4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Muhafizên Şoreşê gef li Israîl û Amerîkayê xwar

Di dema ku herêma Rojhilata Navîn bi giştî û Xezayê bi taybetî li ber ava germ e, Muhafizên Şoreşa Îranê gefên xwe li dijî Israîl û Amerîkayê nû kirin. Ji aliyekî din ve Wezîrê Derve yê Îranê li DAY’yê ye

Îro Fermandarê Pasdarên Îranê Huseyîn Selamî hişyarî da artêşa Îsraîlê li hember êrîşeke bejayî bo ser zîvala Xezayê û got, eger wisa bike, “ew ê li wir were veşartin”.

Li gorî medya herêmî ya Îranê Selamî her wiha der barê hişyarî daye Amerîkayê û wiha gotiye: “Amerîkî dê bi agirê ku li herêmê pêxistine bişewitin”.

Abdullaheyan li New Yorkê

Ev gef di demekê de hatin ku Wezîrê Derve yê Îranê Husên Amir Ebdullaheyan îro berê xwe da New Yorkê da ku şêwirên navdewletî pêk bîne. Bi taybetî piştî zêdebûna kirîza li Xezayê bi berdewamiya bombebarana Îsraîlê ku bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da.

Cîgirê Fermandeyê Pasdarên Şoreşê Elî Fedawî jî çend roj berê gef xwaribû û gotibû “Eger pêwîst bike dê mûşekan li Heyfayê bixin”. Fedawî di vê derheqê de wiha gotibû “Eger Israîl êrîşî Xezayê bike, eksena berxwedanê dê bersivê bide, ango komên filistînî û komên din ên leşkerî yên girêdayî Îranê dê piştgiriya Filistînê bikin.

Wezîrê karên derve yê Îranê heftiya buhurî daxwaza rawestandina şerê li dijî Xezayê kiribû û gotibû “Heke Amerîka û Israîlê jenosîda li Xezayê rawestînin, hemû îhtîmal çêdibin. Wî hişyarî da ku her hesabên şaş dê encamên cidî bi xwe re bînin.”

Dubendiyek rastîn

Di vê navberê de, rayedarên îranî berê ji Reutersê re piştrast kiribûn ku Îran der barê krîza Xezayê de rastî dubendiyekê tê. Her êrîşeke mezin li dijî Israîl dikare bibe sedema windahiyên giran û hêrsa gel a li dijî hikûmetê. Her têkçûn an dev ji piştgirîkirina Hemas an Hizbullahê berdan jî dê îmaja wê di nav hevalbendan de lewaz bike.

Ji dema ku Hamasê di 7’ê Cotmeha îsal de êrîşa ji nişkê ve ya li ser niştecihên derdora Zîvala Xezayê dest pê kir, metirsiya navdewletî û herêmî hebû ku dibe ev şer berfirehtir bibe û Hizbullaha Lubnanî û aliyên din bikişîne nava vî şerî.