6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peyama Newrozê ya Rihayê: Muxatab Ocalan e

Bi deh hezaran welatî beşdarî pîrozbahiya Newroza Rihayê bûn û peyama “Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e” dan.

Bi deh hezaran welatiyên Rihayê beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya “Rabe, dema azadî û serekftinê ye” bûn. Pîrozbahiya Newrozê li Stadyuma 11 Nîsanê pêk hat. Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, xwişka Alî Çîçek, Ayşe Çîçek jî tev li pîrozbahiyê bûn.  Bi deh hezaran kesên ku qad tije kirin bi dirûşmên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û dengê wan li qadê olan da.  Zarokên ku bi malbatên xwe re bi cil û bergên kurdî tev li Newrozê bûn, qada Newrozê xemilandin. Girseyê govend gerand û coşeke mezin da qada Newrozê.

Pîrozbahî, piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.  Piştre jî Berdevkê Komîteya Amedekar a Newrozê Ahmet Taş girsê silav kir û bi lêv kir ku Newroz ne tenê pîrozbahî ye lê di heman demê de sembola têkoşîn û berxwedanê ye. Piştrê jî Hevserokên DEM Partiyê yên Rihayê Sema Aîşeoglû û Bekir Karakeçîlî, Hevserokên DBP’ê yên Rihayê Sîbel Sûtpak û Halîl Yaşarer li ser dikê girse silav kirin û Newroza pîroz kirin.

Piştre jî li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) Saliha Ayata axivî. Ayata, ji ewil girse silav kir û Newroz li gel pîroz kir. Ayata, Ayata anî ziman ku Riha bajarê qedîm ê Kurdistanê ye û wiha got: “Di serî de jinên kurd û jinên Rojhilata Navîn, jin di nava têkoşîneke mezin de ne. Li vir Emîne Şenyar jî berxwedaneke mezin da. Em li vir cejna wê jî pîroz dikin. Jinên kurd li cîhanê bi bîrdoziya xwe bûn pêşeng û mînak. Ev bîrdozî wê tecrîda Îmraliyê jî bişkîne. Herî zêde Newroza jinên kurd ên di girtîgehan de pîroz be. Em ê van qeyûyman bişînin û bi pergala hevserokiyê bajarên xwe birêve bibin. Sedsala nû dê bibe sedsala jinên berxweder.”

Piştî axaftina Ayatayê, stranbêj Emrah Yazar derket ser dikê. Girseyê li ber stranên Yazar xelekên govendê gerandin û coşa Newrozê derket lûtkeyê. Ciwanên ku derketin ser stûnan, pankartên “Çi dibe bila bibe dê dawî bêhempa be” û “Heke azadî hesan bûya Zekiyeyê xwe nedişewitand” vekirin.

Piştre jî Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axivî. Ocalan girse silav kir û ev tişt anî ziman: “Newroz li heps û zindanan pîroz be. Newroza rêzdar Ocalan pîroz be, pîroz be. Li çar aliyên Kurdistanê şer heye. Rêya Îmraliyê vekin bila rêzdar Ocalan biaxive û çareserî pêk were. Gel dixwazê rêya aştiyê veke. Em dixwazin li ser axa Kurdistanê bi awayekî azad bijîn. Ji bo wê jî muxatap li Îmraliyê ye. Muxataba birêz Ocalan e.”

Ocalan, piştrê jî nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo Newrozan şandibû xwend. Di vê navberê de girseyê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe”  axaftina Ocalan qut kir.

Piştrê jî navê namzetên hevşeredariyê yên navend û navçeyên Rihayê hatin xwendin û li ser dikê hatin vexwendin.