4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Siwêd: Şam gavên çareseriyê navêje

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd anî ziman ku ji bo çareseriyê li Şamê dîplomasî pêş xistine, lê heta niha Şamê gavên çareseriyê neavêtine.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd li ser xebatên dîplomasiyê û astengiyên dewletan ên li dijî dîplomasiya kurdan axivî.

Evîn Siwêd bal kişand ser xebatên dîplomasiyê yên piştî Şoreş Rojava û wiha got: “Gelek xebat hene di rojavayê Kurdistanê de gelek nû ne. Ji bo bakur û rojhilatê Sûriyeyê ev xebat nû ne. Gelê vir berê rasterast ne di nava rêveberiya Sûriyeyê de bûn. Her tim tenê û li aliyekî hatibûn hiştin. Gelên herêmê û baweriyên herêmê di nava xwe de xwedî têkiliyên xurt bûn. Lê ji bo avakirinê û pêşeroja Sûriyeyê ev karên dîplomasî û siyasetê pir kêm bûn. Ji 19’ê Tîrmehê ango destpêka şoreşê heta ragihandina Rêveberiya Xweser tevgerek dîplomasiya hundirîn gelek pêş ket.”

Siwêd da zanîn ku pêşengiya  dîplomasiya kurdan jî partiya kurdan PYD’ê û di pêşengiya Kongra Star jinan kir û wiha axivî: “Di navbera partiyên siyasî, pêkhate û baweriyan de niqaş pêş ketin. Di destpêkê de Rêveberiya Xweser ya Kantona Cizîrê hat ragihandin. Şeklên xwerêvebirinê an jî guhertinên di nava Sûriyeyê de çêdibin bi pêşengtiya kurdan pêk hat. Li dijî navendîbûnê xwestin ku êdî hemû pêkhate bi reng û baweriyên xwe hebin. Piştî rizgarkirina Reqa, Minbic, Dêrazor û Tebqayê de ev niqaşên li ser şeklê rêvebirinê berfireh bûn. Naskirina gelên herêmî bi pêşentiya partiyên siyasî û rêxistinên jin careke din pêş ket. Di destpêkê de dîplomasiyek hundirîn hebû. Bi dîplomasiya hundirîn re hêdî hêdî dîplomasiya derve jî pêş ket.”

Evîn Siwêd anî ziman ku ji roja Rêveberiya Xweser hatiye avakirin heta îro êrîşên li dijî Rêveberiya Xweser berdewam dikin û wiha lê zêde kir: “Li rojavayê Kurdistanê bi qasî xebatên dîplomasiyê nû ne jî li herêmê bi dehan kadroyên dîplomasiyê hene û li tevahiya cîhanê xebatan dimeşînin. Hem jî yên xwe wekî beşek Şoreşa Rojava dîtine, ji bo vê şoreşê kedê didin. Ev kes çi kurdistanî û çi kesên enternasyonal dibin û çi kesên alîgirên çareseriyê dibin hemû di nava xebata dîplomasiyê de cih digirin. Hem alîkariyê didin û hem kedê didin.”

Hemû pêkhate xebatê dimeşînin

Evîn Siwêd destnîşan kir ku mirov nikare tenê wekî dîplomasiya kurdan pênase bike û wiha berdewam kir: “Di nava vê artêşa dîplomasiyê de kurd, ereb, suryan û pêkhateyên din hene. Hemû pêkhate û baweriyên din di nava şandeyan de cih digirin. Bi giştî dema ev dîplomasî tê meşandin hêzên derve astengiyan derdixin. Ji mijarên lojîstîk bigire heta mijarên pratîk heta mijarên ambargoyê derdikevin pêş. Hêzên li hemberî Rêveberiya Xweser dixebitin û dijminantiya karên Rêveberiya Xweser dikin hene. Yên ku naxwazin dengê gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê bigêje cîhanê hene. Daxwazin hebûna bakur û rojhilatê Sûriyeyê di nava diyalog, konferans, panel, semîner û kongreyên ji bo çareseriya Sûriyeyê pêk tên  cih negire. Îro dewleta Sûriyeyê ji bo pêkhatiyên bakur û Rrojhilatê Sûriyeyê di nava dîplomasiyê de cih negire astengiyan derdixe. Dixwaze xwe bigîne hemû hêzên cîhanê û rê li pêş dîplomasiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê bigire.”

Dîplomasiyê asteng dikin

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd, li ser astengiyên li pêş dîplomasiyê jî rawestiya û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Astengiyên li pêş dîplomasiya Rêveberiya Xweser her tim hene. Di salên borî de xebat di şertên gelek zahmet de pêş ket. Êrîşên li ser herêmê hiştiye ku dîplomasî zêde pêş nekeve. Karê dîplomasiyê kedek zêde û demek zêde dixwaze. Rêveberiya Xweser ji bo her tim gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê biparêze, her tim di qada dîplomasî û siyasî de kar kiriye û îro jî xebatên xwe berdewam dike. Hikûmeta Şamê ji bo çareseriya pirsgirêkan ne amade ye. Ji bo hikûmet pirsgirêkê çareser bike tu zext jî li ser wê tune. Li dijî vê helwesta Şamê deng û bertek jî pir qels in. Dengê di eniyekê de bibin yek qels in. Dengê aştîxwaz, demokrat û dengê ji kuştin, talankirin û înkarê re bêje êdî bes e, qels e. Dengê li dijî penaberî û qeyrana aborî lawaz e. Dengê kiryarên 12 salan ên li dijî mafê gelê herêmê bêje êdî bes e, lawaz e.”