11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Beştaş: Dijminantiya kurdan dikin

Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş 88 roj in li Baroya Amedê didome. Parlementera HDP Meral Daniş Beştaş û rêveberên HDP tev li çalakiyê bûn. Beştaş di serdana malbatan de bal kişand ser zehmetiya girtîgehan û wiha got: “Girtî li Tirkiyeyê û Kurdistanê gelek name û agahiyan ji me re dişînin. Em di hemû nameyan de dibînin ku di girtîgehan de jiyan zor e. Dem ji bo girtîgehan gelek zehmet derbas dibe. Em li dijî vî tiştîne. Divê ev qedexirin, zilm û zorî bi dawî bibe.”

Mafê girtiyan binpê dikin

Bektaş anî ziman ku girtî gava ku nêzî mirinê dibin wana talîyê dikin û wiha berdewam kir: “Girtîgeh ne ciyê mirinê ne. Girtî li girtîgehan emanetî  dewletê ne. Li gorî hiqûqa mafên mirovan, li derve mafê mirovan çiye, mafê girtiyan jî heman tişt e. Mafê girtiyan ê tenduristî û agahdariyê heye. Lê van mafan binpê dikin.”

AKP-MHP dirûtiyê dikin

Beştaş qala dirûtiya AKP û MHP kir û wiha domand: “Nêzîkatiya AKP û MHP dirûtiye. Dengê dayikan nabihîzin. Dijminantiya li dijî kurdan li ser girtiyan nîşan dide. Dayîkên kurd li Amedê, Wanê û Stenbolê dibêjin ‘Em aştiyeke rûmet dixwazin’ Ev deng diçe AKP û MHP’ê. Lê xwe ker dikin.”

4 pirsgirêkên girîng

Beştaş bal kişand ser pirsgirêkên girtîgehan û wiha axivî: “4 pirsgirêkên herî girîng hene. Divê nexweşên girtî bi lêz bên berdan. Divê bi lez dawî li lêgerîna tazî bînin. Divê demildest înfazê neşewitînin dawî li darizandina siyasî bînin.”

Beştaş bang li herkesî kir û wiha got: “Em tev li mafê xwe xwedî derkevin. Em malbat û dayikan bi tenê nehêlin. Em bawerin ku edalet dê cihê xwe bibîne.”