spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdogan ji bo berdana ava Iraqê şerê PKK daye pêşiya Sûdanî

Parlamenterên Iraqê Êbtîsam Hîlalî û Amir Fayîz der barê serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ya Tirkiyeyê de axivîn û destnîşan kirin ku Tirkiye ji bo berdana ava Iraqê şertê şerê li dijî PKK’ê daye pêşiya Sûdanî.

Di 21’ê adarê de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî serdana Tirkiyeyê kir û bi serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan re civiyabû. Erdogan, ji bo mehekê soza berdana avê dabû Iraqê û di berdêla vê de ji Iraqê xwestibû ku li dijî tevgera azadiyê bikeve nava tevgerê. Parlamenterên Iraqê, der barê serdana Sûdanî de ji Rojnewsê re axivîn û piştrastkirin ku Tirkiye ji bo berdana avê şertê şerê li dijî PKK’ê daye ber Iraqê.

Endama Lijneya Çandiniyê ya Parlamentoya Iraqê Êbtîsam Hîlalî, diyar kir ku ji aliyê welatên cîran ve lêpirsînkirina Mezopotamyayê ya ji bo bidestxistina avê karesat e û wiha axivî: “Pêwîstiya me bi xêrdayînê nîne, pêwîstî bi planên nû heye. Ji ber ku li ser robaran gelek binpêkirin hene. Divê ji bo çareserkirina qeyrana avê bi Tirkiyeyê re peymanek nivîskî were îmzekirin. Pêwîst e Tirkiye para avê ya Iraqê berde, ji ber ku qeyrana avê gelek bitirs e û rewşa avê jî metirsîdar e. Lazime Wezareta Çavkaniyên avê enbarên avê biparêze.”

Nabe PKK bibe qurbana berjewendiyên Tirkiyeyê

Endamê Lijneya Peywendiyên Derve ya Iraqê Amir Fayîz jî diyar kir ku şertê herî sereke yê Tirkiyeyê ya ji bo zêdekirina rêjeya ava Dîcleyê ya ji bo Iraqê şerê li dijî PKK’ê ye û ev tişt anîn ziman: “Ji bo dosyaya PKK’ê pêwîstî bi çareseriyek ewekariyê heye, bi vî awayî nabe bibe qurbanê parastina berjewendiyên Tirkiyeyê. Bi taybet PKK di hinek herêmên Iraqê de çalake û gelek ji wan nikarin vegerin Tirkiyeyê. Her wiha hêzên Tirkiyeyê jî sînorên Iraqê derbas kirine. Tirkiye li aliyek xaka Iraqê bombebaran dike, li aliyê din jî para avê ya Iraqê digire.”