30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel bersiva herî rast da

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Ger hûn di bin navê ewlehî û silametiya gel de dixwazin firîna helîkopteran li ser herêmê bê qedexekirin çima li himber balafir û helîkopterên dewleta tirk bê deng û bê helwest dimînin.

Di 15’ê adarê de 2 helîkopterên ku 9 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên Yekîneyên Antî Terorê tê de bûn li başûrê Kurdistanê ketibûn. Navenda Ragihandina HSD’ê, bi daxuyeniyekê ragihand ku helîkopter, şervanên wan ji bo perwerdeyê dibirin Silêmaniyê; lê ji ber rewşa hewayê ya xirab ketine xwarê û 9 şervanên wan şehîd bûne.

Ji ber vê bûyera xemgîn gelek derdorên cuda peyamên sersaxiyê dan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk. Lê weke her car hin aliyan ku dixwazin vê bûyerê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin jî hebûn. Yek ji van jî PDK bû. PDK û dewleta tirk a dagirker di çarçoveya hevkariya li dijî gelê kurd û tevgera azadiyê de weke her carê mil dan hev û ketin nava hewldanên ku vê bûyerê çawa berevajî bikin.

Ji devê xwe jehr barand

Piştî vê bûyarê Waliyê Dihokê yê PDK’î Elî Teter dîsa mîna her carê ji devê xwe jehr barand û weke berdevkê dewleta tirk ê li başûrê Kurdistanê axivî. Di vê pêvajoya ku ji her demê zêdetir pêwîstiya gelê kurd bi yekitî û piştevaniya hêzên kurdistanî heye de nêzîkatiyên bi vî rengî dijber û dijminane birîna gel kurtir dikin. Di vê bûyerê de gel ji PDK’ê bendê bû ku li şûna bi zimanê dewleta tirk biaxive herî kêm sersaxiyê bide malbatên şehîdan. Lê rêvebiriya PDK’ê rûyê xwe yê reş nîşan da û ev êş ji nedîtî ve hat.

Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê yê PDK’î Mesrûr Barzanî jî di nava heman helwestê de bû. Tevî HSD’ê bi awayekî aşkera sedema firîna helîkopteran û kesên di bûyerê de şehîd bûne agahiyên zelal parve kir jî rêvebiriya PDK’ê di nava hewldanên berevajîkirina bûyerê de bû. Mersûr Barzanî, di gava ewil de bêyî guh bide daxuyaniya HSD û rastiya bûyerê fam bike got; “ew helîkopter çima li wir difirin?”

Daxuyaniya Barzanî

Di helwesta rêvebirên PDK’ê de derdikeve holê ku ev mijar bi MÎT’a tirk re gelek gotûbêj kirine. Jixwe Mesrûr Barzanî di nirxandinên xwe de qala lêkolîna bi destê dewleta tirk a dagirker kir. Bûyera ku li herêma di bin seweriya PDK’ê de qewimiye çima pêwîstî bi lêkolîna MÎT’a tirk tê dîtin? Piştî vê nirxandina Mesrûr Berazanî derhet holê ku Îstîxbarata tirk piştî qezaya helîkopterê, çûye herêmê û li cihê bûyer qewimiye dest bi lêkolînan kiriye. Piştre derket holê ku di çarçoveya lêkola MÎT’a tirk de PDK’ê daxwaza radestkirina cenazeyan di gava ewil de red kir.

Wekî din Mesrûr Barzanî YNK tewambar kir û got, YNK’ê ev helîkopter kirîne û çawa ketine destê QSD’ê em nizanin. Ev helîkopter bêyî destûr li ser van herêman difirîn. Bi maneyeke din, Mesrûr Barzanî radigihîne ku herêm li helîkopterên dewleta tirk serbest e lê li yên YNK’ê ku pêkhateya hikumeta herêma Kurdistanê ye qedexe ye.

Kes jê bawer nake

Di vir de divê mirov vê pirsê ji rayedarên PDK’ê bike. Ger hûn di bin navê ewlehî û silametiya gel de dixwazin firîna helîkopteran li ser herêmê bê qedexekirin çima li himber balafir û helîkopterên dewleta tirk bê deng û bê helwest dimînin. Tevî ku bi dehan caran di encama êrîşên balafirên dewleta tirk de şêniyen herêmê hatine qetilkirin û şehîd ketine çima heya niha ji bo girtina qada hewayî hûn neketin nava tevgerê?

Bûyer zelal e. Divê PDK êdî dev ji vê dijminantiya xwe ya li dijî gelê kurd berde. Ji bo rewa derxistina van kiryarên xwe yên dij-kurdî êdî nekeve nava hewldanên reşkirina hin aliyên cuda. Divê baş bizanibe ku gelê kurd ne gelekî wisa nezan û apolîtîk e. Di Rojhilata Navîn de civaka herî baş rewşa siyasî û pêşveçûnên li herêmê rûdidin analîz dike û dinirxîne kurd in. Lewma kîjan partî çi dike, di nava hewldaneke bi çi rengî de ye baş dizane. Ji ber vê yekê divê PDK bi van lîstikên xwe yên elîcengiz êdî bi aqilê gelê kurd re nelîze. Ew çi bike jî heya bi dewleta tirk a dagirker re hevalbendiyê bike û li pêy reşkirina tevgera azadiyê be wê kes jê bawer neke.

Dijmin nabin dost

PDK tevî ku xwedî dîroka dûrûdirêj a siyasî ye jî hîn neketiye ferqa girîngiya dijmin. Pêşiyên me ji ber xwe ne gotine “dijminên bavan nabin dostê lawan.” Divê rêvebiriya PDK’ê bizanibe ku wê dewleta tirk tu carî jê re nebe dost. Tevî hevkarî û dostaniya PDK’ê ya bi dewleta tirk a dagirker re jî gel êdî dizane kî dost e û kî dijimin e. Tevî hemû reşkirinan jî li Hesekê, ji bo 9 fermandar û endamên Yekîneyên Antî Terorê bi beşdariyeke xurt merasimek hat lidarxistin. Gel dîsa xwedî li şehîdên xwe derket. Bi awayekî girseyî şehîdên xwe pêşwazî kir û bi vî awayî bersiva herî rast da nerînên ku hewl didin têkoşîna şehîda berevajî bikin.