21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Deng û hêza gelan: Partiya Çep a Kesk

Desthilata AKP-MHP’ê ji bo pêşiya dengê gelên azadîxwaz bigire çi ji destên wê tê dike. HDP ji bo vê planê pûç bike biryar girt ku di vê hilbijatinê de bi navê Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê û bibe hêza gela.

Tirkiye di 14’ê gulanê de dê biçe hilbijartinê. Di vê hilbijartinê de ne tenê Serokomar û parlamenter bên hilbijartin, a herî girîng dê çarenûsa Tirkiyeyê bê diyarkirin. Ji ber vê yekê ev hilbarjartin ji bo gelên Tirkiyeyê gelekî girîng e. Ev hilbijartin dê di navbera desthilata zordar û gelên ji vê pergalê nerazîne de derbas bibe. AKP, MHP di bin navê Tifaqa Cumhur de pêşengiya pergala zordest dikin. Heke CHP û Tifaqa Milet xwe neguherînin û li gorî daxwazên gel tev negerin dê ew jî bibin parçeyeke vê pergala zordest. Dema ku mirov li liv û tevgera Tifaqa Milet dinêre dibîne hewl dide ku xwe biguherîne. Lê rastiya wan dê piştî hilbijartinê derkeve holê. Ew jî baş dizanin ku heke xwe neguherînin dê dawiya wan jî weke yên din be.

Hewl didin HDP’ê bigirin

Ligel van her du tifaqan, tifaqeke ku rasterast gelan temsîl dike heye. Pêşengiya vê yekê jî HDP dike. HDP, dibin banê Tifaqa Ked û Azadiyê de hemû gelên azadîxwaz anî cem hev û bû riya sêyemîn. Desthilata AKP-MHP’ê ji bo pêşiya HDP’ê û Tifaqa Ked û Azadiyê bigirin çi ji destên wan tê dikin û dê bikin jî. Plana wan a yekem ew e ku HDP bigirin û gelên demokratîk û azadîxwaz bêdeng bikin. Desthilata AKP-MHP’ê herî zêde ji HDP’ê ditirse û ji bo vê jî hewl dide beriya hilbijartinê HDP’ê bigirin.

HDP ji ber ku bi planên qirêj ên desthilata AKP-MHP’ê  baş dizane, tevdîrên xwe wergirt. HDP ji aliyekî xebatên hilbijartinê meşand. HDP bi avakirina Tifaqa Ked û Azadiyê planên desthilata AKP-MHP û planên ku hewl didin Tirkiyeyê wekî berê neçarî yekparêziyê bikin vala derxist. HDP, ji bo di vê hilbijartinê de gelên azadîxwaz bê alternatîf nemînin û hemû dek dolabên vê pergalê vala derxin biryarên jiyanî wergirt. Ji van biryaran yek jê jî li ser navê Partiya Çep a Kesk têkeve hilbijartinê. Bi vê biryarê re Partiya Çep a Kesk ku heta çend meh berê jî di nava civakê de zêde nedihat nasîn, ket rojevê û di demeke kurt de ji hêla gel ve hat pejirandin. Êdî her kes ji bo Partiya Çep a Kesk  ji nêz ve nas bike ketin nava lêgerînê.

Ji bo jiyana azad têdikoşe

Partiya Çep a Kesk bi di 30’ê kanûna 2012’an de hat damezrandin. Partiya Çep a Kesk bi hevberdevkiyê tê birêvebirin. Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin in. Partî wiha xwe pênase dike; “Ji bo jiyan û pêşerojeke domdar û li ser bingeha civakeke ekolojîk, azadîxwazî, wekhevî û piştevaniyê hatiye damezrandin. Paradîgmaya Partiya Çep a Kesk hemû beşên civakê digire nav xwe û ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan têdikoşe,. Bi taybetî jî ji bo azadiya jinan û ekolojiyê têdikoşe. Partiya Çep a Kesk li aliyekî jiyaneke azad û demokratîk têdikoşe, li aliyê din jî li dijî wêrankirina xwezayê li ber xwe dide”.

Partiya Çep a Kesk, ji bo pêşiya plana qirêj a girtina HDP’ê bigire kete nava liv û tevgerê. Partiya Çep a Kesk di Konferansa Asayî ya 3’yemîn a 22’yê gulana 2021’î de pêk anî de biyara ketina hilbijartinê wergirt. Ji bo vê jî bi dirûşma “Em ê welatekî ku jiyana ekolojîk, demokrasî, ked û aştî lê heye ava bikin” lez da xebatên xwe. Di encama van xebatan de li 48 bajaran û 212 navçeyan rêxistiniya xwe ava kir û mafê ketina hilbijartinê bi dest xist. Bi wergirtina destûra ketina hilbijartinê re planên desthilata AKP-MHP’ê vala hat derxistin.  HDP ji ber ku gefa girtinê li ser wê heye û bi bêhneke nû têkeve hilbijartinê biryar wegirt ku li ser navê Partiya Çep a Kesk têkeve hilbijartinê.

Partiya Çep a Kesk dê di vê hilbijartinê bibe dengê nû yê gelan û weke HDP’ê bibe navê têkoşîna li dijî her cure yekparêziyê.

Ev hilbijartina dîrokê dê bi qasî şahidiya guherîna rejîmê, wê şahidiya hêza gelan a Partiya Çep a Kesk bike.