28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Geverê leşker daran dibirin û deriyên malan dişikînin

Leşkerên artêşa tirk gelek gundên bajarokê Bajêrge yê navçeya Geverê ya Colemêrgê dorpêç kirin, deriyên malan şikandin û darên fêkî yên gundiyan birîn.

Di 3’yê adarê de li gelek gund û gundikên bajarokê Bajêrge yê navçeya Gever a Colemêrgê ji aliyê Fermandariya Jendermeyan a Geverê ve operasyoneke leşkerî hatibû destpêkirin. Ev operasyonê hê jî didome. Li vê operasyona ku li gundên Şîşemzîn, Xurekan a Seyîda, Xurekan a Temo û qada Astenga Reş ên girêdayî Bajêrgeyê hatibû destpêkirin gundên Dirbêsan û Dotkanê jî lê hatin zêdekirin.

Gundê Qesranê ji hêla bi sedan leşkeran ve hatiye dorpêçkirin û leşkerên li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê dihatin sekinandin jî ji bo herêmê hatin veguhestin. Operasyona leşkerî ku li Qesran û 6 gundên din tê domandin, xelkê herêmê mexdûr dike.

Gundê Qesranê ev 7 sal in weke “Herêma ewlekariya taybet” hatiye ragihandin. Li gorî agahiyan; leşker bi wesayîtên zirxî li pêşiya malan disekinin. Hat ragihandin ku leşkeran li qadên Mêvan Ava, Dola Gota û Çiyayê Kotolê fotokapan bi cih kirine. Operasyona li gundê Qesranê hatiye destpêkirin, li gorî rêzê li gundên Şahê, Zêwe, Kawle Gund, Pagenk, Merdêsal, Êlê û li gelek mezrayan hate berfirehkirin.

Gundê Êlê, di 17’ê adarê de weke “Herêma ewlekariyê ya taybet” hate ragihandin û li gund tenê 4 malbat dijîn. Hat ragihandin ku leşkeran derî û pacên malan şikandine û lêgerîn kirine. Her wiha li gundên Êlê, Pagenk û Kawle Gund jî leşkeran operasyon berfirehtir kirine û li dora gundên navborî wesayîtên zirxî hatine bicihkirin. Hat zanîn ku leşkeran li mêrgên gundên navborî kon vegirtine.

Çavkaniyên ji herêmê dan zanîn ku leşkeran dêra ermenan a li gundê Êlê veguherandine klûbeya nobetê. Li hêla din, hat ragihandin ku leşkeran li gundên Kawle Gund, Pagenk û Êlê darên welatiyan ên gûz û sêvan birîne û şewitandine.

Dema leşkeran dar birîne û deriyên malan şikandine, welatiyekî hewl daye van kêliyan bi telefona xwe bikişîne lê leşkeran dest danîne ser telefona wî.