27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistina Efûyê: Gefên Îsraîl wekî sûcên şer tên hesibandin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku gefên artêşa Îsraîlê yên li dijî niştecihên bakurê Şerîda Xezeyê dibe ku wek sûcên şer bên hesibandin

Artêşa Îsraîlê di 21’ê Cotmehê de li bakurê Şerîda Xezayê belavok avêtin û ferman da ku demildest herêm were terikandin.

Di belavokê de hate gotin ku jiyana niştecihên herêmê di xetereyê de ye û hate gotin ku her kesê ku ji bakurê Şerîda Xezeyê dernekeve “dibe ku hevkarê rêxistina terorê bê dîtin.”

Hefteyek berê artêşa Îsraîlê ji 1,1 milyonî Filistînî yên li bakurê Şerîda Xezayê dijîn xwest ku derbasî başûrê herêmê bibin.

Şêwirmenda Mudaxeleya Krîza ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Donatella Rovera nerazîbûn nîşan da û got, “Îlankirina bajarekî yan jî herêmekê bi temamî weke hedefa leşkerî, binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye, ku tedbîrên li ser cudahkirina hêzên leşkerî û sivîlan ferz dike.”

Rovera got, “Binpêkirina rêgeza cudabûnê (di navbera sivîlan an milkên kesayeteke sivîl û armancên leşkerî de) bi hedefgirtina sivîlan (…) sûcê şer e.”

Delîlên sûcê şer hene

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di daxuyaniyeke din de bal kişand ser 5 êrîşên “neqanûnî” yên ku ji aliyê Îsraîlê ve di navbera 7-12’ê Cotmehê de li Şerîda Xezeyê pêk anîne, weke “sûcên şer” bi nav kir û qeyd kir. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku di destê wan de “delîlên mezin” hene.

Rêxistina Efûyê, diyar kir ku di gelek rewşan de lêpirsîn “negihiştine wê encamê ku di dema êrîşan de li herêmê hedefên leşkerî hebûne’ û destnîşan kir ku êrîşên bêhevseng an êrîşên ku bêyî cudahî di navbera armancên sivîl û leşkerî de têne kirin, li gorî hiqûqên navdewletî qedexe ne.

Sekretera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Agnes Callamard jî ev bang li, “Dozgeriya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (UCM) kir, lez bidin lêpirsînên xwe yên dewam dikin ku delîlên sûcên şer ên gengaz û sûcên din ên li gorî hiqûqa navneteweyî ji hemû aliyan re bên dayin.”