8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Av û axê jehrî dikin

Di 21’ê hezîranê de li gundê Çopler a navçeya Îlîç a Erzînganê şîrketa madena zêr a Kanadayê ya bi navê Anagold ku ji sala 2010’an ve xebatên xwe yên derxistina zêr didomîne 20 ton siyansur rijand Çemê Firatê.

Şîrket xebatên xwe heta niha li ser 1.746,52 hektar axê dimeşand. Lê di cotmeha sala borî de bi erêkirina Rapora Nirxandina Bandorên Hawirdorê (ÇED) biryar da ku cara duyemîn qada xwe ya xebatê firehtir bike.

Heke şîrketa Anagold qada xebata xwe berfireh bike, dê salane bikaranîna asida sulfirîk ji 9 hezar tonî wê bibe 122 hezar ton. Bikaranîna siyanorê jî dê ji 7 hezar tonî derkeve 11 hezar tonî.

Niha ji bo ku ev bermahiyên asîda sûlfirîk û siyanor hewizeke bi mezinahiya 197 sehayên fitbolê tê bikaranîn. Heke ev berfirehbûn pêk were dê ev mezibûna hewizê bibe 600 sihayên fitbolê. Ev jî tê wateya ku dê 66 milyon ton siyanor tev li nav hewaya atmosferê bibe.

Di mijdara 2020’an de gelek aktivîst li hemberî xebatên Anagoldê derketibûn û gotibûn ku bandorên xirab ên xebatên şîrketê tenê li Erzînganê nabin dê li ser Dêrsîm, Sêwaz, Meletî jî bandorên wan ên neyînî hebin. Di heman demê de wê bermahiyên xebatên şîrketê bikevin nav bendavên Keban, Karakaya û Ataturkê jî.

Piştî ku li heremê ev bûyer pêk hat rayedarên hikûmetê hewl dan ku vê bûyerê ji raya giştî veşêrin. Lê hem ekolojîst hem jî şêniyên heremê der barê mijarê de bertekên xwe anîn ziman. Li ser vê yekê Wezareta Guherîna Avhewa, Bajarvanî û Hawirdorê da zanîn ku heta lêkolînên li ser şîrketê bi dawî nebin dê destûr nedin ku şîrket xebatên xwe bidomînin.

Ji ber ku hem siyanor hem jî asîda sûlfirîk li nav ax û ava heremê tê bikaranîn şêniyên wir diyar dikin ku bi van madenan nexweşînên wek pençeşêrê zêde bûne û dixwazin ku xebatên vê madenê bên rawestandin. Ji bo vê yekê jî aktivîstên wek Sedat Cezayîrlîoglû Wezareta Guherîna Avhewa, Bajarvanî û Hawirdorê giliyê dozgeriya navçeya Îlîçê dikin.