5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wêjeya berawirdî

Ekola Slav a wêjeya berawirdî jî, li gel ekolên fransî û amerîkî, wekî dibistaneke sereke tê pêjirandin û her ku ji navê wê jî xuya dibe li nav gelên Slav ên rojhilatê Ewropayê û bi taybetî jî li Rûsyayê bûye xwedî bandor.

Di vê nivîsê de em ê bi kurtî behsa çend xalên giştî yên wêjeya berawirdî bikin. Li ser pênaseya wêjeya berawirdî wêjevan pirî caran li hev nakin, dîsa jî pênaseya Henry Remak çarçoveya giştî ya vê qadê bi awayekî şênber dest nîşan bike: “Wêjeya berawirdî xebata li ser wêjeyê ya ji sînorên welatekî kifşe wêdetir e, her wiha xebata der barê têkiliyên wêjeyê û qadên din ên zanistê jî digire nav xwe, qadên wekî huner, felsefe, dîrok, zanistên civakî ku di vê têkiliyê de wêje li aliyekê ye û ew qadên navborî jî li aliyê din in.”

Bi kurtî em bibêjin, wêjeya berawirdî, berawirdkirina wêjeyê ya bi wêje (yên) eke din û berawirdkirina wêjeyê bi qadên din ên derbirîna mirovî ye.

Xebatên wêjeya berawirdî bi şiklekî rêkûpêk piştî nîveka sedsala 19’an derdikevin qada cîhanê. Di nav du sed salan de ji gelek welatan tevkariya bi dehan wêjenasan ji bo pêşdeçûna wêjeya berawirdî çêbûye. Kesên wekî J. Dryden, Elias Schlegel, Montesqieu û Madame de Stael wekî pêşengên wêjeya berawirdî tên pejirandin. Wêjeya berawirdî bi gelek têgehan ve têkildar e, têgehên wekî Wêjeya Gerdûnî (Universal Literature), Wêjeya Navneteweyî (International Literature), Wêjeya Giştî (General Literature) û Wêjeya Cîhanê (World Literature). Mijarên wêjeya berawirdî jî di nav demê re zêdetir bi nîqaşên derbarê wan têgehan diyar bûne. Wêjeya Cîhanê wekî term ji hêla Goethe ve hatiye bikaranîn û wî bi vê têgehê daxwaza xwe ya jiholêrabûna cudatiyên navbera wêjeyan û teşegirtina wêjeyeke tek û yekgirtî ya cîhanê aniye ziman.

Dema ku analîza xebatên wêjeya berawirdî tê kirin, bi hêsanî tê dîtin ku xebatên bi vî rengî giranî dane li ser analojî (bibîrxistin), nerît, pêl û şêweyên edebî, tema û motîfê, ku tev jî hêmanên edebî û hunerî ne. Bandor jî xaleke girîng a metoda berawirdî ye. Der barê diyarkirina bandorê de bi giştî du cureyên lêkolînê derdikevin pêş. Ya yekê, berawirdkar dêhna xwe didê bê ka têkiliyeke çawa navbera yê bandordar û yê bandorwergir çêbûye. Her wiha vê têkiliyê jî bi hêmanên wekî form, tema, cureyên edebî û fikir dinirxîne. Ya duyem jî, berawirdkar di heman çarçoveya bandorê de bala xwe dide ser taybetiyên zimanî û yên binyadî.  Xebatên berawirdî herî zêde bi “mijarên hevpar” û “motîfên hevpar” pêk tên. Berawirdkar dikevin li pey vê bersivê bê ka mijarên hevpar li welatên cihê çawa hatine şixulandin û ferqên wan çi ne. Dîroka pêşveçûna cureyên edebî jî dikeve ber para lêkolînên berawirdkaran, lewre ji bo şopandina vê pêşveçûnê lazim e berawirdkar lêkolînên xwe li welatên cihê pêk bînin. Îmagolojî (hêmanasî) têgeheke din a wêjeya berawirdî ye ku lêkolîner girîngiyê didinê. Lêkolîna derbarê îmaj û diyarbûnên gel û neteweyekê ya di wêjeya gel û neteweyeke din de dikeve nav sînorê xebatên bi vî şiklî. Lêkolîna li ser manendiyên nivîskaran, destnîşankirina yê danêr û yê wergir û bê ka yê wergir û bandorgirtî di encama vê bandorê de berhemeke çawa derxistiye holê tev tên nirxandin.

Di nav ekolên berawirdî de herî zêde Ekola Fransî û Ekola Amerîkî derketine pêş. Di Ekola Fransî de Fransa yan wergir e yan jî danêr e. Li Fransayê naskirin û diyarkirina taybetiyên neteweyî her tim bûye hêleke girîng ên xebatên wêjeya berawirdî. Di ekola Fransayê de çarçoveya xebata wêjeya neteweyî û ya berawirdî bi awayekî berbiçav ji hev vediqete. Wêjenasên neteweyî li ser wêjeya xwe disekinin, ji hêla din ve berawirdkar jî ji yekê zêdetir wêjeyên neteweyan dikin mijara xwe. Lê di şêwaza amerîkî de wêje yek qad e û ji hev venaqete. Di ekola amerîkî de armanca têgihîştina berhemên ber bi estetîka wê ye û helwesta têgihîştinê jî pişta xwe dide formalîzma Rûs û Rexneya Nû.

Rexneyek li ser Ekola Fransî ew e ku ev ekol derdikeve derveyê wêjeyê û her wisa sînorê qada wê ya lêkolînê şêlû ye. Ev ekol qîma xwe zêdetir bi qadên wekî etnolojî, civaknasî, polîtîka û dîrokê tîne, lewma jî edebîtî li paş dimîne. Ji hêla din ve Ekola Amerîkî wekî navenda lêkolînê metna edebî dibijêre. Xala hevpar a her du ekolan ew e ku her du jî mijarên xwe ji wêjeyên neteweyên din dibijêrin, anku supranasyonal in. Lê digel ku fransî ji bo nirxandina wêjeya berawirdî du zimanên cuda pêwîst bibînin jî, amerîkî vê yekê wekî şerteke bivê nevê napejirînin

Ekola Slav a wêjeya berawirdî jî, li gel ekolên fransî û amerîkî, wekî dibistaneke sereke tê pêjirandin û her ku ji navê wê jî xuya dibe li nav gelên Slav ên rojhilatê Ewropayê û bi taybetî jî li Rûsyayê bûye xwedî bandor. Ekola Slav zêdetir bi bandora teoriya marksîst a edebî teşe girtiye. Her wekî tê zanîn nirxandina berhemeke edebî ya li gor qaydeyên marksîzmê bi çend pîvanên bingehîn pêk tê ku di nav wan de rexneya civakî û dîrokîgerî li pêş tên. Çîna ku nivîskar aîdê wê ye, bingeh û têkiliyên aborî yên civakê û pêşdeçûna dîrokî û çînayetî bingeha nêzikbûna marksîst ava dikin. Vêca berhemeke edebî jî bi armanca ronîkirina pirsgirêkên civakî, nîşandana sedemên aborî û civakî û derxistina holê ya binyada civakî û faktorên çînayetî tê dahûrandin. Ekola Slav di wêjeya berawirdî de paceyeke cuda vekir ji bo lêkolînerên wêjeyê. Vê ekolê helwesta xwe ya dîrokî bi sîstema marksîst a felsefî qewî kir û paşxaneyeke xurt a fikra dîrokî dabîn kir ji bo analîza dîrokî. Vê yekê jî bergeha lêkolîneran zêdetir zivirand ber bi hêmanên derveyê metna edebî, yan jî bi gotineke din em bibêjin lêkolîneran wateyên metnan li derveyê metnan û di qadên wekî dîrok û civaknasiyê geriyan.

Bi hêviya ku di nivîseke din de em dêhna xwe bidin bê rewşa îro ya wêjeya berawirdî çi ye, anku kîjan fikr, helwest û rêbazên nû ketine nav vê qadê û rexneyên çawa derketine pêş.