11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya dîsa gef li NATO’yê xwar

Bi zêdebûna nakokiyên di navbera Rûsya û welatên Rojava de ji ber şerê li Ukraynayê, Cîgirê Serokê Ewlekariya Netewyî yê Rûsyayê Dmitri Medvedev gef li welatên Rojava xwarin û wiha got: “Çi hewldanek ji bo destwerdana nîvgirana Qirimê tê wateya îlankirina şer, heke welatekî endamê NATO’yê wê yekê bike tê wateya şerê bi hemû welatên NATO’yê re. Ew jî tê wateya şerê cîhanê yê sêyemîn ku dê felaketeke mezin li pey xwe bihêle.”

Her wiha li ser mijara tevlîbûna Fînlanda û Swêdê ya hevpeymana NATO’yê jî Dmitri Medvedev wiha got: “Ji xwe NATO bêyî wan herdu welatan jî nêzî sînorê Rûsyayê ye.” Lê di berdewama axaftina xwe de bibîr xist ku heke ew her du welat tev li NATO’yê bibin dê Rûsyayê bê helwest nemîne ji ber ku dê sînorê di navbera Rûsya û welatê endamên NATO’yê de berfirehtir bibe.