2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîroka hilbijartina parlamentoya Kurdistanê diyar bû

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab, diyar kir ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê di 18’ê mijdarê de bên kirin.

Krîza siyasî ya li başûrê Kurdistanê berdewam dike. Ji ber aloziyên di navbera PDK û YNNK’ê de hilbijartinên parlamento û serokatiya herêmê sala borî di meha cotmehê de ji bo salekê hatibûn taloqkirin. Li gorî çapameniya herêma Kurdistanê pirsgirêka hilbijartinan çareser bûye.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab, der barê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 18’ê mijdara 2023’yan weke roja hilbijartinê ya parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar kiriye.

Şahab, da zanîn ku dema parlamentoya wê di meha kanûnê de bi dawî bibe û ji ber vê yekê pêkanîna hilbijartinê ya di mehên cotmeh û mijdarê de guncav e û wiha got: “Derengmayîna hibijartinê dibe sedema têkçûna pêbaweriyê. Ji bilî pêkanîna hilbijartinê tu rêyeke din li pêşiya Herêma Kurdistanê tuneye.”