spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Du mijarên girîng

Bila ti kes dernekeve ser medyayê û ji kurdan re telkîna; “cografya kaderdir” neke. Kurdan ev qeder berî çil salan çirandine û ji wê demê ve qedera xwe ya nû bi destê xwe dinivîsin û wê hîn jî xweştir binivîsin.

Di rojevê de du mijarên girîng ên tirk û bi taybetî kemalîst pê har bûne û diteqin lê ji dest wan êdî tiştekî karibin bikin nayê, ji ber ku nemaye, hene:

Ji van yek jê aşkerebûna derewa wan a sed salan e, ku li ser televizyonan û di rojnameyan de her dem ji bo kurdan propagandaya “Cografya kaderdir” Erdnîgarî qeder e, dikirin. Çi ji aliyê çepê tirkan ve, çi ji aliyê kurdên nezan û îslamî ve, dem bi dem li ser medyaya kurdî û ya muxalîf jî ev gotin tê kirin. Wateya gotina “Cografya kaderdir”, ev e: Kurdino, hûn li ser erdnîgariyeke wisa jidayik dibin û dijîn, ku çi bi serê we ve  were ew qedera we ye. Ew ji berê ve hatiye xêzkirin. Hûn bixwazin jî nikarin biguherin. Ev bindestiya we û serdestiya tirk, ereb û farisan qedera we ye. Qebûl bikin û deng mekin. Feqîriya we qedera we ye. Bênasnamebûna we qedera we ye. Qedexeya li ser ziman û hebûna we qedera we ye. Ji ber ku hûn li ser erdnîgariyeke bindest tên ser ruyê dinyayê. Ji bo wê dengê xwe mekin û li ber xwe nedin.

Heman gotin bi riya îslama bi dare zorê bi kurdan hatiye pejirandin jî tê gotin: Berî hûn ji dayik bibin, her tişt li ser eniya we hatiye nivîsandin û hûn nikarin biguherin. Yanî kurdek mecbûr e, wek bindest, bênasname û bêziman were ser ruyê dinyayê. Îslam dibêje: Tewekul bikin. Her tiştî bispêrin xwedê û bi qedera xwe razî bin. Yanî bindestî para we ye, dengê xwe mekin.

Gava em li vê gotinê dinêrin îslamiyeta para kurdan ketiye û desthilatdariya li ser kurdan di heman fikir, bîrdozî û nêrînê de ne. Wê demê ev her dû jî ji bo kurdan şaş in û ne riya rast in.

Erdnîgarî ne qeder e. Qedera mirovan ji berî jidayikbûnê ve nayê xêzkirin. Mirov qedera xwe bi destê xwe tayîn dike. Bindestî, koletî, bênasnamebûn û bêzimanbûn ne qeder e, berûvajî mînakên bi sedan miletên bi riya têkoşînê xwe ji vê rewşê derxistine hene. Ji bo wê bila ti kes dernekeve ser medyayê û ji kurdan re telkîna “cografya kaderdir” neke. Kurdan ev qeder berî çil salan çirandine û ji wê demê ve qedera xwe ya nû bi destê xwe dinivîsin û wê hîn jî xweştir binivîsin. Raperîna serê Nîsanê li Wanê û li gelemperiya Kurdistanê rû da û encam girt, tenê nîşaneyek ji vê ye. Kurd wê qedera welatê xwe jî bi destê xwe tayîn bikin, ne çepê tirkan, ne dewletên serdest, ne jî kurdên nezan, ne jî şêx û meleyên xwefiroş wê nikaribin rewşa bindestiyê bi kurdan wek qeder bidin pejirandin. Kurd wê azad bibin.

Mijara duyemîn fîlmekî wek rêzefîlm di Netflixê de tê temaşekirin e. Di wî fîlmî de cîhan bi xetareya tinebûnê re rû bi rû dimîne û netewên Yekbûyî li riyeke cîhanê rizgar bike, digere. Cîhan bi her awayî ketiye bin çavdêriya hêzeke desthilat ku çavên wê hêzê li ser giştiya mirovan e. Jina berpirsyar a li Netewên Yekbûyî, dibêje, “Ew dikarin her liv û tevgera me kontrol bikin, lê çi di hişê me de ye, wê nikaribin. Ji bo wê emê sê mirovên xurt hilbijêrin û wê ewê ew tişta di hişê me de biparêzin. Yek ji van kesek amerîkî, yek kesek Çînî û yek jî jineke Kurd a di şerê Reqayê de li hember teroristên DAIŞ’ê serkeftinên mezin bi dest xistiye ye. Jina berpirsyara Netewên yekbûyî navê her sê kesan yek bi yek dibêje û di rêza duyem de Leyla Ariç derdikeve ser dike, kincên leşkerî lê ne. Jina berpirsyar wê wek leheng dide nasandin. Ev rêzefîlm hîn didome, di beşê 8’an de, ji xuleka 13’an destpê dike. Û di xuleka 14.05 de Leyla Ariç tê danasîn. Di rojên pêş de gerîlaya kurd Leyla wê çi bike, emê bi hev re lê temaşe bikin. Navê rêzefilmê “3 Boden Problem” e.

Ji ber jineke Kurd wek lehenga rizgarkera cîhanê di fîlmekî de tê nasandin, tirk, kemalîst, nijadperest, hûr û girsên wan tev har bûne, nema dizanin çi bikin. Lê ji xwe Kurdan di şerê li hember teroristên DAIŞ’ê de mirovahî ji xetereya mirinê rizgar kirin. Bi hezaran ciwanên kurd-keç û kur- jiyana xwe di oxira mirovahiyê de dan û xetareya vê terorê ji ser cîhanê rakirin. Ji bo wê pir asayî ye, ku di fîlmekî de ev lehengiya kurdan were nîşandan û di rizgarkirina cîhanê de roleke girîng bigirin ser xwe.

Di vir de tişta kurd ji xwe re wek dersekê jê bigirin ev e: Cîhan bi çavekî mezin li kurdan dinêre. Kurd li ber çavê cîhanê leheng in û ev rastiya kurdan a bi sedsalan e hatiye înkarkirin û veşartin e. Mixabin piraniya kurdan jî ketine ser vê riyê û ji kurdbûna xwe şerm dikin û ji bo wê dest bi tirkbûn, erebbûn û farsibûnê kirine. Ev yek şaş e. Divê kurd bi kurdbûna xwe serbilind bin. Kurd leheng in, mirovhez in, xwezaparêz in û mazlûm in. Ew koledariyê, zilmê, kuştinê nakin, ji bo aramiya cîhanê canê xwe bi lehengî didin. Ev serbilindiya kurdan e. Çawa ku cîhan bi kurdan serbilind e, divê kurd jî bi kurdbûna xwe serbilind bin û li hebûna xwe, nasnameya xwe, zimanê xwe û azadiya xwe xwedî derkevin.

Dîsa derseke kurd ji bo xwe bigirin ev e ku di fîlmekî de jî be, tirk diyaxa hebûna kurdan nakin. Ew qebûl nakin ku hebûn û lehengiya kurdan di fîlmekî de jî were nîşandan. Ewqasî înkarker, xwînxwar, dijmin û niyetxırab in. Ji bo wê, divê kurd dost û dijminê xwe baş nas bikin, nebêjin “Me dijmin nas nedikir”. Em dijminê xwe baş nas dikin, ew hebûna me di fîlmekî de jî qebûl nake, tevî ku giştiya cîhanê qebûl dike û ji kurdan re rêz digire, kurdan wek lehengê rizgarkerê cîhanê diyar dike.

Gelek nirxandinên din ên mirov li ser vê mijarê bike hene. Lê ka em li fîlmê “3 Body Problem” temaşe bikin û asta harbûna neyaran bibînin.