27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Edalet ji her kesî re lazim e

Ferîd Şenyaşar têkildarî nobedê de diyar kir ku piştî têkoşîna wan a ji bo edaletê doz li kujeran hat vekirin û wiha got: “Edalet ji bo her kesî ye. Em bi hev re têkoşîna edaletê mezintir bikin.” 

Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar ku di êrîşê de birîndar bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobeta dayika Emîne bênavber berdewam dike.

Parlamenterê DEM Partiyê û kurê Emîne Şenyaşar Ferîd Şenyaşar, der barê bûyerê de anî ziman ku parlamenterekî AKP’ê di hilbijartina 2018’an de êrîşî wan kir û wiha got: “Di êrîşê de ez û birayên xwe li dikanê birîndar bûn. Em rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Li nexweşxaneyê parlamenterekî AKP’ê û malbata xwe dîsa êrîş kirin û ji malbata me 3 kes qetil kirin. Li pêş çavên polîs, Walî û Qeymeqam qetil kirin. Vî wekîlî hêza xwe ji îktîdara AKP’ê stend û polîsan jî li vir erka xwe pêk neanî. Di vê bûyerê de 2 birayên min ên birîndar hatin kuştin. Birayekî min ê birîndar hat girtin û 6 sal in girtî ye. Kesên birayên min û bavê min qetil kirin heta 2 salan kes ji wan nehat girtin. Piştî du salan ji ber kujer nehatin girtin û darizandin, dayika min li pêş Edliyeya Rihayê di 9’ê adara 2021’ê de dest bi çalakiya Nobeda Edaletê da destpêkirin. 2 sal şûn de ket rojeva Tirkiyeyê û birayê parlamenterê AKP’ê li ser zextê cemaweriyê teslîm bû.”

Dewletê xwest dosyayê bigirin

Ferîd Şenyaşar anî ziman ku eger wan li pêş Edliyeya Rihayê dest bi vê çalakiyê nekiribûna dê dewletê bûyer wekî “Kujer nediyar” nîşan bidaya û ser dosya kuştinê bigirtaya û wiha axivî: “Ne ji ber vê çalakiya me bûya dê berpirsiyarê vê komkujiyê kes nehatiya girtin. Birayê min jî dê heta heta cezayê girtîgehê lê bibiriyana. Me ji bo edalet bi cih bê, nobeda xwe berdewam bikin. Me got ‘Em edaletê dixwazin û heta  edalet bi cih neyê wê çalakiya me bidome.’ Dema me li pêş Edliyeya Rihayê dest bi çalakiyê kir, ewil ez û dayika xwe tenê bûn. Her ku roj derbas bû çalakî mezin bû. Xwedîderketin zêde bû. Hemû saziyên sivîl û demokratîk yên Kurdistanê tev hatin serdana me û piştgiriya xwe anîn ziman. Saziyên me yên ÎHD û OHD’ê jî heta dawî piştgirî dan me û çalakî mezin bû.”

Walî li xwe mikur hat

Şenyaşar destnîşan kir ku li ser vê çalakiyê dozgeriyê dest bi dozê kir û der barê kujeran de angaştname amade kir û wiha berdewam kir: “Ne çalakiya me bûya dê kujer winda kiribûna. Waliyê Rihayê bi xwe ji me re got ‘Ne ji vê çalakiya we bûya dê ser dosyayê bigirtana û wekî ‘Kujer nediyar’ bigirtana.  Dozgerê Rihayê 2 sal şûnde dosya dikanê vekir û îdianame amade kir. Ji vê dozê yek hat girtin û der barê yekî de biryara girtinê da. Ji bo doza nexweşxaneyê jî piştî 4 salan der barê lêpirsînê de biryara veşarî rakirin. Piştî biryara veşartî ji ser lêpirsînê rakirin û şûnde, têkildarî bûyerê 3 kes hatin girtin. 2 kes birayên wekîlê AKP’ê ne. Yek jî mirovê parlamenterê AKP’ê ye.”

Şenyaşar daxuyand ku îdîanameya nexweşxaneyê û dikanê li Edliyeya Rihayê amade kirin û wiha got: “Ji destpêka îdîanameyê heta dawî yek alî amade kirine. Piştî doz vekirin û şûnde, bi hinceta ewlehiyê dosya şandin Dadgeha Meletiyê. Dema em çûn cem dozgerê Rihayê got ‘Me doz vekiriye û şandiye Dadgeha Meletiyê. Tiştekî ez bikim tune ye.”

Dosya çû Meletî em jî çûn Enqerê

Şenyaşar da zanîn ku piştî dosya şandin Meletiyê, wan jî li ser vê yekê biryar dan ku ew çalakiya xwe bibin pêş Wezareta Dadê. Hem ji bo dosya birin Meletiyê, hem jî ji bo çalakiya me mezintir bibe, em çûn pêş Wezareta Dadê. Me got navenda edaletê pêş Wezareta Dadê ye. Ji ber vê yekê em hatin Enqereyê. Me li pêş Wezareta Dadê 49 rojan çalakiya xwe berdewam kir.”

Wezîr Tunç li me guhdarî kir

Şenyaşar da zanîn ku piştî 49 rojan Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bi xwe bang li wan kir û wiha lê zêde kir: “Wezîr Yilmaz Tunç bang li me kir û li me guhdar kir. Piştî me edalet li Dadgeha Rihayê nedît em hatin Enqereyê. Me 49 rojan li pêş Wezareta Dadê daxwaza edaletê anî ziman. Li ser vê yekê Wezîr Tunç gazî me kir û li me guhdar kir. Me got “Ji malbata me 3 kes bi neheqî û zilmê hatin kuştin û piştî 4.5 salan ji aliyê kujeran 3 kes hatin girtin. Me xwest birayê me yê bêsûc girtî bi lez bê berdan û bersûcên komkujiyê bên cezakirin. Wezîr tiştek negot. Got ‘Neheqî li

we hatiye kirin. Bila dilê we rehet be. Em ê li ser rawestin. Heq çi ye dê edalet cihê xwe bibîne. Me jî ji gotina Wezîr Tunç bawer kir. A din jî disa diya min nexweş bû. Hem li ser soza wezîr û hem jî ji ber nexweşiya diya min me heta demekê navber da çalakiyê. Me got hem em binerin ka çi dibe? Hem jî em di vê pêvajoyê de diya min tedawî bikin. Di vê navberê de me dayika min li nexweşxaneyek Enqereyê ji herdu piyan de emeliyat kir. Piştî piyê wê û çavê wê hinek rehet bû.”

Ferîd Şenyaşar da zanîn ku ji ber Wezîr tu gavneavêt bi wezîr re hevdîtin kir û wiha pêde çû: “Ez çûm cem wezîr. Min got hêj edalet pêk nehatiye. Ku edalet pêk neyê dayika min dê dîsa li pêş Wezareta Dadê çalakiya xwe berdewam bike. Got ‘Dê gavek bê avêtin.’ Lê piştî danişînê dîsa tu gav nehat avêtin. Dîsa birayê min girtî hat darizandin. Li ser vê yekê me dîsa li pêş Wezareta Dadê dest bi Nobeda Edaletê kir. Nêzî 2 meh in em li pêş Wezareta Dadê çalakiya xwe berdewam dikin. Em fitara xwe li pêş Wezîrê Dadê vedikin.

‘31 doz li dayika min vekirin’

Çalakiya  Rihayê 846 rojan ajot. Di wê pêvajoyê de li dayika min 31 doz vekirin. Ji 3 dosyayan cezayên pereyan li dayika min birîn. Dozên din jî hêj didome. Dayika min diçe îfade dide.

Doza me doza edaletê ye

Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku doza wan doza mirovahiyê ye û edaletê dixwazin û wiha bi dawî kir: “Wê rojekê edalet ji bo her kesi lazim bibe. Em ji parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas û saziyên civakî dixwazin ku em bi hev re vê çalakiyê mezin bikin û edalet ji bo her kesî pêş bikeve. Heta ku edalet pêk bê û heta bersûc bên cezakirin dê têkoşîna me ya edaletê berdewam bike. Em mafdar in em ê bi ser bikevin.”