10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îşkence hat qebûlkirin û polîsên îşkencekar ji peywirê hatin dûrxistin

Walîtiya Amedê, bi daxuyaniyekê qebûl kir ku îşkence li zarokê 14 salî Y.D. hatiye kirin û ragihand ku yek jê komîser 5 polîsên îşkencekar ji peywirê dûr xistiye.

Di 21’ê adarê roja Newrozê de li navçeya Licê ya Amedê, zarokê bi navê Y.D. (14) dema ku li gel hevalekî xwe yê 10 salî vedigeriya malê, polisan ew revandibûn û îşkenceyeke giran lê kiribûn. Piştre der barê mijarêde lêpirsîn hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Fermandariya Cendirmeyan a Liceyê ji bo teşhîskirinê bang li Y.D. kir. Y.D. li Fermandariya Cendirmeyan a Liceyê polisên îşkence lê kiribûn teşhîs kir. Li ser vê yek jê komîser bi giştî 5 polîs hatin binçavkirin.

Walîtiya Amedê jî têkildarî bûyerê daxuyaniyek parve kir. Walîtiyê di daxuyaniyê de wiha got: “Di 21’ê adara 2023’yan de zarokê bi navê Y.D. ê 14 salî hate derbkirin, çû nexweşxaneyeke navenda navçeyê û piştî tedawiya rojekê jî ji nexweşxaneyê derket. Serdozgeriya Komarê ya Liceyê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin. Di 25’ê adara 2023’yan de jî komîserek û 4 polîsên li Midûriyeta Emniyetê ya Liceyê dixebitîn hatin binçavkirin û piştre sewqî cihên pêwîst hatine kirin. Di heman demê de her 5 peywirdar ji peywirê hatine dûrxistin û derheqê wan de lêpirsîna îdarî hatiye destpêkirin. Bûyer, ji her alî ve tê lêkolînkirin.”

Çi bûbû?

Di 21’ê adarê de li navçeya Licê, zarokê bi navê Y.D. dema ku  bi hevalê xwe yê 10 salî re vedigeriya malê polisan ew dabûn sekinandin û li wan dabûn. Piştre polîsan hevalê Y.D. ê 10 salî berdabûn û Y.D bixwe jî bi xwe re biribûn. Polîsan, dest û lingên Y.D. girê dabûn û îşkence lê kirin. Polîsan bi rêya îşkenceyê hewl dabûn ku bi Y.D. bidine gotin ku ew tirk û piştre jî gefa kuştinê lê xwaribûn ku “çêran li kurdan bike û Sirûda Îstîklalê” bixwîne. Piştre jî polîsên îşkencekar dev û destên Y.D. girê dabûn û avêtibûn çirava li rex rûbarê navçeyê. Di saetên derengî şevê de şêniyeke gund Y.D. ferq kiribû û ew rakiribû nexweşxaneyê. Ji ber îşkenceya ku lê hatiye kirin dibe ku Y.D. çavekî xwe winda bike. Piştî ku îşkenceya li zarok hatiye kirin ji hêla Ajansa Mezopotamyayê (MA) ve hate weşandin, Serdozgeriya Komarê ya Liceyê têkildarî bûyerê lêpirsîn dabû destpêkirin.