3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Der barê Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya me Kadrî Esen de doz hat vekirin

Derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen bi îdiaya li ser medya dijital  ‘propaganda rêxistinê kiriye’ doz hat vekirin. Wêneyek ku Esen di nîsana 2018’an de li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal belav kiriye ji aliyê Serokatiya Têkoşîna Dijî Sûcên Sîberê ya Midûriyeta Giştî ya Polîsan ve bûye mijara sûc.

Îdianame ji aliye Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat amadekirin û ev îdianame ji rûpelekê pêk tê. Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Amedê îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de derbarê Esen de ji salekê heta 5 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Esen wêneyek ku endamek rêxistinê ye û çek di destê wê de ye belav kiriye û ev wêne bûye mijara sûc. Dozger di îdianameyê de diyar kiriye ku wê ev wêneyê Esen belav kiriye kurdan rake ser piyan û pesnê endamê rêxistinê hatiye dayîn.

Dozger xwestiye Esen ji ber parvekirina wêne were cezakirin. Danişîna ewil a doza hatiye vekirin dê di 21’ê îlonê de bê lidarxistin.