9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piyase – Ji 2000 vir ve bihayên benzînê

Di demên dawî de hema bibêjin her hefta herî kêm 2-3 caran bihayê benzîn û mazotê diguhere. Ev guhertin bandora xwe li her qadên jiyanê jî dike. Li gor daneyên heyî dema em li gor kûra dolaran bihayên benzînê binêrxînin em dibînin ku guhertinên zêde çênebû ne. Lê dema em daneyên bihayên benzînê li gor TL binirxînin wê demê em dibînin ku benzîn 10-15 qat zêdetir bûye. Di sala 2000’î de dolarek 62 qirûş bû. Tenê 62 qirûş. Dema em roja me difikirin ev nirx ji me re pir kêm tê. Em ê bi lîtreya benzînê re li nirxê dolar jî binêrin. Ji ber ku benzîn û petrola ku tê kirîn bi dolar tê standin.

Em werin ser mijara xwe. Di 2000’î de benzîn 59 quriş bû.  Me dikaribû bi 100 TL’yî 170 lître benzînê bikiriya. Ji ber qeyrana aboriya 2001’an de lîtreya benzînê bû 1 noqte 24 qirûş; Me wê demê dikaribû bi 100 TL’yî 80 lître benzînê bikiriya. Di sala 2001’an de dolarek 1 noqte 22 qirûş bû. Di çend salên dawiya qeyrana aboriya 2001’an de TL li hemberî dolar nirx wenda kir. Ji ber vê nirx wendakirina TL bihayê benzînê jî zêde bû. Dolar di sala 2005’an de 1 noqte 34 qirûş bû. Yanî me dikaribû bi 100 lîrayê 38 lître benzînê bisenda. Em ji sala 2005’an werin sala 2009’an. Di sala 2009’an de dolar 1 noqte 55 qirûş,… lîtreya benzînê jî 3 noqte 38 qirûş bû. Em di vir de dîsa 100 TL’yê xwe bigirin dest. Belê me di 2009’an de dikaribû bi 100 tl yê xwe 30 lître benzînê bikiriya. Her sal bi nirxwendakirina TL bihayên benzîn û mazotê jî bihabûn. Vê bihabûnê ji çandinî heta heqê rê ji heqê rê heta xurekan bandora xwe li her tiştî kir. Di sala 2010’an de lîtreya benzînê 3 notqe 87 qirûş bû,… bi 100 TL’yî 26 litre benzîn dihat kirîn. Di sala 2011’an de lîtreya benzînê bi 4 noqte 29 qirûşî bû û bi 100 TL yî 23 lître benzîn dihat kirîn. Di sala 2012’yan de litreya benzînê bû 4 noqte 57, di sala 2013’yan de benzîn bû 5 TL û bi 100 TL yî tenê 20 lître benzîn dihat kirîn. Di navbera salên 2014 û 2015’an de her çiqas li hemû cîhanê di nirxên petrolê de kêmbûneke çêbûbe jî ev ji bo Tirkiyeyê zêde derbasdar nîn bû. Çinkî hikûmeta AKP’ê ji destpêka desthilatdariya xwe heta niha di rêbazên aboriyê de têm dikeve kêmasiyan. Di salên 2016 û 17’an de jî bihayê benzînê li Tirkiyeyê zêde bûn. Em werin sala 2018’an. Lîtreya benzînê 6 noqte 24 qirûş bû. Bi wî 100 TL yî ku me dikaribû di sala 2000’î de pê 170 lître benzînê bikiriya, di sala 2018 de êdî em dikarin 16 lître benzînê bikirin. Di sala 2019’an de lîtreya benzînê 7 TL’yî derbas kir.

Em di sala 2019’an de bisekinin. Gelo ji ber çi em ê bisekinin ?

Ji ber ku êdî di 2-3 salên dawî de mirov nikare bibêje bihayê filan tiştî di vê salê de li Tirkiyeyê vê reqamê ye. Bi taybet jî di sala 2021’an de. Di dawiya 2021’an de TL li hemberî dolar zêde nirx wenda kir û dolarek ji 18 tl yî derbas kir û girêdayî wî bihayên her tiştî zêde bû. Em dikarin bibêjin tenê di çend mehên dawî de ji dehan caran  zêdetir bihayê benzînê guheriye û niha mijara ku herî zêde zehmetiyê dide welatiyan jî ev bihabûn e. Bihayên nefta xav ku bingeha sotemeniyê pêk tîne li bazarên cîhanê li gor dowîzan tê bikaranîn û her roj diguherin. Lê me dubare got van guhertinan guhertinên zêde nînin. Lê em di çend bernameyan de ye ku dubare dikin nirxwendakirina TL bihayên her tiştî zêde dike. Lê hikûmeta AKP-MHP’ê ne dikare vê bêîstîkrariya di nav Tirkiyeyê de sererast bike ne jî dikare rexneyên ku li ser van bihayan tên kirin çareser bike. Herî dawî em wiha bibêjin dolar niha 13 tl û nîv e bihayê benzînê jî di seriya 14 tl yî de ye û lêçûnên jiyanê ji her salê zêdetir in.