Dema serlêdanên ji bo bernamzetiya parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk bi dawî bû. Bi giştî 2 hezar û 783 kesan serlêdan kirine. Ji van serlêdêran hezar û 147 jê jin in. Ji serlêdêran 310’an jê ji kotaya ciwanan û 57 kes jî ji kotaya astengdariyê serlêdan kirine.
Partiya Çep a Kesk dê di 9’ê nîsanê de lîsteya xwe ya namzetan aşkera bike û di 10’ê nîsanê de jî radestî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bike.
Lîsteya namzetan dê di 11’ê nîsanê de teqez bibe.