spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şemo: Di Serê Nîsanê de cîhan hatiye afirandin

Welatiyên êzidî li Şengalê Çarşema Serê Nîsanê bi dirûşma ‘Bi yekitiya Êzidiyan û bi ruhê Çarşema Serê Nîsanê em ê xweseriya Şengalê ava bikin’ li Geliyê Kersê pîroz kirin.

Welatiyên êzidî ligel Rêveberiya Xweser a Şengalê Çarşema Serê Nîsanê (Çarşema Sor) li Geliyê Kersê ya Şengalê bi şahiyekê pîroz kir. Şahî bi dirûşma ‘Bi yekitiya Êzidiyan û bi ruhê Çarşema Serê Nîsanê em ê xweseriya  Şengalê ava bikin’ pêk anîn. Cihê şahiyê bi kulîlkên Nîsanê xemilandin û cil û bergên xwe yên resen li xwe kirin û beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Naîf Şemo axaftina vekirinê kir û wiha got: “Hêvî dikim hemû rojên me wisa be. Yek jê roja me ya girîng û pîroz jî Çarşema Serê Nîsanê ye ji ber ku di vê rojê de cîhan hatiye afirandin. Em wek Rêveberiya  Xweser vê rojê li hemû Êzidî û cîhanê pîroz dikin. Em vê rojê li malbatên şehîdan, şervanên li serê çiyan pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Em vê cejna pîroz li serokê xwe pîroz dikin û berxwedana li Îmraliyê silav dikin.”

Piştî axaftina vekirinê li ser navê çand û hunerê Koma Çiyayê Şengalê derket ser dikê û bi stranên xwe dilê gel xweş kir.

‘Bila îsal bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo’

Piştre peyama Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat xwendin. Di peyamê de cejna Êzidiyan hat pîrozkirin û wiha hat gotin: “Bi hêviya ku bibe sala azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo û bi destxistina xweseriya Şengalê. Di heman demê de vê cejnê li Rêveberiya Xweser, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û hêzên YBŞ-YJŞ pîroz dikin.  Em hêvî dikin ku sala bê her kes din av azadiyê de vê cejnê pîroz bikin.”

Piştî peyamê têkildarî girîngiya rojê şanoyek hat pêşkêşkirin û helbest hatin xwendin.

Şahiya Çarşema Serê Nîsanê bi gerandina govendê berdewam kir.