6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi ‘Bijî Serok Apo’ li qadê kom bûn

Kurdistanî û dostên wan bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' li qada Newroza Frankfûrtê kom bûn.

Newroza îsal ji aliyê KON-MED’ê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ku 10’ê Cotmeha 2023’yan ji aliyê dostên Kurdan ve li seranserî cîhanê hate destpêkirin, bi dirûşmeya “Newroz Azadî ye, Azadiya Te Azadiya Me ye” tê pîrozkirin. Pîrozbahî li Rebstockparkê pêk tê. Bi hezaran kesên ji eyaletên cuda yên Elmanyayê herikîn qada Newrozê. Kurdistaniyan li qadê posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û posterên şehîdên Newrozê vekirin.

Li qadê teknîka şer a nû ya HPG’ê ya li dijî balafirên bêmirov SÎHA’yê jî bi dirûşmeyan hate slavkirin. Li qadê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin û gerîla silav kirin. Jin û mêr bi cil û bergên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn, ciwan jî alên YPG-YPJ’ê û PKK’ê hilgirtin.

Newroz piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Bernameya Newrozê wiha ye:

Bernameya Newrozê wê bi vî rengî dewam bike:

*Axaftina Hevserokên KON-MED’ê (Rûken Akça-Kerem Gok)

*Federasyona KAWA wê gel silav bike

*Koma Rojava (Koma Muzîkê)

*MAD ART (koma muzîkê)

*Daxuyaniya Tevgera JIN

*Berfîn Mamedova (Muzîk)

*Sînevziyon

*Seyda Perînçek (Muzîk)

*Axaftina nûnerên dostên Kurdan

*Deza Amed (Muzîk)

*SPD

*FOAD GOLNASAB (Muzîk)

*Govend

*Koma Çarnewa (Muzîk)

*Janin Wisslr (Armand Zorn MDB-SDP-FRAKTION Endama Bundestag)

*Lawje (Muzîk)

*Riyad ABO (Muzîk)

*Lgbo Qamîşlo.”