spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MED-DER’ê 15-21 sibatê  heftiya ‘Roja Zimenê Kurdî’ îlan kir

Komeleya Mezopotamya ya Çanda Ziman û Lekolîne (MED-DER) ji bo 21’ê sibatê li Şaxa 2’emîn Sendikaya Karkeran Zanîstî û Perwerdeyê  (Eğitim Sen) civîn li dar xist. Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî û mamosteyê MED-DER’ê beşdarî civînê bûn.

Di 21’ê Sibatê de belgenameyan didin

Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî li ser giringiya mamosteyî kurdî rawestiya û wiha got: “Şagirtên me dê di 21’ê Sibatê de belgenameyên xwe bistînin. Em hemû zanin ku bingeha netewekê bi avakirina mamostetiyê girêdaye. Ji ber vê yekê kurd gelek caran ji zimanê xwe hatin dûrxistin. Ji bo vê yekê mamostetî li cem kurda cihêkî pir taybet digire.”

Ronî bal kişand ser armanca civînê û wiha got: “Armanca me em weka MED-DER’ê kêmasiyê xwe bimînin û em ji çavdêrên mamosteyê xwe sûd wergirînin û ji bo paşerojê plansaziyekê derxin holê.”

Ronî herî dawî anî ziman ku dê bi mamosteyan re planê çêkin û wiha got: “Em bawer dikin ku em ê bi mamosteyên xwe re xeyalên Faqiyê Teyran, Maleyê Cîziri, Tahiri Hariri û her wekî din pêk bînin. Em 15-21’ê sibatê li her deverê Amedê wekî roja ziman îlan dikin.”

Zêdeyî 700 kesan serlêdan kir

Mamosteya MED-DER’ê Dîlan Guvenç jî bal kişand ser plansaziya siberojê û wiha axivî: “Zêdeyî 700 kesan ji bo perwerda zimanê kurdî serîlêdan kirin. Em ê ji bo perwerdeyê polan amedê bikin. Ji bo kesên li Amedê najîn jî em ê bi rêya onlinê berwerdehiyê bidin.”