27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gerîla agirê Newrozê li ezmana pêxist

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Dewleta tirk di salên dawî de bi piştgiriya NATO û hêzên navdewletî ji bo têkoşîna azadiyê dorpêç bikin ket nava hevkariyek xurt. Lê hêzên azadiyê bi têkoşîna xwe hemû hewldanên dewletê pûç kir û agirê Newrozê li ezmanan pêxist û mizgîniya serkeftinê da.

15’ê adarê endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di peyama xwe ya Newrozê de bahsa mizgîniyekê kir. Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel di 20’ê adarê de bi daxuyaniyekê mizgîniya ku herkes bi meraq li bendê bû aşkera kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê kurd, li hemberî balafirên biçek û bêmirov ên dewleta tirk a dagirker, sîstema fuze temîn kirine û gerîla li çiyayên Kurdistanê 15 balafirên dewleta tirk anîne xwarê. Bêguman ev serkeftina gerîlya ya li hemberî van balafirên kujer, di şerê qonaxek nû dide destpêkirin.

Dewleta tirk a dagirker û qirker di salên dawî de bi piştgiriya NATO û hêzên navneteweyî ji bo dor li têkoşîna azadiyê bigirin di nava hevkariyek xurt de ne. Bêguman ev hevkarî berê jî hebû, lê piştî şoreşa rojava ku gelê kurd bi têkoşîna xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê di qada navneteweyî de pirtir hate naskirin û sempatiyek mezin ji bo çêbû vê bi xwe re hin alî nerehet kir. Bi taybet deshilata faşîst û qirker a AKP/MHP’ê ji bo vê îmaja gelê kurd û sempatiya roj bi roj di qada navneteweyî de mezin dibe vala derxe bi hevkarên xwe re kete nava tevgerê. Bêguman ev despêka qonaxek nû bû jî.

Di çarçovaya van planan de dewleta tirk a dagirker û qirker ji sala 2015’ê di êrîşên xwe yên li dijî gelê kurd de guhertin dan çêkirin. Bi taybet teknîka ku ji welatên NATO dihat temînkirin di vê qonaxê de diyarker bû. Rêveberiya deshilata faşîst a AKP/MHP’ê ku li ser şer û înkara gelan hatiye avakirin bi hemû awayî bu deshilata şer. Bi dagirkirina Efrîn, Serêkanî û Girê Spî re, êrîşên li dijî herêmên xweser, Şengal û Mexmûrê jî roj bi roj zêde bûn. Li gel vê bi hevkariya PDK’ê ku ew jî di çarçoveya erêkirina hêzên navneteweyî de pêk hatî li dijî qadên gerîla jî dest bi êrişên dagirkeriyê kirin. Bi van êrîşan re armanc ew bû ku îradeya gelê kurd bi tamamî bişkînin û mehkûmî wî û mehkumî bindestiyê bikin.

Di vî şerê qirêj de hêzên navneteweyî hemû derfet pêşkeşî dewleta tirk kirin. Li hemberî sûcên şer ên dewleta tirk a dagirker hemû zagonên qanûnên navneteweyî bêhikum dimînin. Tevî ku ev sûc gelek caran ji aliyên komîteyên serbixwe ve jî hatine piştrastkirin jî dewleta tirk ji ber van sûcan neyê darizandin. Ev nebese ji bo têkbirina tevgera azadiyê çi ji dest tê dikin.

Li welat û derveyî welet ji bo deshilata faşîst a AKP/MHP’ê dengê gelê kurd qut bike herkes bêdeng ma. Tecrîda li ser Rêber Apo roj bi roj hate girankirin, li çar aliyên Kurdistanê bi destê hevkar û neyaran her cûre qirêjî li ser gelê kurd ferz kirin. Roj hat ew li kolanan li ber çave herkesî qetilkirin, revandin, kuştin û wenda kirin. Lê deng ji kesî derneket. Tevî van sûcan û êrîşên hovane jî gelê kurd li çar aliyên cîhanê xwedî li hebûn û xwebûna xwe derket.

Gelê kurd ê afirînerê Newrozê ye di tevahiya dîrokê de li dijî zilm û mêtingeriyê li ber xwe da û xwedî kevneşopiya Newrozê derket. Kurdan bi rihê Kawayê Hemdem li hemberî Dehaqên roja me serî hildan û ala têkoşîn bilindtir kir. Di Newrozên îsal de biryardarî û dilsoziya gel mohra xwe li pîrozbahiyan da. Li çar aliyên Kurdistanê bi taybet li Bakurê Kurdistanê peyamên pir xurt û bi wate hatin dayîn. Vê jî aşkera kir ku êdî gelê kurd dizane çi dixwaze û dizan li pêy kê dimeşe. Tevî hemû hewildanên desthilata faşîst a AKP/MHP’ê jî, tevî hemû astengiyan jî gel got: “Em li vir in û em ê li vir bin.”

Bêguman mizgîniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel coşa gel bilindtir kir. Dewleta tirk a ku digot; “Me gerîla qedandiye” di dîroja xwe de yek ji derbên herî giran ji gerîlayên azadiyê xwar. Tevî hemû çekên qedexekirî, piştgiriya NATO û bêdengiya saziyên navneteweyî jî nikarî li hemberî gerîla bi ser bikeve. Gerîlayên azadiyê di gava ewil de hemû êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk vala derxistin. Di gava duyem de li hemberî artêşa ku deshilata tirk a AKP/MHP’ê di her kêliyê de methê wê dikirin dest bi operasyonên şoreşgerî kir. Di dîmenên ku ji operasyonan hatin parvekirin me hemûyan dît ku eskerên artêşa tirk a dagirker li hemberî gerî çiqas bêçare diminin û nikarin tevbigerin. Artêşa ku ji bejahî xetimîbû hemû hêza xwe dabû balafirên biçek û bêmirov. Jixwe ev balafir yek ji sermayeyên herî mezin yên desthilata qirker û faşîst a AKP/MHP’ê ye jî. Lê weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi “mizgîniyê” ragihand êdî ev balafir jî li dijî gerîla bêwate û hikim mane.

Ev mizgîniya bi daxuyaniyekê bi raya giştî re hate parvekirin wê bi her awayî qedera şerê li herêmê bide guhertin. Gerîlayên ku ji bejahî derbên giran li artêşa tirk dixirtin êdî ji hewayê jî nahêlin balafir bi bandor bibin. Ev him serketinek eskerî û hem jî serketinek xurt ya taktîk û stratêjîk e jî. Bi taybet tevî ewqas astengî û zahmetiyan ger îro gerîlayên azadiyê xwe gihandine vê teknîkê ne tiştekî ku mirov ji rêze bigire dest.

Gerîlayên azadiyê bi vê mizgîniyê coşa gel ya cejna Newrozê mezintir kir. Gerîla agirê Newrozê li ezmanen Kurdistanê pêxist û geş kir. Ev hamleya hêzên HPG’ê ji gelek aliyan ve xwedî girîngiyek mezin e. Çawa ku gelê kurd ji vê mizgîniyê moralek mezin girt her ewqas neyarên gelê me jî tirsand. Ji milê din ve jî îmaja dewleta tirk a ji binî ve xirakir. Dewleta ku di her kêliyê de pesnê balafirên xwe yên kujer dide û wan pêşkeşî gelek welatên cûda dikir xist nava tirsekê. Weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel jî dibêje êdî di şer de denge hate avakirin. Lê biryardarî û têkoşîna hêzên HPG’ê ya li dijî dagirkeriyê her demê ji bo serketina di şer de avantejek mezin dide gerîla.

Di encam de gelê kurd bi coşa mizgîniya hatî dayîn li dijî dahaqan agirê Newrozê bilind kir û xwedî li peyama mizgînya artêşa gel derket. Peyamên ku ji qadên Newrozê hatin dayîn ku eşkere dike ku êdî gel bi her awayî ji artêşa gel bi bawer e û ji bo serketin bi wê re ye. Ev jî tê wateya têkbirina hemû hesab û planên li ser têkbirina Tevgera Azadiya Kurdistanê bi tamamî hilweşin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê