6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeye Remziya Altug bi girseyî oxir kirin

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê welatiya ji Bakurê Kurdistanê Remziya Altug bi merasîmekê oxir kir

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê welatiya ji Bakurê Kurdistanê şehîd Remziya Altug ku di 22`ê Cotmehê de li bajarê Qamişlo di encama teqîna seyareyê de jiyana xwe ji dest da oxir kir.

Merasîm li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo, bi amadebûna rêheval, dost, şênî, endamên partiyên siyasî, Kongra Star û saziyên civaka sivîl, pêk hat. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Şemsîxan Gilo axivî û bal kişand ser şehîd Remziya Altug û got: “Hevala Remziya ji ber siyasetên qirkirinê yên dewleta tirk a dagirker koçî Rojava bû. Ji malbateke welatparêz e û 4 xalên wê şehîd in. Şehîd Remziya yek ji jinên soza berdewamkirina xeta şehîd û fikra azadiya jinê dabû bû.”

Li ser navê Kongra Star, Hevseroka Nivîsgeha Têkiliyan a PYD`ê Sema Bekdaş axivî û diyar kir ku careke din li cihê pîroz ew rêhevaleke xwe ya dîtir oxir dikin. Bektaş anî ziman ku Remziya Altug dayika 2 zarokan bû û sersaxiyê ji zarok û malbata wê re xwast. Bektaş da zanîn ku iyasetên dewleta tirk rê li ber amadebûna malbat di merasîmê zarokên xwe de jî digire û wiha dom kir: “Tevî her qedexeyên ji ber siyaseta qirkirinê jî, em wek gel bi yek îrade û yek fikrî tevdigerin.”

Sema Bekdaş destnîşan kir ku şehîd Remziya Altug ji 2016`an de tevlî Şoreşa 19`ê Tîrmehê bû û wiha behsa kesayeta wê kir: “Bi dilekî tijî hezkirin û dev li ken, bi îradeyeke xurt şehîd Remziya di nava şoreşê de cih digirt.”

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şêrîn Ehmed peyama ji malbata şehîd Remziya Altug hatî, li pêşiya beşdaran xwend. Malbatê di peyama xwe de got: “Şehadeta keça xwe li gelê Kurd û hemû rêwiyên azadiyê pîroz dikin, şehîd Remziya tevî hemû derfetan jiyîna derveyî welat red kir û bi hestên xwe yê welatparêziyê, ruxmî gefên dewleta Tirk berê xwe da Rojava. Careke din kar û xebata xwe weke jinekê di lêgerîna heqîqeta azadiyê de têkoşîn kir û bi şerefeke mezin di vê oxirê de tev li refê şehîdan bû. Şehîda gelê Kurdistanê ye.”

Piştî axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê radestî hevalên şehîd Remziya Altug kirin. Rêhevalên şehîd bi “Şehîd Namirin” cenazeyê wê li ser milan kirin û li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.