spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroza Yekîtiyê

Agirê Newroza îsal li gund, tax, bajarok û çar hêlên Kurdistanê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat vêxistin û tevî tilîliyên jinan bi gerandina govendê gur bû.

Bêhna gul û kulîlkên adarê, belav bûye li derûdorê. Li Kurdistanê nûroj e, bihara kenê zarokên rojê; li berojên çiyayan şewqa rojê. Destpêka demsala biharê ye, wa hatin, rêwîn e amadene ji bo vêxistina agirê Newroz ê.

Ew gelê ku heyîna xwe ji xweliya xwe ji nû ve afirandî, gelê Mezopotamya, gelê Nawrozê yê serhildêr îca jî li dijî tarîtiya desthilatdariyê, li hember zilma Dehaqên demê bi vêxistina agirê Newrozê,

serkeftin her ku çû mezin bû! Agirê Newroza îsal, li gund, tax, bajarok û çar hêlên Kurdistanê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hat vêxistin û tevî tilîliyên jinan bi gerandina govendê li deşt û çiyan gur bû…

Em hîna di destpêka meha adarê de bûn, dîmenên şahiyên Newrozê ji bajarên rojhilatê Kurdistanê li ser malperên ajansên çapemeniya azad parvedikirin. Li rojhilatê Kurdistanê ji serê meha adarê ve şahiyên Newrozê bi vexistina agir ve start dan ku bi beşdariya bi hezaran şêniyên gund û bajaran li dora agirê Newrozê, bi cil û bergên gelêrî govend gerandin. Li gel vêxistina her agirî kelecana ji bo azadiyê ya gelê rojhilatê Kurdistanê, li lûtkeya çiyayên Zagrosê, olan veda…

Tevî hemû zextên rojîma Îranê ku dixwest pêşî li ber pîrozbahiyên Newrozê bigre, lê dîsa jî gel pêça xwe neda zext û qedexeyên rayedaran û li hemû bajarên Rojhilat Newroz, bi vêxistina agirê azadiyê re li gorî ku vê rojê heq kiriye pêzwazî lê kir, şahiyên pîrozbahiyê zêdeyî deh rojan dewam kir. Newroza herî xweş ku temsîla hemû rengê motîfî yên neteweyî yê kurdewar e, li herêma Hewreman a rojhilatê Kurdistanê tê li darxistin ku xelkê deverê li gorî ruhê kevneşopiya çanda kurdî ya kevnar pîrozbahiyan pêk tîne. Herêma Hewraman ji deverên ku bi çiyayên xwe yên asê tê zanîn; ev dever bi bedewiya xwe ya xwezayî di dilê her kurdekê/î de cihek xwe yê cuda heye.

Mixabin ev herêma xweş ku em qala wê dikin, di salên 1639’an de bi ‘peymana Qesra Şîr-în’ a ku di navbera Împaratoriya Osmanî û dewleta Safewiyan de ku Kurdistan kirin du parça beşek li nav hidudê Rojhilat û beşek jî li hela başûrê Kurdistanê ma. Bi ‘peymana Qesra Şîrîn’ re civaka kevneşopiya herî kevin a kurdewar a Hewremane xiste du parçe!

Xencera zingarî ya hêzên mêtingeh, li ser dilê civaka kurd a kevnar a Hewremanê çikiyiye. Vêca me gotinên xwe ji pîrozbahiyên rengîn ên ve herêmê dirêj kir ku bi vêxistina meşaleyên agir gelî û newalên devera Hewreman li ber şewqa meşaleyan ronî bûbû! Newroz, di hembêza çiyayan de bi vêxistina agir mizgîniya xerê anî. Şewqa agir, li armoniya/hevhatina xwezayê bû. Li gelî û newalên wiha pîrozbahiya Newrozê, dil perojiya xweşikbûnê li gel rengê biharê ye. Xwe afrîneriya estetîka zîza nûrojê ye…

Newroz beriya bi şoreşa rojavayê Kurdistanê pêk were, gelê kurd li vir weke roja dayikan pîroz dikir ku rejîma Baasê destûr ne dida ev roj bi navê “Newrozê” pîroz bikin! Ev rewş îro bi pêşketina şoreşê re veguherî cejna serhildanê ya hemû gelan ku li dora agirê Newrozê, pergala neteweya demokratîk ava bûye.

Ya rastî xweşe ku mirov li welatê xwe, li ser axa xwe Newrozê li gel cudayên vê xakê pîroz bike! Dîlana şoreşê, li gel reng, cudahî û baweriyên vê erdîngeriyê mil bi mil bi hev re xurt dibe. Ji lewma şahî û pîrozbahiyên Newrozê, yên îsal di dilê her kesekî/ê de hêvî û bendewariya ji azadiyê, mezin kir.

Gelê rojavayê Kurdistanê bi hatina Newrozê re li gel şahî û pîrozbahiyên girseyî her wiha sekna berxwedanê ya li beramberî êrîşên mêtîngeriya tirk de jî xwedî helwesteke bi xîret a bi rûmet nîşan dide. Şêniyên rojavayê welêt bi kelecana Newrozê, bi cil û bergên xwe yên neteweyî ve li nav kulîlkên biharê li qiraxa deşta Mêrdîne bi rengê kesk, sor û zer şahî pêkanîn. Peyamên ku ji qadên Newrozê hatin dayîn, bi boneya xurtkirina benda parastina nirxên şoreşê ye.

Gelo yekitiya neteweyî ma ne ev bi xwe ye, gelê kurd jî li benda vê bû. Kurd Newrozê li gorî wateya ku ew jê fêm dike ya dîroka xwe pê daye, weke roja têkoşîna li hember zilma Dehaqê xwînmij bi  êxistina agir pîroz dike; bi bîr û baweriya giraniya vê rojê  ya têkoşîna neteweyî, bi coşek mezin pêşwazî lê dike. Li gor baweriya kurdan a zamanê berê, sembola vê rojê li jor çiyayan vêxistina agirê azadiyê ye. Li hemberî zilmê, agir-temsîla ronahiyê ye. Hilkirina agir ji mîrasê kevnar ê mizgîniya Cejna Newrozê  e; di êvara Newrozê de vêxistina agir nîşana remza serkeftinê ye. Agir li hemberî Dehaq, hildana ala azadiyê ye.

Newroz li bajarên bakurê Kurdistanê jî bi taybet ji salên 1990’î û vir ve tevî hemû astengî û qedexeyên înkare yên dewletê yên siyaseta qirkirine jî, gel bi ruhê raperîna neteweyî bi rojan pîroz dike. Li şahiyên Newrozê yên van salên domahiyê de bi gelemperî peyamên giring ên siyasî dertên pêş ku ev jî li dora agirê Newrozê, pêktê. Ev hestên neteweyî, bandor dike. Li gel hestên tolhildane her wiha li dijî zilma faşîzan qêrîna bi milyonan mirovî ya govenda Newrozê, bi dûrişmeya ‘Bijî Serok Apo,’ li qadan bilind dibû.

Li Wan, Amed û Stenbolê ku bi sed hezaran kes beşdarî şahiya Newrozê bûn, gel di saetên serê sibehê de, pêl bi pêl herîkî ber bi coşa pîrozbahiya Newrozê. Jin, bi kiras-fîstanên xwe yên neteweyî, mêr bi şal û şapikan di serê dîlana azadiyê de mil dabûne hev û serê dîlanê hajandin.

Newroza îsal a bakurê Kurdistanê, zû destpêkir ku bi meşa azadiyê re neqşerêya têkoşînê ya sala 2024’an destnîşan bû; meşvanên pêngava azadiyê 15 rojan li tevahî bajarên Bakur bi germahiya ruhê Newrozê, ji hêla gel ve hatibûn pêşwazîkirin. Gel li dora meşvanên meşa azadiyê, motîve bû.

Xelkê bakur îca bi beşdariya Newrozê re vîna xwe aşkere raxist holê ku ew ji bo hilbijartinên 2024’an yên 31’ê adarê amadene ku ew ê rejîma qeyûman hilweşînîn. Li pîrozbahiyên Newrozê yên, ji Stenbolê heta Colemergê, ji wîr heta Qersê, Botan, Mêrdîn, Êlih û Amedê veguherî qadên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abullah Ocalan, lê berz dibû. Girseyê li qada pîrozbahiyê bi yek dengî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo, Bijî Newroz’ qêriyan. Ji qêrîna ji qadê bilind dibû erd û ezman lerîzî! Di Newroza 2024’an de dîsa aşkere hat gotin ku Rêber Apo, qasidê aştiyê ye, mîmarê çareseriyê ye…