28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piyase – Bertekên li dijî bihayên fatûrayan

Li gor daneyên TUÎK’ê li Tirkiyeyê 30 hezar kes dixebitin. Ji vî 30 hezar kesî jî ji sedî 69 bi mûçeyê kêmtirîn dişixulin. Yanî em dikarin bibêjin ji nîvê xebatkaran zêdetir bi mûçeyên kêmtirîn dixebitin.

Wek tê zanîn ku TUÎK a saziya dewletê serê her mehê enflasyona meha borî parve dike. TUÎK di 3’yê sibatê de jî hem enflasyona meha çileyê hem jî ya salan e parve kir. Lê koma ENAG’ê ya ku ji aliyê aborînasan ve hatiye avakirin daneyên ku TUÎK’ê parve kir derewand.

Li gor daneyên TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 11.10 e û enflasyona salane jî ji sedî 48.69 e, lê li gor lêkolînên ENAG’ê enflasyona mehane ji sedî 15. 45 û ya salane jî 114.87 e.

Li gor daneyên ku hatin parvekirin bihabûna herî kêm di warê ragihandinê de ji sedî 10 pêk hatiye. Li gor heman lîsteya ku hat parvekirin bihabûna herî zêde jî di warê ceyranê de pêk hatiye.

Tevî van bihayan sînorê birçîbûnê 4 hezar û 250 TL ye. Sînorê xizaniyê jî 13 hezar û 843 TL ye. Dema ev dane li ber çavan bên girtin derdikeve holê ku rêjeyeke pir zêde li Tirkiyeyê di bin sînorê birçîbûnê de ye.

Lê li gor vê bihabûnê jî li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê ji sedî 20’î derbas kiriye.

Bi taybet di demên dawî de ji heqê rê bigirin heta xurek û fatûreyan bihayên her tiştî zêde bû. Lê bihayên herî zêde bi faturayên ceyranê re derketin holê. Girêdayê ceyranê hemû berhemên ku di hilberîna wan de ceyran tê bikaranîn jî zêde bûn.

Li gor daneyên heyî belavkirina ceyranê niha di destê şîrketên taybet da ye û ev şîrket ceyranê ji cameweriyê bi erzanî dikirin û bi bihayên zêde difiroşin gel.

Ji ber vê bihabûnê Îro hem li malan hem jî li kargehan fatûrayên ceyranê pir zêde tên. Ji ber wî gel derdikeve qadan. Gelê ku derdikevin qadan dibêjin em nikarin ji bin vê bihabûnê derbikevin û debara xwe bikin.

Girêdayê bihabûna ceyranê li gelek navçe û bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gel daket kolanan û van bihayan protesto kirin. Protestoyên ku li Bazida Agirî dest pêkirin pêl bi pêl li navçe û bajarên din jî belav bûn.

Heta niha li Bazid, Gever, Farqîn, Qoser, Îzmîr, Artvîn û gelek bajar û navçeyên din ev bihabûn bi girseyî tên protestokirin û di van protestoyan de dirûşmên ‘hikûmet îstîfa’, ‘dewlet îstîfa’ berz dikin.

Ji bilî protestoyên ceyranê niha ajokarên komyon û tiran jî ji ber bihabûna mazotê dê 5 rojan nexebitin û motorkuryeyên ku wek esnaf tên hesibandin jî ji bo mafên xwe di nav çalakiyan de ne.

Her wiha dewlet Cemeviyên ku elewî îbadetên xwe li dikin jî wek îbadetxaneyan nabîne, wek tîcaretxaneyê dihesibînin û ji ber wî jî fatûrayên wan yên ceyranê jî li gor esasen tîcaretxaneyan tê birîn. Ji ber fatûrayên ku ji 30 hezarî derbas kirine ne konfederasyona Komeleyên Alewiyan jî biryar da ku dê cemevî fatûrayên xwe yên ceyranê nedin.