spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kujer serbest in û mexdûr girtî ye

Emîne Şenyaşarê 78 roj in li ber Wezareta Dadê li dadê digere û erka Wezîrê Dadê tîne bîra wî.

Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Piştî bûyerê kurekî Emîne Şenyaşar hat girtin û hêj girtî tê darizandin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, demek dirêj li pêş Qesra Edaletê ya Rihayê Nobeda Edaletê girt. Ji ber edalet pêk nehat çalakiya xwe bir li Enqereyê berdewa kir. Şenyaşar Nobeta Edeletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Emîne Şenyaşar di roja 78’an de nobeta xwe berdewam kir.

Emîne Şenyaşarê li ber wezaretê got: “2 kurê min û hevjînê min qetil kirin. Yên komkujî kirin sebest digerin. Lê kurekî min hêj girtî ye.”

Malbat piştre derbasî meclîsê bûn.