4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

12 rojnameger hatin darizandin

Danişîna doza  rojnamevan Hakki Boltan li Amedê pêk hat. Danişîna 11 rojnamevanên Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWS’ê jî li Enqereyê pêk hat

Danişîna doza der barê rojnamevan Hakki Boltan de bi îdiaya “heqaret li Serokkomar kiriye” hatiye vekirin pêk hat. Dadger bêyî ku li benda hatina parêzer raweste biryar da û xwest di danişîna pêş de bi darê zorê Boltan bînin dadgehê.

Rojnamevan Hakki Boltan ji bo Midurê Karê Nivîsan ê Azadiya Welat Rohat Aktaş ê di jêrzemînek Cizîra Şirnexê bi şewitandinê hat qetilkirin, daxuyanî dabû. Bi îdiaya ku Boltan “Heqaret li Serokkomar Erdogan û Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûoglû kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna doza Boltan li 12’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat lidarxistin.

Parêzer Resûl Temûr ji ber ku tev li danişînek din bû, ji heyeta dadgehê re ragihand ku beşdarî danişînek din bûye. Lê tevî vê yekê dadger, bêyî ku li benda Boltan û parêzerê wî bimîne danişîn li dar xist. Boltan û parêzerên wî Resûl tamûr ber bi dawîbûna danişînê hatin eywana danişînê. Lê heyeta dadgehê bêyî li heviya parêzer Resûl Tamûr û Hakki Boltan reweste biryar da. Dadger der barê Boltan de biryara anîna bi darê zorê da û danişîn taloqî 5’ê adarê kir.

Danişîna 11 rojnamevan li Enqere pêk hat

Danişîna doza Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, Nûçegîhanên MA’yê Berivan Altan, Ceylan Şahinli, Deniz Nazlim, Emrullah Acar, Hakan Yalçin, Selman Gozelyuz, Zemo Aggoz, nûçegîhanên JINNEWS’ê Habibe Eren, Oznur Deger û stajyere MA’ê yê Enqereyê yê berê Mehmet Gunhan li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hat. Di danişînê de nûçegîhanên MA’yê Deniz Nazlim û Hakan Yalçin û parêzerên xwe amade bûn.

Cîgirê Hevserokên Giştî yê HEDEP’ê Ozturk Turkdogan, nûnerên OHD û MLSA’ê jî li salonê amade bûn.

Şahid Huseyin Durudenîz bi rêya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha lê girtî beşdarî danişîna dozê bû. Durudeniz, diyar kir ku ew nizane ku MA û JINNEWS endamên rêxistinê ne an na. Şahid Durudenîz, anî ziman ku ew rojnamegerên têne darizandin nas nake.

Heyeta dadgehê piştî danişînê biryar da ku ji bo Şahid Durudeniz karibe rojnamegeran teşhis bike, ji Midûriyeta Giştî ya Enqereyê re nivîs bê şandin. Heyetê danişîn taloqî 18’ê Çileya 2024’an kir.