spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

19 kesên ji ber Newrozê hatin binçavkirin hatin berdan

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hinceta tevlêbûna pîrozbahiyên Newrozê, li 5 bajaran lêpirsîn dabû destpêkirin. 19 kesên di çarçoveya vê lêpirsînê de hatin binçavkirin, hatin berdan.

Bi hinceta ku li Enqereyê tev li pîrozbahiya Newrozê bûne, der barê 19 kesan de lêpirsîn hatibû destpêkirin û li 5 bajaran bi ser malan de hatibû girtin. Di encama serdegirtinên malan de endama Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bedriye Irmak jî di nav de bi giştî 19 kes hatibûn binçavkirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê, sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê jî Mehmet Akici, Aykut Bozkuş, Bedriye Irmak, Alî Osman Işik, Muhammed Yasîn Bagcivan, Cahît Gumuş, Ramazan Aggoz, Hurşît Uzum, Samet Aytaç, Kadîr Aytaç, Enka Yildirim, Kara Yûsûf Dogan, Nebahat Gever, Bariş Gozel, Ahmet Gozel, Halîl Gozel, Mehmet Ustundag, Ahmet Bîngol û Muhammet Sîs sewqî Dadgeha Cezayên Sulhê hatin kirin û bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û kontrola edlî hatin berdan.

Li aliyê din 3 kesên li Êlihê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin hatin berdan.

Adnan Vûral, Vedat Ozer û Mazlûm Îtmez ên duh di saetên serê sibê de bi serdegirtinên malan hatibûn binçavkirin, piştî kirariyên li Miduriyeta Polîsan a Bajêr sewqî edliyeyê hatin kirin. Diyar bu ku her sê kes di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Kongreya Ciwanan a HDP’ê hatiye destpêkirin de hatine binçavkirin û li edliyeyê bi riya SEGBÎS’ê îfade dane dozgeriyê.

Her 3 kesên ku pişt re sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hatin kirin û bi ser SEGBÎS’ê îfadeyên wan hatin wergirtin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.