30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê mohra xwe li hilbijartinê bixin’

Endama Lijneya Arasteya Bajêr a Amedê ya Partiya Çep a Kesk Sera Bûcak der barê hilbijartinê wiha got: “Em weke jinên Partiya Çep a Kesk îdia dikin ku em ê bi xebat û tevlêbûna xwe mohra xwe li hilbijartina 14’ê gulanê bixin.”

Gelên Tirkiyeyê dê di 14’ê gulanê de ji bo serokkomar û parlementeran hilbijêrin biçin hilbijartinê. Beriya hilbijartina ku pêk bê hikumeta AKP-MHP’ê ji bo pêşî li gelan bi taybet jî li gelê kurd bigire li HDP’ê doza girtinê vekir. HDP’ê jî li hemberî vê biryara hikumetê biryar da bi Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê.

Em der barê hilbijartina ku pêk were de bi endama Lijneya Arasteya Bajêr a Amedê ya Partiya Çep a Kesk Sera Bûcak re axivîn.

Sera Bûcak di despêka axaftina xwe de got ku gelên me dizanin ku li  Tirkiyeyê  gelek caran bûne şahidê doza girtina partiyan û ev tişt anî ziman: “ Ev doza girtinê ya li HDP’ê hatiye vekirin antîdemokratîkbûna dewletê nîşan dide.  Weke pêvajoya antîdemokratîk a ku dewletê li dijî partiyên kurd dimeşîne li peşberî me ye. Doza girtina HDP’ê ev demeke dirêj e di destê hikumetê de ye, hema bêje xebatên HDP’ê û partiyên din ên sosyalîst ên ku pêkhateyên HDP’ê ne û di nava siyaseta demokratîk de cih digirin, dixe bin siya xwe û vê pêvajoyê di nav nezelalî, nediyariyê de dihêle. Dike ku nikaribe gav baveje. Pekhatiyên HDP’ê li hemberî vê rewşê dev ji xebatên xwe bernedan. Wekî hûn ji dizanin dest danîn ser xizîneya HDP’ê jî.  Ev tenê beşeke ji siyaseta tirsandinê ye. Weke hûn jî dizanin Dadgeha Destûra Bingehîn red kir ku dosyaya girtina HDP’ê taloq bike piştî hilbijartinan.”

Dê têkoşîna jinan bê parastin

Bûcak der barê tevlibûna wan a hilbijatinê de ev tişt anî ziman: “Li dijî girtina HDP’ê demeke dirêj me biryar da ku bi Partiya Çep a Kesk a ku  weke HDP’ê paradîgmaya ekolojîk,  azadiya zayendî û demokratîkbûnê diparêze bikevin hilbijartinê.  Partiya Çep a Kesk partiyeke siyasî ye ku ji sala 2012’an ve di qada siyaseta Tirkiyeyê de ye. Li rojavayê Tirkiyeyê xebatên rêxistinkirina partiyê temam bûne. Her wiha demeke dirêj e xebatên rêxistina Partiya Çep a Kesk li navend û navçeyên Kurdistanê temam bûne û ji bo roja îro amade ye. Di çarçoveya vê plan û xebatê de bi awayekî fermî wek partiyeke siyasî mafê beşdarbûna hilbijartinên giştî a 2023’yan bi dest xist.

Partiya Çep a Kesk weke pekhateya HDP’ê ye. Ji ber wê jî  wekî HDP’ê tekoşîna jinan û tekoşîna demokrasiyê diparêze. Ji bo em xwe bi gel bidin nasîn em ê bi jin, ciwan û rêxistinên xwe re gund bi gund navçe bi navçe bigerin û bi awayekî herî xurt bi civakê re têkilî deynin.”

Pergala hevberdevkiyê

Bûcak di axaftina xwe de bal kişand ser pergala hevseokatiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe:  “Wek tê zanîn pergala hevserokatiyê ne tenê di partiyên siyasî yên kurdan de di heman demê de di sazî û rêxistinên ku ji heman kevneşopiyê tên de tê bikaranîn.  Rêbaza hevserokatiyê  cara yekemîn di sala 2005’an dest pê kir di sala 2014’an de bi şaredariyan pêş ket û heta niha bi destkeftiyên jinan xwe pêştir xist.  Ev pergala ku jinan tev li siyasetê dike bê guman dê di partiya me de jî bidome.  Tenê cudahiyeke biçûk di nav de heye. Lê di rastiyê de mantiq yek e. Di hemû rêxistinên Partiya Çep a Kesk  de formûla serokatî û hevberdevkî heye û nûnertiya wekheviyan zayendî tê hedefkirin.”

Manîfestoya jinan

Endama Partiya Çep a Kesk der barê xebatên xwe yên jinan de jî ev agahî da: “ Partiya Çep a Kesk jixwe li ser bingeha paradîgmaya azadiya jinan hat avakirin. Di hemû xebatên me de em hewl didin keda jinan bidin nîşandan. Jixwe heta niha xebatên me yên jinan di bin sîwana Tevgera Jinên Azad (TJA) de dihatin kirin.  Em ê paradîgmaya azadiya jinan di hilbijartina bê de bi awayê herî xurt derxin pêş. Ji bo vê em ê buroyên xweser ên hilbijartinê ava bikin.  Em ê di van buroyan rola jinan a di polîtîkayê de pêş bixin û manîfestoya hilbijartinê ya jinan ji bo jinên kurd, jinên kurdistanî û dostên xwe yên femînîst amade bikin. Em ê bi xebatên ku em li van  buroyan  dikin jinan di xebatên hevpar de bi awayeke herî xurt temsîl bikin.  Em ê li taxan û kolanan mafê jinan biparêzin û bi awayekî herî xurt xwe tev li hilbijatinê bikin.  Em wek jinên Partiya Çep a Kesk îdia dikin ku em ê bi xebat û tevlêbûna xwe mohra xwe li hilbijartina 14’ê gulanê bixin.”