15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Xezayê bi giştî 34 hezar û 476 kes bûn qurbanên şer

Ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha hejmara kesên di êrişa Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane gihişt 34 hezar û 476 mirovan.

Îsraîlê di 7’ê Cotmeha 2023’an de li dijî Zîvala Xezayê dest bi êrîşan kir û ji wê rojê heta niha şer didome. Li Xezayê di encama hedefgirtina malbata et-Tertûrî ya li ser Cadeya Ebû Hûsayra ya li Xezayê jin û zarok di nav de herî kêm 5 filistînî jiyana xwe ji dest dan. Li Taxa Sabrayê jî di encama bombekirina malbata Hîcazî ya ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê de 2 jinên Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Li başûrê Zîvala Xezayê, li Taxa Cenîne ya li rojhilatê bajêrê Refahê balafirên şer ên Îsraîlê mala malbata “Hatîb” hedef girt û herî kêm 4 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û gelek ji wan birîndar bûn.

Li Wargeha Penaberan a Şabûra ku li navenda Refahê ye û filistîniyên ji cihê xwe bûne lê dimînin di encama bombebarandina mala aydê malbata “Havacat” jî 6 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Li Refahê di encama hedef girtina artêşa Îsraîlê ya li dijî mala malbata “Ebû Taha” de 5 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Êrişên artêşa Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve li dijî jîngehên sivîlan, nexweşxane, dibistan, bargegehên ku filistîniyên ji cihê xwe bûne lê ne didomin. Di êrişan de herî kêm 14 hezar û 686 zarok, 9 hezar û 670 jin bi komî 34 hezar û 476 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.