22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bertekên li hemberî zeman didomin

Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi sedan welatî li Kuçeya Hunerê li dijî buhabûna ceyranê û zemên tên kirin kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin. Beriya daxuyaniyê kolan ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsên ku kolan bi barîkatan girtin, ser welatiyan kontrol kirin û paşê hiştin welatî derbas bibin.

Li vir welatiyê bi navê Abdî Bulbul (70) bertek nîşanî fatûreyên biha yên ceryanê û DEDAŞ’ê da û got: “Ev çi ye? Ne serdema Kenan Evren û ne jî ya Tansu Çîler ne wiha bû. Bila bên me bikujin. Ez ê çi bikim? Ez xizan im. Werin me bikujin. Xwedê heqê me nehêle.”

Piştî van gotinan Bulbul kincên li ser xwe qetandin û ji ser hişê xwe ve çû. Esnafekî li wir jî bi tund DEDAŞ’ê şermezar kir û got:” Li Şirnex û navçeyên wê DEDAŞ her çendî ceyrana qaçax tuneye, dîsa jî bi hezar lîreyan cezayê li welatiyan dibire. Bi polîsan re davêje ser mal û taxên me. Em DEDAŞ’ê rexne dikin. Yên ku DEDAŞ’ê bi rê ve dibin jî dê hesab bidin vî gelî û civakê.”

Esnafek din jî got: “Ez 2 hezar û 800 lîre meaş distînim, lê fatûreya ceyrana min 3 hezar û 185 lîre hatiye. Ez avê venaxwim, nan naxwim û cil û berg nakirim. Ma wê wisa bi rê ve biçe? Li tu derê zilmeke wiha nehatiye dîtin. Ez dixwazim li Cizîrê bihayê ceyranê çi bibe, li Uşakê jî bi heman awayî be. Bila li Tirkiyeyê wekhevî hebe, wê demê em ê fatureyên xwe bidin.”

Karkerekî înşaetê jî diyar kir ku zarokê wî bi pençeşêra pişikê ketiye û nikare fatûreya ceyranê bide û got: “Kurê min 2 sal in bi nexweşiya pençeşêra kezebê ketiye. Li fakulteya Amedê tedawî dibe. Tu debara min tune ye. Ez dest vala diçim malê. Em di av û donê xwe de diqijilin. Em ne li malê bûn, lê DEDAŞ’ê ev meqbûz da min. 12 hezar û 830 lîre cezayê pere li min hatiye birîn. Ez ê nikaribim bidim. Lê mixabin ji ber ku me muxatab nedît, gotin ger tu ranezînî dê ceryana te bê qutkirin. Û kurê min makîneya oksîjenê an bi kar tîne. Heger ceyranê qut bikin wê kurê min bimire. Sebebê wê jî ew in.”

Welatiyeke jin jî nerazîbûna xwe wiha anî ziman: “Di mala min de kesekî ku bixebite tune ye. Ez ê ji wan re 3-4 hezar pere ji ku bibînim?”

Piştre girseyê xwest heta avahiya DEDAŞ’ê bimeşe. Lê polîsan bi hinceta qedexeya walîtiyê destûr neda. Girse li dijî vê bi berzkirina dirûşmeyên wekî “Rêveber îstifa”, “Diz DEDAŞ”, “Bimre DEDAŞ” heta kolana Orhan Dogan meşiya. Li vir polîsan mudaxeleyî girseyê kir. Tevî hemû mudaxeleyan girseyê meşa xwe berdewam kir. 2 jinên ku fatûreymb ceyranê bi tililiyan şewitandin, polîsan li wan xist û ew binçav kirin.

Ji jinên hatin binçavkirin yek jê hat berdan, lê ya dinê ji ber ku ji ser hişê xwe çû ew bi ambulansê rakirin nexweşxaneya navçeyê.

Her wiha polîsan nehişt rojnamevan dîmenên jinên hatin derbkirin bigirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê