11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zarokê licêyî polisên îşkence lê kiribûn teşhîs kir

Zarokê bi navê Y.D. ku polisan li navçeya Licê îşkence kiribûn, yek jê komîser 3 polîs bi rêya wêneyan teşhîs kir.

Di 21’ê adarê roja Newrozê de li navçeya Licê ya Amedê, zarokê bi navê Y.D. (14) dema ku li gel hevalekî xwe yê 10 salî vedigeriya malê, polisan ew revandibûn û îşkenceyeke giran lê kiribûn. Piştre der barê mijarêde lêpirsîn hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Fermandariya Cendirmeyan a Liceyê ji bo teşhîskirinê bang li Y.D. kir.

Li gorî agahiyên ku malbatê dane Ajansa Mezopotamyayê (MA); Y.D. bêyî ku parêzerê wî pê re be çûye fermandariyê û li cem dozger li ser wêneyan 3 polîsên îşkencekar teşhîs kiriye. Hat angaştkirin ku piştî teşhîskirina li ser wêneyan, derheqê yek jê komîser bi giştî 3 polîsên îşkencekar de biryara girtinê hatiye dayîn û li Enqerê hatine binçavkirin.

Çi bûbû?

Di 21’ê adarê de li navçeya Licê, zarokê bi navê Y.D. dema ku  bi hevalê xwe yê 10 salî re vedigeriya malê polisan ew dabûn sekinandin û li wan dabûn. Piştre polîsan hevalê Y.D. ê 10 salî berdabûn û Y.D bixwe jî bi xwe re biribûn. Polîsan, dest û lingên Y.D. girê dabûn û îşkence lê kirin. Polîsan bi rêya îşkenceyê hewl dabûn ku bi Y.D. bidine gotin ku ew tirk û piştre jî gefa kuştinê lê xwaribûn ku “çêran li kurdan bike û Sirûda Îstîklalê” bixwîne. Piştre jî polîsên îşkencekar dev û destên Y.D. girê dabûn û avêtibûn çirava li rex rûbarê navçeyê. Di saetên derengî şevê de şêniyeke gund Y.D. ferq kiribû û ew rakiribû nexweşxaneyê. Ji ber îşkenceya ku lê hatiye kirin dibe ku Y.D. çavekî xwe winda bike. Piştî ku îşkenceya li zarok hatiye kirin ji hêla Ajansa Mezopotamyayê (MA) ve hate weşandin, Serdozgeriya Komarê ya Liceyê têkildarî bûyerê lêpirsîn dabû destpêkirin.