7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zumrut: Dê 500 jin li pêş CPT’ê çalakiyê pêk bînin

Hevseroka KCKD-E Zubeyde Zumurt diyar kir ku dê 500 jin di 27’ê Sibatê roja sêyemî li ber CPT çalakiyê pêk bînin û helwesta wê ya ku neçû serdana Îmraliyê şermezar bikin.

Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), li ser malpera xwe diyar kir ku navbera 13-22’ê Sibatê de hat Tirkiyeyê. CPT di malperê de anîbû ziman ku li Tirkiyeyê hin girtîgeh ziyaret kirine û der barê Îmraliyê de jî ji rayedarên dewletê agahî girtine. Li gel ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in di tecrîda giran de ye û 35 mehin tu agahî jê nayê girtin jî dîsa Heyeta CPT beyî ku Ocalan û girtiyên li gel wî ziyaret bike paşve vegeriya. CPT ku di serdana xwe de neçû Îmraliyê, der barê mijarê de  got; ‘Heyet bi wesîleya serdanê, niha der barê rewşa girtiyên îmraliyê de, hinek mijar anîne rojevê.’

CPT neçû serdana Îmraliyê û vê yekê rê li bertekan vekir. 500 jin dê li diji vê helwesta CPT’yê di 27’ê Sibatê de li ber CPT çalakiyê pêk bînin. Hevseroka KCKD-E Zubeyde Zumurt ji JINNEWS’ê re axivî û da zanîn ku armaca çalakiyan wan protestokirina tecrîdê û neçûyîna Îmraliyê ye. Tê payîn ku jin dosyayekê der barê mijarê de bidin CPT’ê.