spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civana Jinan – Jinan her girtigehek veguherandin akademiyê

Bi hişmendiya netewe dewletiyê re kurd tune hatin hesibandin û ziman û hebûna wan bi sedan salane ku tê parçekirin. Kurdên ku li çar aliyên Kurdistanê li hemberî vê zilma dij mirovî li ber xwe didan rastî kuştin, qirkirin, binçavkirin hatin û 10, 15, 20, 30 salan di girtîgehan de man û dimênin. Wek beşek ji berxwedanê li girtîgehan jî afirandina berhemên wêjeyî û nivîs in. Nivîskariya li girtîgehan bi serê xwe bûye qadeke afirandinê. İro li girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî hene. Hema bêjin her yek ji wan wextê xwe bi awayekê têr û tije derbas dikin; dixwînin, diafirînin, xêz dikin û dinivîsînin.

Her çiqas ku zîndan ji aliye hişmendiya serdest ve bi armanca ‘cezakirin’, ‘ıslahkirin’ û qaşo terbiyekirinê hatibin avakirin jî ev yek bi rastiya kesayetên şoreşger re bi her awayî guheriye. Di her girtîgehên ku şoreşger tê de heyî de li hemberî îşkenceya fîzîkî û psikolojîk berxwedan di warê nivîskariyê de jî ji bo ziman û wêjeyê tê dayîn. Kurt be jî me xwest di vê bernamyê de em berê xwe bidin nivîskarên jin ên li girtîgehan. Yek ji van jî helbestvan Leyla Sarac e ku nêzî 12 salan di girtîgehê de maye û wê jî bi helbestên xwe yanî bi afrîneriyê li ber xwe daye.

Li girtîgehan şert û mercên ji bo nivskariyê çi ne? Gelo di wan mekanên ku bi her awayî ji jiyanê hatine bêparkirin çawa dibe ku her yek ji wan bûye akademiyekê? Leylayê li girtîgehê bi gelek nivîskarên jin ên wek Rojbîn Perîşan, Mizgîn Ronak, Şadiye Manap, Raperîn, Medya Yaklav û bi dehan jinên din ên afrîner re maye.