spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Açil: Ziman, çand û şano hêz didin hev

Yek ji koma şanoyê ya ku bi xebatên xwe hewl dide şanoya kurdî zindî bike Şaneşîn e. Em der barê xebatên Şaneşînê de bi şanoger Erdal Açil re axivîn.

Bi salane qedexe û astengkirina li ser şanoya kurdî berdewam dike lê tevî van zextan jî şanogerên kurd li ber xwe didin û xebatên xwe berfirehtir dikin. Yek ji koma şanoyê ya ku bi xebatên xwe hewl dide şanoya kurdî zindî bike Şaneşîn e. Em der barê xebatên Şaneşînê de bi şanoger Erdal Açil re axivîn.

Şanoger Erdal Açil da zanîn ku Şaneşîn di nav şanoya kurdî de wek simbileke şîn bûye û ev tişt anî ziman: “Ji roja ku me dest bi xebatên xwe kiriye heta niha ji ber ku em bi temaşevanan re bûne yek bi rastî em nizanin çiqas dem e, em xebatên xwe dimeşînin. Avakirina Şaneşînê bi xwe serkeftinek e, elbet ji ber kêmasiyên teknîkî em nikarin behsa avakirina tam bikin. Lê em îro dikarin xebatên xwe yên kurdî li ser dika Şaneşîne pêş bixin û çanda şanoyê li Mêrdînê belav bikin. Bi xebatên xwe em bawer in ku em ê armanca Şaneşînê bi cih bînin.”

Ziman, çand û şano

Şanoger Açil diyar kir ku çand û ziman ji bo civakê du faktorên girîng in û wiha got: “Her civak bi çand û zimanê xwe li ser piyan dimîne. Kurd di jiyana xwe ya rojane de bikaranîna tiştên folklorîk çanda xwe diparêzin. Şano bi xwe jî hêza xwe ji vê çandê digire û di aliyek de rê li ber belavkirina çandê jî vedike. Dema mirov li ser dikê ye ew çand û zimanê ku bi temaşevanan re bi rêya lîstikê geş dibe dibîne. Ev şînbûna ziman û çandê bi temaşevan re bajar bi bajar û kolan bi kolan diherikîne. Ji ber wê şano, ziman û çand wek dar, ax û avê ne, yek ji wan tune be wê yên din hişk bibin.”

‘Huner rêya xwe dibîne’

Açil di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Desthilatdarên demê li gor berjewendiyên xwe yan hunerê qedexe kirine yan jî serbest berdane. Lê hêza tu serdestan di tu demê de têr nekiriye ku hunerê ji holê rabike. Huner weke avê ye di her demê de rêya herîkîna xwe bi xwe diyar kiriye. Îro jî bi heman awayî li dijî zextan rêya xwe dibîne.”

Erdal Açil bal kişand ser şanoya bi kurdî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çawa ku her gul di bexçeyê xwe de bi axa xwe û bi ava xwe xweşik e, şanoya kurdî ji bi kurdî xweş e. Şanoya kurdî ji bo neteweya kurd xwedî wateyeke mezin e. Ji ber vê yekê ye ku barê şanoya kurdî jî giran e. Îro wek şanoger tiştên ku me daye ser milê xwe ji bo sibê ev çand li ser piya bimîne girîng e. Ji ber vê yekê em ji ciwanan re dibên xwedî li vê qadê derbikevin. Ji ber ku ciwanên îro lehengên pêşerojê ne.”

‘Ziman pir e’

Şanoger Erdal Açil bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di nav civaka kurd de civanên gelek biqîmet û biqabiliyet hene ku dixwazin beşdarî şanoyê bibin. Lê tirsa wan ji bikaranîna ziman, ji axaftinê heye. Ziman bi mirov, mirov bi malbat, malbat bi kolan, kolan bi bajar, bajar bi yekbûnê li ser xwe dimîne. Ziman amûrek gelek girîng e di navbera îro û sibê de. Kesên ku îro zimanê xwe têr nebîne sibê nikare behsa zimanê xwe bike.  Ji bo çand û ziman ji holê ranebe divê em karibin ciwanan bi perwerde û çalakiyan li hev bicivînin. Bi vê hişmendiya ku wê fêr bibin ez bawerim ji bo pêşerojê binesaziyekê baş dê ava bibe. Ji ber vê yekê em dibên bijî şanoya bi zimanê xwe.”