyê zimanî de jî gavên radîqal bavêjin. Divê her kes ji xwe, ji mala xwe ji kolan û saziyê xwe dest pêbike. Divê em ziman nekin zimanê ku “Gava hewce bike” pê bipeyivin. Divê di her kêliyê jiyanê û warê jiyanê de ev ziman zimanê sereke be. Divê zimanê nava malê tim û tim kurdî be. Dê û bav tim û tim bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin.

Divê dayik û bav  nekevin xema zarokên wan fêrî tirkî bibin. Ew bixwazin jî nexwazin jî zarokên wan dê fêrî tirkî bibin. Zarokên du zimanî û pir zimanî zanin, ji zarokên yekzimanî zanin jîrtir û jêhatîtir in. Zarok dikare çend zimanan bi hevre hîn bibin. Dîsa ji bo civakek demokratîk, pir zimanî û pir çandî pêş bikeve jî hewce pê heye ku her kes bi zimanê zikmakî biaxive. Mînak ermen li Tirkiye kemar bûn. Lê li malê bi zimanê xwe yê ermenî diaxivin. Ji bo kurdên li Îzmîr, Stenbol û Enqereyêdimîne, derdor hemû bi tirkî diaxivin. Dibe ku li malên xwe bi kurdî biaxivin. Lê li bajarên wekî Amed, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex bajar û qezayên kurdan ev yek derbas nabe. Dema ziman hat qeexekirin û bişaftin li ser kurdan pêş ket, bazar jî, kolan jî û kuçe jî bi kurdî bûn. Daîreyên hikûmetê jî bi kurdî bûn. Lê li kolanan dest pê kirin û niha mala me jî ji me stendin. Lê em dikarin hem malên xwe ji û hem kolanên xwe jî ji wan rizgar bikin. Em dikarin berê bişaftinê bere paşkî bikin. Hin kes hene dibêjin a girîng mirov bi kijan zimanî xwe îfade bike. Meseleya azadiya tekaseki tiştekî din e. Lê memeseleya maf û azadiya gelekî û neteweyeki tişteki din e. Mafê ziman mafekî kolektif e. Divê em mafê kolektif û mafê tekakes tev li hev nekin.”

‘Divê ziman bibe zimanê axaftinê û nivîskî’

Farqînî herî dawî wiha got: “Dema em qala neteweyeki dikin berî her tiştî reng û dengê wan nasnameya wan e. Zimanê wan e. Divê em bi vê hişmendiyê tev bigerin. Divê em bêjin berî her tiştî ziman e û ez hemû xebatên xwe bi zimanê xwe dikim. Ez her tiştî bi zimanê xwe dixwazim. Lê ziman tenê bi axaftinê pêş nakeve. Divê ziman bibe zimanê axaftin û nivîskî. Kengî me bi zimanê xwe berhem ava kirin, ziman dikemile, diedile û pêş dikeve. Divê em karibin xwe perwerde bikin û zarokên xwe jî vê takûleyê rizgar bikin. “