2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê bi şerê taybet re

M. Torî

Mîrateya herî hêja û biqîmet a gel û civakan çand, huner û wêjeya wan e. Şerê taybet di serî de êrîşî vê manewiyatê dike û hewl dide wê tune bike.

Ji bo şerê bi şerê taybet re, beriya her tiştî yekîtiya rêxistinî pêwîst e. Mirovê Zana gava dibêje, “Li Kurdistanê pelê darê bi xwe jî bê rêxistinbûyîn nikare biheje”, a rast amaje bi geşedanên germegerm ên niha diqewimin jî dike. Serketina li hember polîtîkayên “dabeş bike, parçe bike, bi rê ve bibe û berî hev bide” ya îngîlîzan ku em di seranserê dîrokê de rastî wê tên, bi ferdê rêxistinkirî û civaka rêxistinkirî pêkan e. Ji lew re rastî yekpare ye û parçekirina rastiyê, parçekirina mirov e ku ew bi awayekî mîkroyî gerdûn bi xwe ye.

Wekî gelek caran hatiye gotin, pergala TC’ê bi temamî pergaleke şerê taybet e. Bi awayekî dîrokî rehên vê pergalê, xwe disipêrin demeke dûr û dirêj. Şervaniya taybet ku ji aliyê rêbazê ve jî gelek rêyan bi awayekî hemwext bi kar tîne, awayê şerê topyekûn e ku li dijî civakê tê kirin û pêşxistin. Awayê herî xeternak yê vê konsepta şerê taybet ku pêngavên pir xasûk û kujende di xwe de dihewîne, bi rêya hunermend, akademîsyen û “rûspî” û siyasetmedaran pêk tê. Derfetên mezin dide ber van kesan û wan bi veberhênaniyeke mezin diafirîne. Û axirê bi destê wan, operasyonê têgihaniyê dimeşîne li ser girseyan. Konsepta şerê taybet, çendî qirkirina fizîkî ya civakan ji xwe re kiriye hedef, esas bigire jî, lê armanca wê ya sereke nirxên exlaqî, hest û hizira civakan e. Di vî warî de bi awayekî birêkûpêk berê xwe dide nirxên exlaqî û bi taybetî jî nirx û bêgunehiya zarokatiyê. Bi dû re wan qir dike, diguherîne û li şûna wan a herî çêkirî datîne. Lewma rêketina bi mirovên ku daxilî pêvajoyeke têgihiştinê û dahûrandinê nebûne, hewldaneke bêhûde ye. Ji bo naskirina mirov û xwenaskirinê, dahûrandinên kesayetiyê pir girîng in. Ger pirtûka mezin mirov be, nexwe wê felsefeya “tu li çi bigerî, pêşî di xwe de lê bigere” wê me ber bi rastiyê ve bibe. Madem xwenasîn dayika hemû zanistan e, nexwe destpêkirina bi zanebûnê divê pîvana sereke be.

Ger di destê te de rastiyên te hebin, serkeftin bivênevê ye. Raza têkoşîna hebûniyê ya gelê kurd a li hemberî hemû êrişên qirkirinê ku ji bo cîhanê bûye emsal, ev bi xwe ye. Rastiya Rêbertiyê ya ku bi rastiyekê bi rê dikeve û amûrên azadiyê li ser van rastiyan diafirîne, dînamîka sereke ya pûçkirina pergala şerê taybet e. Di vê çarçoveyê de bi awayekî rast xwendina sosyolojiya azadiyê û di vê çarçoveyê de nêzîkatiya li bûyer û diyardeyan û dawerivandina wan a bi etîk û estetîkê, tiştekî jiyanî ye. Her tişt mîna hingiv bi awayekî ewqasî sade û parzinandî berpêşî me hatiye kirin. Lewma ji bo vegera li hebûnî û xwebûniya xwe ya herî biqîmet û ji bo afirandina şoreşên xwe, divê ewilî mirov bi têkoşîna mezin a li hemberî nefsê ya bi navê “cîhadî ekber”ê dest pê bike. Li cihê ku rexne û xwerexnekirin pêş neketî, ne pêkan e ku mirov di şerê nefsê de bi ser bikeve. Kesên ku rexneyê nekin û xwe di xwerexnekirinê de danewerivînin, hem wê xwe hem jî yên kêleka xwe stewr bikin û her biçe wê bi awayekî mental xwe û wan biçûçik bike.

Di vî warî de, pêwîst e mirov gotina “jiyana şaş rast nayê jiyîn” a Adorno careke din rast şîrove bike. Em hemû baş dizanin ku li erdnîgariyeke  ku bi qirkirina hişî re rû bi rû ye, ji bo pêkanîna bîrê têkoşîneke tekûz divê. Lê tevî vê yekê jî, li hemberî êrişên bombardumanî nepêşxistina xweparastineke berfireh, tê wateya zengarkirina kilîda zincîrên koletiyê. Ji lew re, kilîd her ku zengarî bibin, vekirina wan jî ew qasî zehmet dibe. Qereqolên ku şerê taybet di mejiyê mirovan de ava kirine û zincîrên ku xistine stûyê me, ancax bi şerekî bîrdozî yê xurt û kûr dikarin bên şikandin. Spartakus gava digot “ji xeynî windakirina zincîrên xwe tiştekî ku em winda bikin tune ye”, ji bo azadiyê serî li ber her tiştî rakiribû. Liv û tevgera di warê têkoşînê de, kulma herî xurt a li koletiyê ye. Lewma ji bo em karibin li dijî şerê taybet şer bikin, beriya her tiştî divê em bi şer zanibin û xwe li gor vî şerî perwerde bikin. Li ser esasekî ne rast xwepwerdekirin, tê wateya hetahetayê ketina ber çerxa polîtîkayên şerê taybet.

Mîrateya herî hêja û biqîmet a gel û civakan çand, huner û wêjeya wan e. Şerê taybet di serî de êrîşî vê manewiyatê dike û hewl dide wê tune bike. Hema bibêje li tu derê cîhanê gelên ku ji bo zimanê xwe têdikoşin tune ne. Lê li Kurdistanê şerê ji bo vê û rûbirûbûna bi pêkanînên hovane mînakên aşkere yên vê yekê ne. Feraseteke ewqasî paşverû û faşîst heye ku tenê li ser qirkirin û înkarkirinê hûr bûye. Lewma ji bo em karibin xweparastina xwe ava bikin, ji xeynî parastina ziman, çand, huner û wêjeya xwe tu rêyeke me ya dinê tune ye. Ji bo parastina xwe û çanda xwe jî, divê beriya her tiştî em şervanên ferasetê û kesên ji bo azadiyê canê xwe feda kirine ku manewiyata me ya herî xurt in, ji xwe re bikin rêber û li ser azadî û serketinê hûr bibin. Tenê wê çaxê şerê me yê li dijî şerê taybet wê karibe bi ser bikeve û me bigihîne armanca me. Yan na, wê nirxên me yên exlaqî û manewiyata me ji aliyê mêtingeran ve bên tayinkirin û em ê mehkûmî hebûniyeke bêwate bibin. Li cihê ku ciwan, jin, bawerî û çand lê rêxistinkirî, jiyaneke watedar û azad heye.

Li Kurdistanê ev sed sal in, bi taybetî jî di 50 salên dawî de, ji bo şikandina pergala şerê taybet a TC’ê, têkoşîneke dîrokî tê meşandin. Pêşengên vî gelî û pêşengên têkoşînê, bi hin rêbazên qirkirinê gelek caran rastî êrişên qirkirinê hatin. Wekî tê zanîn êrişa herî berfireh ku armanca wê ne tenê Kurdistan, şikildayîna li dîroka Rojhilata Navîn û cîhanê bû, komploya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelan bû. Bîst û pênc sal in dixwazin vê komployê bidin jibîrkirin û veguherînin tiştekî asayî û rastiya kurdan bê pêşeng bihêlin. Lê îro ro ligel hemû hewldanên pergala dewletparêz, meşa azadiyê ya li Kurdistanê piraniya vê pergala şerê taybet pûç kiriye û rastiya gelekî û têkoşînekê ku dibêje ‘em jiyana bi komployê qebûl nakin’ derxistiye holê.

Dema Mazlûm Dogan di sala 1982’yan de li zindana Amedê got, “Teslîmiyet dibe îxanetê, berxwedan dibe serketinê”, wi siberojê didît. Dema meşvanên azadiyê ku ji heftê û pênc kesan pêk dihatin û ji du milan ve li Kurdistanê geriyan, di 13’ê sibatê de gihaştin Amedê, li ser zimanê wan dirûşma “Berxwedan jiyan e” hebû. Ew şerê taybet ê li zindana Amedê ku li hemberî mehkûmên azadiyê pergala îşkence û zilmê pêş xistibû, li hemberî xeta berxwedêr a ku bi dirûşma “Berxwedan jiyan e” bi ruh û can bûbû, têkçû û şikiyabû. Lewma, em îro careke din fêm dikin ku em dikarin bi ruhê Mazlûman li dijî şerê taybet bi ser bikevin. Rastiya gal a berxwedêr ku li çiyê, li bajaran û li zindanan bi berxwedanê bedew dibe, mizgîniya serkeftinê ye ji bo me.