Çarşem, Gulan 19, 2021

1’ê Gulanê û keda jinan

Dema ku dîrok bi destê serdestan hat nivîsin, dîroka jinan jî hat serobinokirin. Jinên ku di dîrokê de bi giştî wek aborînas bûn êdî tenê wek ‘kevaniya malê’ hatin pênasekirin. Avakirina tevgerên sendîkayan jî her çiqas ku li dijî hişmendiya serdestiyê be jî di roja me ya îro de hê jî karê jinan wek ‘heqdestiya erzan’ tê dîtin. Yanî ev qada ku mafê karkeran bi fikrê mîna ‘karekî wekhev, heqdesta wekhev’ diparêze keda jinan a di mal û derveyî malê de seranser xist rojeva xwe.

Bi minasebeta 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê em bi rêvebera sendîkaya Tum-Bel Senê (di banê KESK’ê de ye)  ya şaxa Mêrdînê Evîndar Oncû û Endama Dîsk/ Genel Îş’ê ya Mêrdînê Berîvan Bahçecî re axivîn.

Rêvebera Tum-Bel-Sen’ê Evîndar Oncû têkildarî hişmendiya giştî ya di sendîkayan de diyar kir ku ev hişmendî bandora neyînî li temama civak, tebeqeyên civakî û li temama nifş û zayendan dike û wiha got: “Helbet ev bandora neyînî herî zêde li ser jinên ku di hewla rêxistinbûnîyê de ye dike. Ne tenê li sendîkayan, li her cihên ku li wê rêxistinî heye, ew der qadên têkoşîna bi desthilatdarîyê re ne.”

‘Yên li ber xwe didin jin in’

Oncû di axaftina xwe de bal kişand ser kêmasî, nebesbûnên di sendîkayên de û da zanîn ku ji bo têkoşîneke serkeftî rêxistinbûyîneke saxlem divê û ev tişt anî ziman: “Em wek endamên KESK’ê, li hemberî desthilatiyê têkoşîneke têr nakin, em qels in. Ev qelsbûna sendîkayên me herî zêde bi şewba koronayê re derkete holê. Lê dîsa jî yên di sendîkayan de li hemberî her cure pirsgirêkên civakî dengê xwe derdixin û li ber xwe didin jî jin in. Guhên wan tim li ser tahde û neheqiyên ku tên kirinin, lê bê rêxistinbûnî kes nikare bi van nexweşiyan re têbikoşe jî. Pirsgirêkên civakî, bi lihemberderketina yekê û diduyan safî nabe. Pirrbûna pirsgirêkên civakî, kêmbûna rêxistinbûniya me nîşan dide.”

Kêmasiyên di sendîkayan

Evîndar Oncû der barê rewşa jinan a di sendîkayan de destnîşan kir ku her çiqas rêxistin û saziyên sivîl di rêziknameyên xwe de bal kişandibe ser mafên jinan hin kêmasî didomin û wiha pêde çû: “Her çiqas em kesên wek di van sendîkayan de heta cihekî meseleyên newekheviya zayendî û zayenda civakî fam kiribe jî hem jin hem jî mêr kêmasî û şaşitiyê me pir in. Bi min pirr kes ji vê beşê ne ku meseleya jinan, ango pirsgirêka herî kûr a civakê, fam nekirine lê xwe wekî ku fam kiribin nîşan didin. Hem jin û hem jî mêrên ku di qada sendîkayî de cih digirin û kar dikin hîn bi kûrahî ev meseleyê ji hev veneçirandine; ango ew çiqasî li tevgerên xwe miqate bin jî baş famnekirina meseleyê xwe carna di gotin û fikirîna wan de xwe dide der. Dikarim bibêjim ku mêrên di vê qadê de, sirf ji bo ku li wir in, xwe ji hêla fikrî ve temambûyî dibînin, qet gotinan nayînin ser xwe; jin jî xwe ji wê fikra ku timî tên astengkirin xelas nakin û ji xwe re bendan çêdikin. Ji ber vê jî sedemên pirsgirêkan tim li dervî xwe diğerin. Ev wexta ku wiha be helbet her tim krîzê dertên.”

Keda jinan bêker tê dîtin

Oncû têkildarî nêzîkatiyên ku keda jinan wek ‘heqdestiya erzan’ dibinin, diyar kir ku jinên karker ku di nava çerxê de ne rewşa wan dijwartir e û ev tişt anî ziman: “Ji malan heta kargehên mezin, îro zihniyeta mêrperest keda jinan bêwate û bêqîmet dike. Jineke ku dema diçû kar bi heqdest û mûçeyî nedixebitî, tenê kar û barên malê dikir, kar û keda wê erzan jî nayê hesibandin, ji binî ve tune tê hesibandin. Sendîka û têkoşîna wan, li vir, li vî cihê ku bêedaletî mirov bênirx dike, hewcedariyeke ferz e. Jixwe sendîka ji bo vê hene û têkoşîna wan jî bi kedxwaran re ye.”

Jin li ber xwe dide

Endama DÎSK’ê Bêrîvan Bahçecî derheqê nêzîkatiyan sendîkayan ên li hember jinan de axivî û ragihand ku di hişmendiya sendîkayan de mêrperestî heye û wiha axivî: “Îro dema em bala xwe didin qada sendîyayê yên herî zêde tedê dibînin jin in. Ji ber ku ev qad wek ên mêran heta niha hatiye hesibandin, ji du qetî zêdetir li ber xwe dide.”

Madeya Kod 29

Bêrîvan Bahçecî axaftina xwe de diyar kir ku yên herî zêde rastî êrîş, zext, tunehesibandina pergalê tên karker in û ev tişt anî ziman: “Lê em dizanin ku yên herî zêde keda wan nayê ditîn jin in. Polîtîkayên desthilatiyê berîkên patronan tijetir dike û karkeran jî xizantir dike. Ev yek di madeya bi navê ‘Kod 29’ baştir xuya dike. Bi madeyê patron an jî xwediyê kar gava dilê wan bixwaze dê karkeran biqewrînin, lê ev made ji bo jinan hê kambaxtir e ku jin êdî nikarin têkevin karekî. Lê helbet jî em ê dîsa ji bo mafên xwe û destkeftiyên xwe biparêzin li ber xwe bidin, rêxistinên xwe yên di sendîkayan de bihêztir bikin.”

Tenê wek qada mêr tê hesibandin

Di axaftina xwe de Bahçecî diyar kir ku jin di gelek qadên kar de rastî zor û zwhmetiyan tên û yek jê jî qada sendîkayê ye û wiha bi lêv kir: “Em gelek caran rastî nêzîkatiyên wek ku tenê mêr di sendîkayan de kar bikin, tên. Helbet karê me jinan di vê qadê de zor e lê ez di wê baweriyê de me ku dema jin li deskeftiyên xwe xwedî derkevin dê bandora mêrperestiyê ji holê rakin. Ji bo vê yekê jî divê em bi rêxistin bibin. Encex jin dê bikaribin. ‘wekheviyê’ di vê qadê de mezin bikin.”

Her wiha Bahçecî bal kişand ser rol û rista jinan a di na sendîkayan de û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di sendîkayan de ew hêza jinan heye ku pirsgirêkên heyî çareser bikin, hewceye jin vê yekê tenê wek karên mêran nebînin.”

Naveroka berêBer bi ku ve?
Naveroka ya piştî vêJineke Serbixwe: Carmen