2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em dixwazın şoreşekê ava bikin: Ji bo xizmetê em ê li kolanan bin

Hevşaredarê Amedê Dogan Hatûn diyar kir ku ew ê ji bo xizmetê li kolanan bin û got: “Dema mirov bixwaze dikare her tiştî çareser bike. Em dixwazin şoreşekê ava bikin.”

DEM Partiyê di hilbijartina 31’ê adarê de ji sedî 5.7 deng stend û 75 şaredarî bi dest xist. Li Amedê ji sedî 64 deng stend û 13 navçe bi dest xist. Gelê kurd tevî hemû lîstik, hîle û qeyûman jî dîsa li vîna  xwe xwedî derket û şaredariyên xwe paşve stendin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun li ser pirsgirêkên bajêr û çareseriya pirsgirêkan axivî. Hevpeyvîna bi Dogan Hatûn re wiha ye:

Hûn li gund û navçeyan geriyan. Daxwazên gel çi bûn? We pirsgirêkên çawa tespît kirin?

Di serî de hemû gelê me yên piştgirî dan ez spasiya wan dikim. Em ê dîsa herin ber deriyê wan û spasiya wan bikin. Çawa wekî beriya hilbijartinê me xebat meşand, em ê bi wê tempoyê dîsa gund bi gund û navçe bi navçe li gelê xwe vegerin. Piştî 8 salên şaredariyê di nav gel de hevî nemabûn. Gelek kesan digot; ‘Dê dîsa qeyûm were’ pir kesan digot; ‘Hilbijartin êdî bêwate ye’. Bawerî ji hilbijartinan nebû. Lê em ji xwe bawer bûn û gel jî ji partiyê bawer bû. Gel digot; ‘Kes ne girîng e. Em li pey partiya xwe ne. Divê çareserî ji van qeyûman re bê dîtin’. Me jî tenê peyvek digot. Çareserî yek e. Çawa roja em diçin ser sindoqan li dora partiyê kom dibin, dema qeyûm hat jî em li dora şaredariyê kom bibim. Wê demê qeyûm nikare bê. Her tişt girêdayî xwedîderketinê ye. Agirî û Wan minakê vê ye.

Li navçeyên dervê bajar xebatek çawa hat kirin û we çi dît?

Me bêtir giranîya xwe da ser 13 navçeyên derveyî bajêr. Di şaredariyên bajarên mezin de bêtir ji bo navenda bajar xebat tên kirin. Lê navçeyên dervê bajêr jî tên paşguhkirin. Wekî hêsîran dimînin. Me bêtir xebat li gund û navçeyan meşand û me ev feraset şikand. Nêzî hezar 500 gund û mezra yên Amedê hene. Em li tevan geriyan. Bi qasî tiştên me dît, hîn gelek gundên me bê av in. Hin gundên me rêyên wan tune. Mafê avê di şerê cîhanê de tê parastin. Mafê jiyanê ye. Me di xebatan de navê hemû gund û navçeyên ku pirsgirêkên wan hene di dosyayekê de kom kir. Me pirsgirêk di  cih de tespît kir. Me got eger av li gundan tune be ev kêmasî ya me ye. Me plansazî û proje li gorî wê amade kiriye. Niha di aliyê aboriyê de gelek pirsgirêk hene. Di serî de navçeyên me yên derve nikarin debara xwe bikin. Cotkar û rençberên me nikarin çandiniyê bikin. Lîtreya mazotê hatiye 45 tl. Kesekî çandiniyê bike kar û zirara wî hev dernaxe. Zirar zêdetir e. Ev bi xwe re koçberiyê pêş dixe. Em ê vê pirsgirêkê çareser bikin. Me li ser çareseriyê 3-4 rê û rêbaz dîtiye. Em ê bi gel re parve bikin û bi gel re çareser bikin. Em ê koperatifan ava bikin. Pergala wê amade bikin. Em ê li gorî nifûs û zeviyên gundan traktoran hîbe bikin.

Li Tirkiyeyê gel çawa nêzî şaredariyan dibin?

Li hemû bajarên Tirkiyeyê şaredarî wekî ku ji bo gel bûne cihê kar. Divê êdî gel ji bandora şaredariyan derkeve. Divê karibe xwe bi rê ve bibe û mûxtacî tu kesên din nebe. Em ê li ser vê perspektifê tev bigerin. Li bajar dema koçberî zêde dibe, nifûs zêde dibe û kar kêm dibe. Ev dibe pirsgirêk.

Qeyûm tabloyek çawa li pey xwe hişt?

Dema di salên 1999’an de me nû şaredarî xist destê xwe û niha dibişe hev. Wekî li talanê bixin. Wê demê koltixa maqam jî biribûn.  Niha jî wisa ye. Wekî fizîkî koltux nebirine. Lê tenê çar dîwar ji me re hiştine. Ji bo dema em hatin wir em mûxataban nebinin. Kesên mûxatab tev derketine destûrê. Niha me ji hemû navçeyan û yekîneyan yek bi yek rapor xwestiye. Piştî me mazbata girt, cejn ket navberê. Kesên ku mejiyên wan wekî mejiyên qeyûm bin, em ê yek bi yek tespît bikin û ji kar derxin. Em ê li şûna wan hevalên ku karibin vê pêvajoyê bi rê ve bibin bi cih bikin. Em ê berpirsiyariyê bidin wan. Kordînasyonê ava bikin. Ji bo em xizar û zirarê tespît bikin em ê komîsyonek nû ava bikin. Me bang li parêzerên xwe jî kir. Me berpirsiyarî da wan û dê xebatên ji bo gel nehatiye kirin tespît bikin. Eger berjewendiyên gel pêşkêşî kesên din kiribin emê îtîraz bikin. Di van 8 salan de kijan saziyên girêdayî şaredariyê hîbe kirine û dane ên din em ê tevan tespît bikin. Dîsa di aliyê aborî de butçeya me çi ye em ê tespît bikin. Çawa ku mesayî dest pê bike em ê venêrtina hundir bikin û tespîtan bi gel re parve bikin. 21 serokên daîreyan hene. Em ê raporan ji tevan bixwazin. Çi kar û xizmet kirine divê parve bikin. Ji bo pênûsekê jî pere xerç kiribin em ê fatûreyên wan bixwazin.

Niha çiqas deyn heye?

Yekîneya Karê Maliyê agahiyeke teqez neda me. Li gorî wan, di 3-4 mehên dawî de pir zêde îhale dane. Nêzî 2-3 milyar îhale dane. Em ê lêpirsîna wan bikin. Piştî hemû rapor bi tevahî hatin, em ê lêkolîn bikin. Ku rantek, talanek hebe em ê tespîlî parêzeran bikin û dozê li wan vekin. Em ê yek bi yek bi gel re jî parve bikin. Di 6 mehên dawî yên hilbijartinê de divê xebat neyên kirin. Lê di roja dawî de biryara meclisê girtin. Em ê pênûs bi pênûs rapor bikin û bi gel re parve bikin. Hem li Kurdistanê û hem li hemû Tirkiyeyê gel birçî hiştine. Dixwazin gel bi birçîbûnê terbiye bikin. Îro heqê etûrekî di berîka gel de tune. Feqîr tam feqîr û zengîn tam zengîn kirine.

Ji bo kesên feqîr û xizan hûn ê çi bikin?

Me lêkolîn kirine. Di serî de ji bo taxên feqîr ku nikarin nan bibin malê, em ê malên xwarinê ava bikin. Me hin tax tespît kirine. Bi rastî gelê me birçî hatiye hiştin û birçî radizên. Lê vê yekê ji bo xwe nake pirsgirêk. Yên herî zêde li partiya xwe xwedî derdikevin jî ew in. Em ê li 6-7 cihan malên xwarinê ava bikin. Bila zanibin ku em ji bo gel hatine. Em ê li gelê xwe xwedî derkevin. Heta ku hemû navçe meclîsê xwe avabikin, Şaredariya Bajarê Mezin jî dê meclisa xwe ava bike û dest bi xebatan bikin. Em ê xizmetê li navçeyên ku me qezenç nekirine re jî bikin. Hemû gelê me ye. Di serî de li ser çandiniyê û pîşesaziyê plansaziyên me hene.  Hem av û hem jî axa Amedê pir dewlemend e. 12 hezar sal in jiyan li Amedê qut nebûye. Ji ber ku gel li ser vê axê têr dibe. Ax û ava wê dewlemend e. Ava çemê Dîcleyê pir dewlemend e. Lê mixabin herî kêm Amed jê sûdê digire. Plansaziyên me ji bo vê yekê hene.

Hûn ê paradigmaya partiyê çawa têxin meriyetê?

Di aliyê teori û zanînê de pirsgirêk tune. Em nikarin di rojekê de hemûyan têxin meriyetê. Gav bi gav em ê têxin meriyetê. Binesaziya wê heye. Di nava partî û gel de mejiyê rêveberiya xwecihî û koperatifan heye. Karê me ne zor û zahmet e. Niha pirsgirêk kordînasyonên me ne. Dema kes girtine kar, bi awayekî fermî girtine û tu nikare careke din wan biguherîne. Dema em ê kordînasyonan ava bikin, em ê dest pê bikin. Di aliyê saziyên jin, ciwan, çand, ziman û perwerdehiyê de binesazî heye. Em kengî bixwazin em dikarin dest pê bikin.

Proje û bernameyên ji bo zarok û ciwanan çi ye?

Li Amedê nêzî 300-350 hezar ciwan hene. Nifûsek gelek zêde ye. Çima ciwan ji navçeyan tên nava bajêr. Ji ber ku navçeyên me yên derve ciwanên xwe têr nake. Ji ber kar û karsazî li wir tune ciwan koçber dikin. Ji axê dûr ketine. Mejî û hafizayek heye. Em ê bernameyên berê û saziyên berê nûjen bikin. Zimanê bajar muhîm e. Di aliyê derûnî de bandor li ser gel heye. Dema mirov nikaribe xwe bîne ziman moral xera dibe. Lêkolîn kirine. Di nava 81 bajaran de bajarê herî moralê kêm e Amed e. Tesîra ziman û çanda din li ser zêde ye. Çavkaniya jiyanê qut kirine. Divê beriya her tiştî em ji hev hez bikin û bi moral bin. Em bawer û bi biryar im temam e. Îro ciwanên me ji ber xizanî û betaliyê tev li karê hişbirê dibin. Êdî tiştên kîmyewî bikar tînin. Bi taybetî li taxên xizan zêde ciwan hişbirê bikar tînin. Em ê pêşî ciwanan ji hişbirê xelas bikin. Em ê ciwanan di her qadê de bi cih bikin û bikin xwedî  vîn. Em ê ciwanan tev li hemû xebatan bikin. Ciwanên me li ku ji dayik bûne, divê li wir têr bibin. Em ê di aliyê teknolojiye de jî xebatan bikin. Cîhan di kîjan astê de ye, em ê bajarê xwe jî bînin wê astê.

Saziyên civakî dê rolek çawa bilîzin

Em ê dîsa Konseyên Bajaran ava bikin. Dê li hemû tax, navçeyan meclis hebin. Ev meclis dê girêdayî Konseya Bajar bin. Dê hemû gel di nava pêvajoyê de cih bigire. Dema yek tenê biryar bide û bi rê ve bibe, dibe dîktator. Dema hemû gel bi hev re biryarê bide, hem çareserî hêsan dibe, hem bêtir lê xwedî derdikeve. Dê di her qadê de gel di nav xebatan de cih bigire. Kî ji bo gel û bajar xizmetek baş bike, em deriyê xwe lê nagirin. Em bi hevî û bi hêz in. Dibe ku di 10-15 rojan de hinek dereng bikeve. Ji ber ku talankirina qeyûm pir zêde ye. Em ê di nava 10-15 rojan de kordînasyonê ava bikin.

Bername û plansaziyên we ji bo jinan çi ne? Hûn ê paradigmaya hevşaredariyê çawa pêş bixin?

Roja ewil ez û Serra hatin cem hev. Me got hemû civak û Kurdistan li me dinere. Hewce ye em pêşengiya vê pergalê bikin. Di serî de divê em her du li paradîgmayê xwedî derkevin. Hevala Serra gelek pêşketî ye. Mejiyê mêr di hemû mêran de ye. di min de jî heye. Lê ji bo em vê ferasete rast bikin çi ji destê min bê ez ê bikim. Me soz daye, li ku kêmasî hebe, em ê wê kêmasiyê temam bikin. Di serî de divê mejiyê mêr bê guhertin. Heta mejiyê mêr bê guhertin em ê pêre têbikoşin. Têkoşîna jinê di civaka me û mêr de guhertinek çêkiriye. Gel êdî têkoşîna jinê qebûl kiriye. Jina kurd di her alî de xwe îspat kiriye. Lê divê mêr xwe biguherîne. Ew jî di destê me de ye. Divê jiyana hevpar bê famkirin. Ez ê ji xwe de dest pê bikim. Di plansaziya me de muzeya jinan heye. Em ê muzeya jinan vekin. Jinên di Rojhilata Navîn de li ber xwe dane û bûne malê dîrokê. Em ê li hemû cîhanê lêkolîn bikin û jinên bûne sembol em ê muzeya wan vekin.

Xebatên we yên ekolojiyê çi ne. Hûn ê ji bo ekolojiya bajar tiştekî çawa bikin?

Ekolojî ne tenê xweza û parastina xwezayê ye. Ekolojî di hundirê jiyana mirov de ava dibe. Bi xwezayê re jiyanek hevpar e. Divê ekolojî di hemû kar û saziyên me de hebe. Dema em bi xwezayê re bijîn, xweza çiqas mirovan têr dike, divê mirov jî xwezayê têr bike. Bajar jî wisa ye. Trafîka Amedê jî kes lê xwedî derneketiye û kesî ji bo xwe nekiriye derd. Divê plansaziya rêgehan bê kirin. Lê pirsgirêka herî mezin bajar êdî têra erebeyan nake. Erebe pir pir zêde bûne. Divê êdî mirov karibe hinekî bimeşe. Divê êdî duçerxan bikar bîne. Hem meş û hem duçerx ji bo tenduristiya mirov baş e. Divê hin qad jî li erebeyan bê astengkirin. Mirov erebeyên xwe li malê bihêle û erebeyên şaredariyê bikar bîne. Êdî pêdivî bi tramvayan jî heye. Di dema Osman Baydemîr de proje amade kir. Lê Wezîrê Xezîneyê pere neda. Niha di plana me de jî heye. Em ê li rê û rêbazan bigerin.

Têkiliyên we û gel li ser çi esasî pêş bikevin?

Gel vîna xwe dixwaze. Em ê di serî de gundên bê av, rê û bê binesazî mane ziyaret bikin. Em ê dî her tim li derve min. Em ji bo qoltixê nehatine. Em ê yek bi yek li tevahiya gundan bigerin. Em ê ji bo xizmetê li kolanan bin. Mînak Pîran di nava du bendavan de ye. Lê ava wê tune. 3 dewlet jî wê avê sûdê digirin, lê ev navçeya me ji avê sûdê nagirin. Ev şerma me ye. Em ê vê yekê bişkînin. Ava gundê binê Zerzewanê birîne û dane Keleha Zerzewanê. Gund bê av dihêlin û didin kelehê. Dikarin depoyek mezin ava bikin û çareser bikin. Dema mirov bixwaze dikare her tiştî çareser bike. Em dixwazin şoreşekê ava bikin. Axa me û ava me dewlemend e. Em axa xwe bajon em ê dinyayê têr bikin.

Dogan Hatûn Kî ye

Li navçeya Pasûrê ya Amedê ji dayik bû. Perwerdehiya Endezyariya Madenê stendiye. Di salên 2016-2023’yan de bû Hevserokê Odeya Endezyarên Madenê ya Amedê. Di salên 2018-2022’yan de sekreteryaya Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê ya Amedê kir. Bû berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê. Di hilbijartina 31’ê Adarê de bû namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê DEM Partiyê. Di hilbijartinê de bi ser ket û bû Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê.