6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rengîniya Çarşema Serê Nîsanê

Çarşema Serê Nîsanê cejna kurdên êzîdî, li gorî teqwima mîladî di meha nîsanê de, çarşema piştî 13’ê heyvê weke dîroka wê tê hesibandin.

Ev roj li ba êzidiya weke sersalê, afirandin û vejînê tê qebûl kirin. Di vê rojê de Tawisê Melek hatiye ser rûyê erdê, an meya dinyayê temam bûye, vejîna xwezayê ye meha nîsanê.

Nîsan bûka salê, çarşema sor mizgîniya xweşî û vejînê ye, divê di vê rojê de kes li hundir de nemîne ber bi çol û çiya ve herin, bi xwezayê re têkel bibin. Pîr û kalan digot ên di vê rojê de ji mal dernekevin dê nexweş bikevin, divê biçin nav ax û giya.

Îro, ji bo me ew roj bû, Çarşema Serê Nîsanê li gorî hesabê ‘kurmancî’ me jî bi vê minasebetê berê xwe da gundê Bacinê yê navçeya Midyadê, gund 8 km nêzî navçê ye, gundê êzidiya ye û şên e, bi çûnê re li serê girekî qesreke mezin xuya dikir, li derdorê û di hewşê de xelk gihabûn hev weke cihê li hev civînê hatibû avakirin.

Girseyek mezin di hundirê xwe de dihewand, hewş fireh û li kêleka wê jî goristan bû. Di hewşê û hundir de milet kom bûbûn, amedekariya xwarinê dikirin. Di heman demê de dengê ribab û tevgera coşa cejnê hebû. Di beroşên mezin de xwarin û vexwarina ji bo mêvana amade bû. Bi tabelayê 5-6 zimanî, nivîsên pîrozbahiya cejnê hatibûn daleqandin. Jin û mêr tevî zarokan bi cilê xwe yî çandî, bi xemla êzdîtî, diçûn û dihatin. Hêkê rengo rengo boyaxkirî li ber mêvanan digirtin rengê hêka rengê xwezayê nîşan didin.

Piştî pirozbahiya li wir, ji bo ku ro li nîvro bû govend û dilan nedigerandin, me jî go em herin gundê Kiwexê, yê girêdayî Hezexê gund di navbera Midyad û Hezexê de dimîne. Ji wir em ketin ser rê û bi dimenê biharê yê xweş ve çûn gundê Kiwexê, Kiwex gundekî kevnar e, ji bo êzidiya giring û pîroz e.

Gund salên dirêj vala ma ye, ev çend salê dawî xwediyê gund ji nûve lê vegeriyane bi vî awayî car din ava bûye. Gihiştina nav gund hêsan e, li binya gund cihê rawestgiha ereba çêkirine, ji bo ku ji derdorê gelek kes tên, bi çêkirina mal û avahiyê xwe balê dikişîne.

Wexta em gihan binya gund pêşî dîmenê gund bi xweşikbûna xwe pêşwaziyê dike. Mirov heyran dimîne li ber rewşê. Ew qas xwezayî û kevnar xuya dike mîna ji çîrokên mitolojîk derketibe. Li ser kaşekî bilind çend kesan hewl dida bafiroka sûretê tawis li ser bifirînin lê ba nedihat û zêde mezin bû nedifirî. Di serê kaşê bilind de qubeyek hebû ew der jî cihê ziyaretê bû .

Lê cihê zîyaretgeha esil li binya kaş de avakiribû, derdora wê diwarkirî bû bi gihiştina wir re qerebalixek zêde diyar dibû. Îsal her çi qas pîrozbahiya mezin li Wêranşehrê jî be, li Kiwex jî têra xwe civiyabûn. Tişta pêşî bala min kişand li devê derî derxistina pêlavan bû!

Gelek kes pêxwas li hewşa ziyaretê digeriyan. Di baweriya êzdîtî de pêlav qirêjiya derdorê dihewînin, ji ber wê dema diçin pîrozgeha pêlavê xwe derdixin û ev şertek ji bo îbadeta hecê ye jî. Di nava hewşê de çend qube û dîsa bi rêzê kelehê heft milyaketê pîroz ku sembolîze dikin hebûn. Hin kesan yek bi yek, bi dia, kevirê kela maç dikirin. Di nav qubeyek di hewşê de, di hundirê qubê de, du derguşên vala hebûn jinan tê de dia dikirin, her wekî din li ber qubên din jî dia dihatin kirin.

Dara miraza jî di hewşê de bû, bi paçê xwezî û miraza ve hatibû  girêdan. Her wekî din yên bixwesta kesekî bi dia benikê tayî ji çar renga pêkhatî (kesk,sor,zer û spî ) li zendê girêdida. Govend û dilan hem li nav ziyaretê, hem li dervê yî wê her digera, bi cil û bergê xwe, bi xemla xwe, bi rengê xwe, gelê êzîdî qedirbilind in û hêjayî tiştên xweş in…

Ji bo min rojeke pir xweş bû, ji nêz ve dîtin û hestkirina wê atmosferê kêfxweşî da min. Dibê ku min hinek tişt kêm gotibin, lê di dawî de, di bin bandora giringî û bikaranîna dia ya de, ez jî bi diayekê xilas bikim. Hêvî û xweziya min, hûn careke din rojên reş nebînin, her rojên we bi tehma Cejna Çarşema Serê Nîsanê derbas bibe…