27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEM Partiyê projeyên ji bo zarokan eşkere kir

DEM Partiyê plan û projeyên hilbijartinê ya ji bo zarokan eşkere kir.

Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen a li navçeya Sûrê ya Amedê plan û projeyên Hilbijartinê ya Zarokan eşkere kir. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, namzetên hevşaredariyê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

Hevbedevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê û Parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneş daxuyanî xwend. Berîtan Guneş anî ziman ku ew ê qada siyaseta demokratîk bi hêmanên herêmî bihonin û wiha got: “Em ê bajaran bi hemû niştecihên wan re bi rê ve bibin. Em ê hemû warên jiyanê bi hêmanên herî zîrek ê herêman, bi zarokan, ji nû ve ava bikin. Em ê jiyana nû ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê bi zarokan re ava bikin.”

Plan û Projeyên DEM Partiyê yên hilbijartinê wiha ne:

* Hemû saziyên zarokan yên ku bi khk’yan, bi destên waliyên kolonyalist ji gel hatine stendin em ê ji nû ve ava bikin û bi pêş bixin.

*Ji bo ku politikayên zarokan bi rê ve bibin em ê li şaredariyên xwe Serokatiya Daireya Politikayên Zarokan ava bikin. Di yekîneyên di nava Daîreyê de dê bên avakirin; Li gorî mafê beşdarbûna zarokan, em ê bi zarokan re weke amûreke siyaseta demokratîk meclîsên zarokan ava bikin, ku li ser jiyan û qadên xwe yên jiyanê bibin xwedî gotin û bibin kirdeyên pêvajoyên siyaset û biryargirtinê.

* Em ê teşwîq bikin ku meclîsên zarokan ên li herêmên cuda hatine avakirin bên cem hev û xebatên hevpar bimeşînin. Bi vî awayî em ê rê li meclîsên zarokan ên li herêmên cuda vekin ku li dora ajandayên hevpar kom bibin û aqilmendiya kolektîf ji bo çareserkirina pirsgirêkan bidin jiyandin.

* Ji bilî avakirina cihên ku zarok sûdê jê bigirin (park, pirtûkxane û hwd.), em ê li ser bingeha “Lijneya Şêwirmwndiya Zarokan” ku dê di nav meclîsên zarokan de bê avakirin, bajaran bikin dostên zarokan.

* Ji bo ku em li dijî xizaniya zarokan têbikoşin û nehêlin zarok bibin karker em ê hewl bidin tevî mafê ewlehiya dahata bingehîn, lêniherîna tenduristî, xanî û çûnûhatinê bê pere peyda bikin.

* Em ê tevî zarokan Kooperatîfên Ekolojîk ên Zarokan ava bikin da ku zarok wekî kirdeyên jiyanê di nav ekonomiya hevgirtinê de fêr bibe, serpêhatiyan bijî.

* Em ê bi zarokan re akademiyên zarokan ava bikin da ku zarok bikaribin bi zimanên xwe yê zikmakî çalakiyên çandî-hûnerî, zanistî, sportîf bike û di nav civakê de cihekî ji xwe re ava bike.

* Li dijî kirinên tarîqat, cemaat û pêkhateyên din ên li ser referansên Îslama Siyasî ku olê dixin amûrek û zarokan dikin mijara rojeva xwe ya siyasî; Em ê bi mekanîzmayên wekî meclîsên zarokan, akademiyên zarokan û kooperatîfên zarokan ên li ser bingeha feraseteke azadîxwaz û laîk, bi zarokan re bi hev re jiyaneke nû ava bikin ku li gorî mafê tevlîbûnê wekhev hatiye avakirin.

* Ji bo pêşîgirtina li xizaniya zarokan em ê polîtîkayên xwe pêş bixin. Em ê li her taxê bankayên xwarinê yên nêzîk ava bikin da ku zarok bigihîjin mafê xwarina têr, hevseng û tendurist.

* Em ê bi zarokan re û li gorî hewcedarî û pirsgirêkên zarokan polîtîkayên zarokan pêş bixin. Em ê budçeya hesas a zarokan pêk bînin.

* Em ê di hemû qaîdeyên qanûnî yên şaredariyan de pratîka “Nirxandina Bandora Zarokan (ÇOED), esas bigirin.

* Em ê hemû tedbîrên pêwîst bistînin da ku zarokên neurodiverse bikaribin bi azadane tevlî hemû qadên jiyanê  bibin.

* Em ê ji bo ku zarokên neurodiverse bikaribin serbixe bijîn hemû perwerdeyên mîna ergoterapi, terapiya lîstikê, terapiya axaftinê yek û yek, bê pere û bê sînor bidin.

* Da ku em zarokên xwe ji her cureyê bêhişkerê biparezin em ê hemû tedbîrên xwe bigirin.

* Ji bo bidawîkirina tiryakê ku weke yek ji polîtîkayên şerê taybet tê bikaranîn û heta temenê 9 salî li tevahiya Tirkiyeyê tê bikaranîn, bi derxistina polîtîkayên bi bandor em ê ji bo malbat û zarokan perwerdeyên hişyariyê organîze bikin.

* Em ê beşdariya wekhev a zarokên koçber û penaber di hemû qadên jiyana civakî de ava bikin.

* Ji bo pêşî li îstîsmara zarokan a di bin navê zewacê de bê girtin em ê awayekî aktîf têbikoşin û xebatên hişyarkirine li dar bixin.

* Em ê çûnûhatina bajêr û beşdarbûna çalakiyên candî ji bo hemû zarokên heta 18 salî bêpere bikin.

* Em ê li ser tenduristiya ciwanan ji bo hemî zarok û dê û bavan xebatan bikin.

* Ji bo ku hemû zarok bi taybetî jî keç bikaribin perwerdeya xwe bidomînin, em ê xizmetên weke wargeh, servîs û înternetê bê pere bidin.

* Em ê xizmetên lênêrîna zarokan belav bikin.

* Em ê kreşên pirzimanî ava bikin û bi domahîya rojê em ê xizmetê bidomînin.

* Em ê kuçeyan, parkan û hemû cihên lîstikê ji bo zarokên neurodiverse ewle û berdest bikin.

* Em ê ji bo zarokan navendên zanist, xweza û çandê ava bikin.

* Em ê lîstik, çîrok û cîrokên zarokan berhev bikin da ku bîra kollektîf ji nifşên nû re were veguhestin. Em ê mala çîrokan ava bikin da ku zarok bikaribin xwe bigihînin van berhemên berhevkirî.

* Ji bo rê li ber bişaftina çandî bê girtin, em ê li hemû deran “Malên Muzîkê yên zarokan” ava bikin, ku awazên kevneşopdar tê de têne tomarkirin û ev awaz û hunermendên kevneşopdar ji nifşên nû re têne fêr kirin.

* Ji bo pêşîgirtina li her cure şîdet û îstîsmara li dijî zarokan em ê tedbîran bigirin. Bi vê armancê em ê li dijî îhmalkirin û îstîsmarkirina zarokan yekîneyeke “Têkoşîn û Şêwirmendiyê” ava bikin û ji bo mezin û zarokan xebatên hişyarkirinê li dar bixin.

* Li dijî qalibên parvekirina kar a zayendî di civakê de xurt dikin, em ê li ser bingeha wekheviya zayendî û azad xebatên xwe bimeşînin.

* Em ê bi rêxistinên sivîl û dînamîkên herêmî yên ku li ser zarokan dixebitin re hevkariyê bikin û piştgiriyê bidin xebatên van saziyan.

* Em ê piştgiriya hiqûqî û dêrûnî bidin zarokên ku bi zagonê re  nakok in.

* Em ê li hemû dibistan û gundan çalakiyên gerok ê nêrîna tenduristiya dev û diranan bikin û ji kesên hewcedar re dermankirina bê pere bidin.

* Di her saziyê de ku ji bo zarokan xizmetê dide em ê îstîhdamê bikin.

* Ji ber ku welat di herêma erdhêjê de ye, em ê teqez bikin ku Yekîneya Koordinasyona Afetê ya ku dê li şaredariyên me bê avakirin, ji bo ku ji erdhejên muhtemel re amade bin, dê bi hesabkirina zarokan xebatên xwe ava bikin. Ji bo ku em qadên jiyane ji bo zarokan ewle bikin em ê hemû avahiyên li heremên xwe li hemberî erdhejê qayîm bikin û bi hêz bikin. Em ê teqez bikin ku avahiyên nû bi nêzikatiyek şefaf, bi çavnihêrî ku dê rastiya erdhejê li ber çavan bigire were çêkirin.

* Ji bo ku em zarokan li ser rastiya erdhejê hişyar bikin em ê çalakiyan li dar bixin.

* Di her gavên ku em ji bo zarokan diavêjin; em ê belgeyên mafên zarokan ên navnetewî, bi taybetî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî wekî referans bigirin.