22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

140 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin

Li Girtîgeha Wanê 140 girtiyên siyasî ji bo mirina Ramazan Tûranê 70 salî ku di 21’ê Çileyê de bi awayekî guman di hucreyê de jiyana xwe ji dest dabû bê zelalkirin, ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Têkildarî mijarê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Wanê (TÛHAY-DER), Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD), Baroya Wanê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê daxuyaniyek hevpar dan. Daxuyanî li Baroya Wanê hat dayîn. Malbatên di Nobeda Edaletê de, HDP’î û endamên KESK’ê tevli daxuyaniyê bûn. Hevserokê OHD a Şaxa Wanê Medenî Gur daxuyanî xwend. Gur, destnîşan kir ku hê ji destpêkê ve kifş bû ku mirina girtî Ramazan Tûran mirineke biguman e.

Gur, anî ziman ku girtiyên di Girtîgeha Wanê de bi hinceta di mirina Tûran de îhmalkariyek mezin heye serî li Wezareta Dadê dane û piştî vê ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirine. Gur got: “Nêzî 140 girtî tevli greva birçîbûnê bûne. Daxwaza girtiyan ew e ku hemû hêlên mirina Ramazan Tûran bên aşkerekirin, lêpirsîneke çalak bê kirin, derbarê berpirsan de lêpirsîneke çalak bê destpêkirin, kesên tiliya wan di vê mirinê de hene bên cezakirin, berdan an jî taloqkirina înfaza girtiyên nexweş û devjêberdena helwesta li hemberî girtiyan.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat bibrîxistin ku 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene û wiha hat gotin: “Saziya Tiba Edlî dûrî zanistê û bi awayekî alîgir raporên “dikare di girtîgehê de bimîne” didin girtiyan, lê divê dozger û îdareyên girtîgehan nêrîn û nirxandinên nexweşxaneyan ên derbarê girtiyan de esas bigirin. ”