28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Azadiya Ocalan dê çareseriyê bîne’

Heyeta Delegasyona Navneteweyî piştî serdanên saziyên hiqûq, mafên mirovan, DEM Partî û Nobeda Edaletê kir, diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan dê rê li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd veke.

Heyeta Delegasyona Navneteweyî ya Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî û li Dijî Tecrîdê ku ji bo rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lêkolîn bike hatibû avakirin, di 20-21’ê  Sibatê de hatin li Stenbolê sazî ziyaret kirin. Heyetê ewil serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir. Heyetê piştre ÎHD û DEM Partiyê û Nobeta Edaletê ziyaret kir.

Heyetê di serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê de diyar kir ku cihê tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hiqûq û zagonan de tune ye. Endamên heyetê destnîşan kirin ku nêzîkatiya dijî gelê kurd û li dijî Rêberê Gelê Kurd Ocalan raste rast bi hev ve girêdayî ye. Wekî ‘Dîlê siyasî’ ji gel qut dikin. Ji ber ku bandora peyamên dişine derve gelek zêde ye. Peyamên Ocalan polîtîkayên îktîdarê yên şer pûç dike.

DMME’ê biryara hevdîtinê dabû

Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê Evren Çevîk têkildarî serdena heyeta delegasyona Ewropayê çavdêriyên xwe parve kirin. Evren Çevîk, anî ziman ku heyetê diyar kiriye ku wan serî li DMME û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dane û xwestine ku parêzer û malbat bi Ocalan re hevdîtin bike. Li vir jî biryar hatiye dayîn ku parêzer û malbat hevditinan bikin. Lê Tirkiye ev biryar li ber çavan negirtine. Heyetê anî ziman ku ji bo tecrîd bi dawî bibe, lazim e saziyên navdewletî jî têkevin nava tevgerê.

Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Evren bilêv kir ku heyetê di daxuyaniyê de jî aniye ziman ku meseleya kurd bi rêya siyasî neyê çareserkirin, dê bandorê li ser gelên Tirkiyeyê bike.

Evren da zanîn ku heyetê serdana şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê jî kiriye û li vir nûnerên OHD û HDK’ê jî tev lê bûne û li ser rewşa girtîgehan û binpêkirina mafên girtiyan agahî dane.

Evren anî ziman ku heyetê dîsa bi rêveberên DEM Partiyê re jî hevdîtin kiriye û wiha got: “Li vir wekîlê Koma Dem Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Berdan Ozturk û Ebru Gunay amade bûn. Di hevdîtinê de gotin ku êdî lazim e tecrîd bi dawî bibe û Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe. Nûnerên DEM Partiyê anîn ziman ku çawa di pêvajoya çareseriyê de rola Ocalan a pêşengiyê girîng bû îktîdar û civak xurt bû, niha jî dîsa şertên Ocalan bên rastkirin û karibe rola xwe bilîze, dê dîsa Tirkiye dê bêtir azad û demokratîk bibe.”

Azadiya Ocalan dê çareser bike

Evren bibîr xist ku heyetê roja din çalakgerên Nobeda Edaletê jî ziyaret kiriye û wiha axivî: “Dayikan li vir xwestin ku tecrîd bi dawî bibe û Ocalan azad bibe. Heyetê herî dawî Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê ziyaret kir. Li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Li vir gotin ‘Em wekî nûnerên partiyan û parlamenterên Ewropayê hatin Stenbolê. Me bi parêzerên Abdullah Ocalan, Komeleya Mafên Miroavan, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, Kongreya Demokratîk a Gelan, saziyên rêxistinên civakî û Nobeda Edaletê re hevdîtin kirin. Ji ber xebatên parêzer û parazvanênn mafên mirovan ên der barê rewşa girtîgehan û zextên li ser girtîyan de, em spas dikin. Em bawer dikin ku Abdullah Ocalan serbest bê berdan, dê pêvajoya çareseriyê ya li ser esasê lihevkirinê û çareseriya pirsgirêka kurd pêş bikeve.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê