30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berdevka YJK-E’yê Kezban Dogan: Azadiya Rêber Apo azadiya cîhanê ye

Berdevka YJK-E û endama TJK-E’yê Kezban Dogan anî ziman ku bi mîtînga ku li pêş Konseya Ewropa û CPT pêk bînin dixwazin erk û berpirsiyariya CPT û KE’yê bînin bîra wan û got: “Tenê armancek me heye. Ew jî azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo azadiya cîhanê ye.”

KCDK-E’ TJK-E’yê plan kiribû ku di navbera 15-19’ê nîsanê de li pêş Konseya Ewropayê (KE) û CPT’ê ku saziya li dijî îşkenceyê ye çalakiya rûniştinê li dar bixe. Lê bi hinceta ne li gorî hiqûqê ye welatên Ewropa asteng kirin. Têkildarî astengkirina çalakiyên 5 rojan û mîtînga ku li pêş KE û CPT bê lidarxistin, Berdevka YJK-E û endama TJK-E’yê Kezban Dogan ji Rojnameya me Xwebûnê re axivî.

‘Hevkarên komployê çalakî asteng kirin’

Berdevka YJK-E’yê Kezban Dogan anî ziman ku CPT qaşo li dijî îşkenceya li zindanan e û wiha got: “Mixabin çawa ku di komploya navdewletî de hêzên desthilatdar rola sereke dilîzin, di vê çalakiyê de careke din rola xwe ya sereke lîstin. Helwesta xwe nîşan dan û çalakî asteng kirin. Di berdêla vê çalakiya 5 rojan de dê mîtîngeke girseyî di pêşengiya KCDK-E û TJK-E’yê di 15’ê Nîsanê de bê li darxistin. Di vê mîtînga girseyî de hemû nûnerên ku di 10’ê cotmehê pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurdistanê re çareseriya siyasî” de cih girtin, dê amade bibin. Dê ji gelan gelek nûner beşdarî vê mîtîngê bibin. Ev mîtîng dîsa li gorî plansaziya me li pêş Konseya Ewropayê û CPT bê lidarxistin. Dê ji hemû welatên Ewropayê wekî Holanda, Belçîka, Swîsre, Almanya, Fransa, Avûstûrya, îtalya dê gelê me ber bi Strasboûrgê ve biherike.”

‘Fransa bi gur re dikuje, bi şevên re digirî û bi xwedî re şînê dike’

Berdevka YJK-E’yê Kezban Dogan, bal kişand ser sedema astengkirina çalakiya 5 rojan û wiha got: “Em astengkirina vê çalakiyê girêdayî komploya navdewletî dibînin. Neteweyên Yekbûyî ku di nava komployê de cih girt, roleke sereke dilîze. Dîsa rola welatên Ewropa yên girêdayî NATO jî di vê astengiyê de zêde ne. Dema em li serkêşê vê komploya navdewletî dinerin, çawa ku Îsraîl û DYA serkêşiya komployê dike, welatên Ewropa jî rolek sereke di komployê de dilîze. Ingilistan, Almanya û Fransa rola herî zêde dilîzin. Fransa di polîtîkaya xwe de vê yekê dixe pratîkê. Hem 2 komkujiyên li Parîsê pêk hatin,. Hem jî di demên dawî de welatiyên me digirin û teslîmî dewleta tirk dikin. Ev nîşan dide ku ji bo tunekirina gelê kurd di nava tevgerê de ne. Fransa bi van kiryarên xwe hemû polîtîkayên Tirkiyeyê yên li dijî gelê kurd dipejirîne. Gotinek pêşiyan heye. Dibêje ‘Bi gur re dikujin, bi şivên re digirîn û bi xwedî re şînê dikişînin.” Di serî de Fransa, polîtîkaya welatên ewropa jî wisa ye.”

‘Em ê erka KE û CPT bînin bîra wan’

Berdevka YJK-E û Endama TJK-E’yê Dogan bal kişand ser armanca mîtînga ku di 15’ê Nîsanê de pêk bê û wiha axivî: “Bi deh hezaran gelê me dê biherike Mîtînga ku li pêş Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê pêk bê û daxwazên xwe bîne ziman. Armanc û daxwaza me ew e ku em erk û berpirsiyariya van saziyan bînin bîra wan. Hem Konseya Ewropa û hem jî CPT dema em li binesazî û armanca avakirina wan dinerin, qaşo ji bo demokrasî, parastina mafên mirovan, qaşo li dijî îşkenceyê û parastina hemû mafê jiyanê ye. Lê em nêzîkatiya van saziyan a 25 salan a li dijî îşkenceya li Îmraliyê dînin aliyekî, di sibata 2024’an de CPT ya ku xwe li dijî îşkenceya zindanan nîşan dide, çû Tirkiyeyê û bi daxuyaniyekê encama gera xwe parve kir. Lê di daxuyaniyê de anî ziman ku neçûye Îmraliyê. Îmralî cihê herî zêde polîtîkayên faşîzmê li wir dikevin meriyetê. Herî zêde îşkence û binpêkirina mafên mirovan li Îmraliyê pêş dikeve. Îmralî seranser cihê îşkenceyê ye. Mirov nikare tenê wekî zindanek ji rêzê pênase bike. Ew pergala hêzên desthilatdar ên ku dixwazin li dijî hemû mirovahiyê desthilatdariya xwe pêş bixin û pergala xwe mayinde bikin. Îmralî mînaka pergala hêzên desthilatdar e. Di daxuyaniya CPT de me tiştekî li dijî îşkenceya Îmraliyê nedît. Em ê li pêş CPT û KE’ê mîtîngê li dar bixin û erka wan bînin bîra wan. Ew li ser kijan zagonê hatine avakirin? Reklama ku ji gelan re dikin çima pêk nînin? Divê berî her tiştî bingeha wan zagonan ava bikin. Divê binê van saziyan bi mafên mirovan, demokrasî, edalet û parastina nirxan dagirin. Divê li dijî îşkenceyê rawestin. Em ê bi mîtîngê erka wan bînin bîra wan. Wekî dostên kurdan û Rêber Apo û wekî gelê kurd em ê diyar bikin ku em polîtîkayên wan zanin. Em ê li wir wan polîtîkayên wan teşîr bikin.”

‘Hemû stran dê ji bo Rêber Apo ben strîn’

Dogan, anî ziman ku dostên kurdan ên di 10’ê Cotmehê de tev li pêngavê bûn, dê di mîtîngê de jî rolek sereke bilîzin û wiha lê zêde kir: “Ev çalakî girêdayî pêngava ku di 10’ê Cotmehê de hatibû destpêkirin. KDCK-E sîwana me ya hemû welatên Ewropayê ye. TJK-E ji sîwana xweser a Tevgera Jin a hemû Ewropayê ye. Hemû pêkhateyên girêdayî van sîwanan tev li vê çalakiyê bibin.  Di vê çalakiyê de dê gelek axaftin bên kirin. Kesên navdar, siyasetmedar, pêşengên  çalakiyê û dostên me dê beşdarî mîtîngê bibin û axaftinan bikin. Dê hêzên desthilatdar hişyar bikin û erka wan bînin bîra wan. Piştî axaftinan dê girêdayî pêngavê muzîk jî hebe. Hemû stran dê ji bo Rêberê Gelan Rêber Apo bên strîn.”

Di 20’ê nîsanê de dê dest bi kampanya îmzeyan bikin

Kezban Dogan bal kişand ser kampanya 20’ê nîsanê jî û wiha berdewam kir: “Em ê di 20’ê Nîsanê de kampanya îmzeyan bidin destpêkirin. Em ê van îmzeyan ji CPT re bişînin.”

‘Me xwe li azadiya Rêber Apo kîlît kiriye’

Kezban Dogan, destnîşan kir ku ji 10’ê Cotmeha 2023’an heta niha, di serî de jinên kurd ên li dîasporayê dijîn, me xwe tenê di hedefekê de kîlît kir. Gelê kurd ên li dîasporê dijîn jî xwe bi heman rengî li hedefekê kîlît kiriye. Hemû dostên Rêber Apo yên hemû cîhanê jî xwe di hedefekê de kîlît kirine. Heta ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bê, em ê hemû rê û rêbazên çalakiyên demokratîk pêş bixin. Em ê konferans û civînan li ser vê hedefê pêk bînin û berdewam bikin. Heta ku dîlgirtina  Rêber Apo bi dawî bibe çalakiyên me dê bidomin. Kampanya îmzeyan jî girêdayî vê pêngavê ye. Sendîkaya Başûrê Efrîqayê jî li zer Medya Dijî tal kampanya îmzeyan dabû destpêkirin. Wekî Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) jî em kampanya îmzeyan dest pê dikin. Em ê bi vê kampanyayê CPT şermezar bikin û îmzeyan ji wan re bişînin. Li dijî vê polîtîkayê em îmzeyan ji CPT re dişînin.”

‘Azadiya Rêber Apo azadiya Rojhilata Navîn û hemû cîhanê ye’

Berdevka YJK’E’yê Kezban Dogan, herî dawî destnîşan kir ku wan wekî Tevgera Jin her tim gotine ‘Azadiya te azadiya me ye’ û wiha got: “Me xwe tenê di armancekê de kîlît kiriye. Ev jî azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Girêdayî vê em ê serî li hemû rê û rêbazên wekî konferans, mîtîng, kampanya, komcivîn, kongre, panel, semîner, aliyê hiqûqî, dîplomasî û çandî bidin. Di her aliyê çalakiyan de tenê armanca me azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Hemû stran û çalakiyên me û hemû xwerêxistinkirinên me jî tev ji bo azadiya Rêber Apo ye. Bi rastî jî azadiya Rêber Apo ne tenê azadiya jinê ye. Ne tenê azadiya gelê kurd û azadiya Rojhilata Navîn e. Azadiya Rêber Apo azadiya tevahiya cîhanê ye. Ji bo vê yekê heta azadî bi ser bikeve, kî çi ji destê wan tê bikin. Divê her kes ji bo azadiya Rêber Apo bi her awayî xwe kîlît bike.”