6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwestin dîrokê dubare bikin

Di 29’ê hezîrana 1925’an de Şêx Seîd û hevalên xwe hatin darvekirin. Her wiha di 29’ê hezîrana 1999’an de jî cezayê darvekirinê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat birîn. Dewleta tirk ji bo komplo, îxanet û qirkirinê li ser kurdan bidomîne di 13’ê sibata 1925’an de li hemberî Şêx Seîd serî li fen û fûtan da. Bi vî rêbazî Şêx Seîd û hevalên xwe hatin girtin. Di 10’ê gulana 1925’an de, Şêx Seîd û hevalên wî derxistin Dadgeha Îstîklalê ya Şarkê ya Amedê. Şêx Seîd û hevalên xwe di 10’ê gulana 1925’an de derketin pêşberî dadgeha ku ji bo darvekirina wan hatibû avakirin a bi navê Dadgeha Îstîklalê ya Şerqê ya Amedê. Şêx Seîd û hevalên xwe di 29’ê hezîrana 1925’an de li Meydana Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

Qirkirina Spî

Şêx Seîd beriya ku were darvekirin wiha gotibû: “Ez niha li ser vê dinyaya fanî li ber xatirxwestinê me. Ez ne poşman im ku ji bo vî gelî feda bûme. Bes ku neviyên min, min li hemberî neyarên min nedin şermê.” Ev sekna Şêx Seîd a birûmet tirseke mezin xist dilê dijminan. Ji ber vê tirsê dewletê cenaze neda malbatê. Hîn jî cenazeyê Şêx Seîd nayê zanîn bê li ku hatiye veşartin. Malbata Şêx Seîd û gelê kurd ji bo diyarkirina cihê gora Şêx Seîd têkoşîna xwe didomînin. Di heman salê de plana qirkirinê ya bi navê Plana Îslahata Şerqê derxistin. Li Kurdistanê qirkirinên herî hovane dan meşandin. Hê jî baş nayê zanîn ku bê di vê qirkirinê de çiqas kurd hatine qetilkirin û koçberkirin. Ji vê qirkirinê re “Qirkirina Spî” tê gorin.

75 sal şûnde heman komplo

Giladyoya NATO’yê ya navdewletî bi destê dewleta tirk piştî 75 salan vê carê li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li komployê da. Ji ber ku hêza wê ya ku vê komployê pêk bîne tunebû, bi pêşengiya hêzên hegemon Amerîka, Ingilistan, Israîl û gelek dewletên din li hemberî Ocalan komploya navdewletî pêk anîn. Balkêş e ku mîna komploya Şêx Seîd di 15’ê sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê kirin. Ocalan jî di meha gulanê de hate “darizandin”. Komplo bi vê tenê neqediya vê carê di salvegera roja ku Şêx Seîd û hevalên wî hatin darvekirin cezayê darvekirinê li Ocalan birîn.  Di 29’ê hezîrana 1999’an de “cezayê darvekirinê” li Ocalan birîn.

Armanc tasfiyekirina kurdan bû

Ocalan di parêznameya 5’emîn de wiha behsa 29’ê hezîranê dike: “Roja anîna min 15’ê Sibatê bû. Ev roj, roja 15’ê Sibata 1925’an e ku di wê rojê de komplo li dijî Şêx Seîd hat destpêkirin. Piştî Dadgeheke Giravê ya şanoyî, di 29’ê hezîrana 1999’an de biryara darvekirinê hat dayîn. Di heman rojê de jî ango di 29’ê hezîranê de Şêx Seîd û komeke hevalên wî hatibûn darvekirin. Aşkera bû ku 75 sal bûn (li gorî sala 1999’an), operasyonên mezin ên înkar û tunekirinê li ser kurdan bênavber dihatin meşandin. Bi YE û DYA’yê re di çarçoveya çavtirsandinê de li ser cezayê darvekirinê li hev kiribûn. Lê polîtîkaya hevpar a li ser li hev kiribûn, wê bi riya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ev cezayê darvekirinê pêk neanîna û di şexsê min de wê bi armanca tesfiyekirina tevgera şoreşger ya li derveyî kontrola wan ango Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û PKK’ê bi kar bianîna. Ev bi awayekî veşarî dikirin…”

Dixwestin hêviya gel bişkînin

Ocalan di beşeke din a parêznameyê de jî wiha behsa armanca “cezayê darvekirinê” dike: “Tiştekî din heye ku divê bînim ziman. Ew jî ev e, di pêvajoya Îmraliyê de komploya li ser min ferz kirin ewqasî dijwar bû ku bi qasî serê derziyê hêvî bi mirov re nedihişt. Bi vê armancê cezayê darvekirinê û şerê psîkolojîk demeke dirêj di rojevê de hatin hiştin. Di rojên destpêkê de min bi xwe jî nikarîbû tesewir bikim ka ez ê çawa li ber xwe bidim. Ne mana bi salên dirêj lê ez nedifikirîm ku salekê jî li vir derbas bikim. Fikreke min a ku min ji xwe re digot hebû: “Hûn ê çawa karibin bi milyonan kesî di odeyeke teng de bigirin!” Bi rastî weke Rêbertiya Neteweyî ya Kurd di dema şertên anîna zindanê de min xwe kiribû senteza bi milyonan kesî yan jî gel ez kiribûm vê rewşê. Gel jî bi vî rengî fêhm dikir.”